Ziman li dijber û ji ber demê, dewranê û serdemê di tenûrê de dibihure, wextekê were wê ziman bibe qîjot, mixabin rastî û pêşeroj wiha xuya dike, hêvîdar im fikrên min yê li ser zimên têk biçin.
Heke ziman wekî statu neyê naskirin, wê qiyamet li zimên rabe, çawa ku statuya mirov heye, divê statuya zimên jî hebe, ma mirov bê ziman dibe?
Zimanê her ruhberî xweser û xwe ye. Loma ziman bi berxwedan û xweparêziyê nabe, heta radeyekê dibe ku xwebiparêze. Lê belê li hember rastî û serdemê nikare li ser lingan bisekine. Çimkî fenotîpa zimên serdestiyê li bindestiya genotîpa zimên dike, hêdî hêdî fenotîpa zimên genotîpa zimên dixe nav lepên xwe û wê asîmîle dike.
Post-modernîzm desthilatdariyê li zimên dike. Ekletîzm di bin nîrê postmodernîzmê de dişixule, nahêle xwebûn û xwerûbûna zimên serdest be, wekî em dizanin ku di felsefeya ekletîzmê de her tişt bi her tiştî re dibe, ekletîzm herkesî di nava xwe de dihelîne, yanî ekletîzm Ewropa ye, ekletîzm baxçeyê post-modernîzmê ye. Li Ewropayê her kes her zimanî dibe ku zanibe û biaxive, pirskirêka zimên tune ye. Bi ya min di ekletîzmê de pirskirêka zimanan, neteweyan, niştimanî û neteweperwerî tune ye, loma tu ziman serdestiyê li zimanê din nake, em ji vê serdemê û dem û dewranê re dibêjin postmodernîzm.
Îcar mesele ew e ku zimanê me hîn statu nestendiye ketiye ber mengene û rindeya serdema postmodernizmê, zimanê xelkê hikumdariya xwe û statuya xwe standine û paşê ketine ber destê dem û dewrana nû, loma zimanê me ji dest ve diçe, divê zimanê me demildest ango zûzûka xwedî statû be û bibe zimanê fermî yê dibistanê. Paşê li ber bayê dem û dewranê dikeve bila bikeve, çimkî xwedî statu û fermî be ziman winda nabe, bila heta sibê ekletîzm û postmodernîzm desthilatdariyê bike. Beravajî wê têkçûna zimên e.
Heta ku ziman hebûna xwe ava neke, wê li ber bê biçe, ziman ruhberek e, dema ku ne zindî be wê bimir e. Ji bo ku zindî be divê hebûna xwe ava bike û qebûlkirin bide. Postmodernîzm fenotîpa li ser zimên e, zimên ji hev de dixîne, genotîpa zimên ji hev vediçirîne, ekletîzm e, wekî lastîkê, mecûnê û benîşt e. Vedizile nahêlê genotîp li ser nigê xwe bisekine, ekletîzm fenotîpa zimên e, wekî postmodernizmê ye.
Ziman xwebûn û hebûn e, ziman jixwe heye, winda nabe, lê divê di her qadê de berê xwe heyîkirin bide, berê berê jî ji hundirê malê dest pê dike, hundirê malê hem genotîp û hem jî fenotîpa zimên e. Derve, kuçe, tax û kolan jî fenotîpa zimên temsîl dike. Heke genotîp û fenotîpa hundir malê têk biçe hewceyî, kolan, kuçe û taxê jî nake, loma ziman hewceyî ser kok asasê xwe ango li ser genotîpa xwe bilind bibe, bi saya zimanekî din bilind bibe encam têkçûn e.
Genotîp xwebûn û xweyîbûn e, fenotîp jî dîtir ango ên din e. M. Heidegger dibêje "Ziman mala hebûnê ye." Zimanê min wê bi saya zimanê dîtir bi pêşkeve û wê bêdîtin, ne qisûr û kêmasiyeke mezin e gelo? Ji xwebûnê dûr e, ji xwexwarin e, xwetunekirin e, heke ez ê bi saya zimanekî din bê dîtin û xwendin, hebûna min namîne, mala min namîne, çimkî hebûna sereke ziman e.
Di warê zimên de Rênas Jiyan wan rojan şibandinek kiribû û wiha gotibû: "Kesên kurdî nizanibin nikarin têkevin hundir."
Heke li ser hemû sazî û rêxistinên kurdî wiha bên nivîsandin wê çaxê kurdî wê bi pêşbikeve, helbet gotina xwe dişibîne, gotina Platon a ku dibêje, "Kesên Geometrî nizanibe, nikarin têkevin hundir.”
Helbet ev gotineke zanistî ya Platon e. Lê belê ya girîng gotina peyva “ Hundir e.” Ziman=hundir e. Hundir ne saxlem be, wê çaxê hemû cih jî wê kufikî û xirabûyî be. Her tişt ji hundir dest pê dike. Bi kurtasî hundir (malê) her tişt e. Dîwar û esasê hundirê malê ne saxlem be, talî rûxandin û têkçûn e. Wekî encam dikarim wiha bibêjim, sersebebê têkçûn û rûxandina “Genotîpa Zimên” fenotîp, ekletîzm û post-modernîzm e.



