Yekî ji wan; em bêjin generalekî... Jixwe û ji gelê xwe bawer dikir... Difikirî ku dê çawa gelê xwe biparêze... Ji roja pêşî de ketibû taya vê yekê... Dê çawa pêşî li mirina li ber gelê xwe bigirta? Dê çawa ji dafikê derketa? Û dê çawa lîstik têk bibirana?
Fikirî.. Serê xwe xurand... Kemînek li ber bû; ev jiyan bi xwe kêmînek bû; Ev her du hefteyên dawî jî da îspatkirin ku kemîn her didomin; lê a grîng ew bû ku rê li ber kemînan bê girtin.
Ji bo yên li mala xwe jî, yên klavye di dest de jî mesele ew e ne ku mirov li mala xwe rûnê û zimanê xwe bi ser şervanan an bi ser general ve dirêj bike. Belkî mirov bikaribe meseleyê fêm bike...
Wî ji roja pêşî de dixwest bi stratejî tevbigere û bi zerarek herî piçûk destkeftiyên gelê xwe bi piştgiriya gelê xwe û şervanên xwe biparêze.
Lê hinek ji me hebûn, tenê zimanê wan hebû. Ew zimandirêj bûn, hednezan bûn. Bala xwe bidin wan... Erê zimanê wan dirêj e, hednezan in. Li mala xwe ne, gava ku saetek ceyranê wan qut dibe nikarin debar bikin; lê li Kobanî bi rojan e ceyran tune bû, belkî hê jî tune ye, nizanim; lê ew kesên hednezan û zimandirêj pala xwe li ber germê xweş dikin û dibêjin: "Ev çi peyman e, çima we şer nekir, nizanim çi.."
Hey hed nezan û ziman dirêj! Hetanî roja îro ji gotinê pêvetir çi ji te hatiye ku tu dibêjî "Ev çi peyman e?"
Ez ji te re bêjim hednezano. Belkî hetanî aniha serê neynûka te jî xwîn nebûbe; ha bila serê neynûka te jî xwîn nebe, em vê naxwazin. Lê ew qasî jî bila zimanê te dirêj nebe.
Tu dizanî ev peyman çi bû?
Bi vê peymanê hinekî gel bêhn stend, bi mîlyonan ev pêvajo şopand. Bê ceyran, di wê sermeya zivistanê de çar zarok ji sermayê mirin. Tu çi dixwazî hed nezano, qey bila hin zarokên din jî bimirina? Qey tu vê dixwazî? Em naxwazin tiliya te xwîn bibe, qey tu dixwazî zarokên xelkê bimirin?
Heger meriv bi cenawiran re jî şer bike, ro tê ji bo li hevkirinek mayînde li dora maseyê kom dibe. Ma li dinyayê jî her rewş ne ev e?
Tu li mala xwe bû hed nezano, wan şer dikir. Îro tu mafê te tune ku tu bêjî: "Ev çi peyman e?" Kêmasî jî hebin ev kêmasi jî ji bo rê li ber mirinan bigire ye. Guhê xwe veke û li min baş guhdarî bike. Çi kesên ku bi hedê xwe nizanin û ew kesên ku dixwazin rûyê biratiya gelan reş bikin hela guhê xwe bidin min, ev gotina min ji we re ye.
Bi klavyeyê meriv dikare sed dewlatan ava bike, ava bike û xerabike, ava bike û xera bike.
Lê a grîng dewletek çawa, bi çi rengî bi çi hawî? Îro ro li ser rûyê dinê bi sedan dewlet hene, lê şer her didome. Tu dixwazî bi gotinên xwe biratiya gelan reş bikî, lê di bala te de tenê gel tirk, ereb û faris in? Îro li ser rûyê dinê, kesên ku tu bi zimanê wan nizanî bi Rojava re bûn. Îro ro ciwanên alman dan rê û berê xwe dan sînorê Kobanî. Wan jî dikaribû mîna te, li kêfa xwe binêriya ne wisa? Îro ro ji gelên din jî canê xwe li ber Rojava dan, tu nikarî vê înkar bikî.
Ha, em nabêjin rexne neke, lê em dibêjin dema te pêl li klavyeyê kir, berî lêkirinê hinek din bifikire...
Erê zimandirêj û hednezano, em çend tiştên din jî bêjin; guhdarî bike.
Kemîneke pir mezin vedabûn û hê jî rîska wê kemînê didome. Yek ji armanca wan ew bû ku kurd, ereb xwîna hev mîna şerşokê biherikînin. Erê hed nezan û ziman dirêjo kuştin her hêsan e; lê a grîng parastina jiyanê ye.
Hişê xwe bide serê xwe, şewqeya xwe deyne ber xwe, baş guhdarî bike. Şer ew qasî ne hêsan e, şer talan e, şer travma ye. Bifikire ceyran li ser Kobanî hatibû girtin, di wê sermayê de di wê qeşayê de...
Erê şer ne hêsan bû, herî dawî ez li gund bûbûm şahid. Gundê me pir nêzî sînorê Rojava ye. Gava ku wê salê Serê Kaniyê dagir kirin, dengê teqînan û ambûlansan ji guhê me nediket, ne razan, ne jî xew, ne jî xwarin hebû. Me fedî dikir, em çayekê vexwin. Êvarekê çaya li ber me, lê bi dengê teqînê jinbira min a ji Amedê digot: "Dinya çi ecêb e, li kêleka me şer, li ber me çay."
Wê salê li ber bîra erdê me kûçikek me hebû, her êvar min nan û carinan jî hestî jê re dibirin. Wê êvarê ez çûbûm cardin wî xwedî bikim; lê hetanî ji ber wan dengan kûçikê me terqî dinya bûbû. Tê bîra min teyare li ser gund firiya bû û li derveyê sînor bombe dibarand. Bi wê psîkolojiyê min ev nivîsandibû:
"Demsala Mirinê
Li wir cotkarek êşê cot dike
Axayek xwîna birayê xwe dike bizir
Wê mirinê biçîne
Dengek tê, dengê hewara welatekî
Xweda ji jor bi ebdê xwe dikene
Payîzek serê xwe dixwe
Ji ezmên fosfor dibare
Zarokek dişewite
Hêsirên dayika wî erdê şil dike
Demsala mirinê ye
Di nav kulên sor de goristan şîn dibin
Kitanên dayikan li ber bê difirin
Mirin dibe zike,û li feqîran tê belavkirin. "
Îro ne li gundê xwe me, ne li ser xaniyê xwe me; lê ev du hefte ne li ser hişê xwe bûm, bi wê peymanê hinekî bêhna min jî vebû.
Hêvî ew e ku ev peyman rê li ber aştiyeke mayînde veke. Tu jî zimandirêjo, tu jî hednezeno, piçekî hînî rêzgirtinê bibe û bi hedê xwe bizanibe. Ev şer e ne lîstika gogê ye ku tu mîna fanatîkan şer biparêzî. Helbet şer be jî, ew vê ji te xweşiktir dizanin li ber xwe jî bidin, tu bi tenê hedê xwe bizanî be.