Îsahak Marogulov, pêşengê elfabeya kurdî ya bi Latînî ye. Lê belê kurdên Bakur pir ew nebihîstine. Di der barê berhemên wî de û di der barê alfabeya wî de. Min xwest ez hinekî di der barê wî de agahiyan berhev bikim an hînî jiyan û keda wî bibim. Lê di înternetê de mixabin tenê çend heb nivîsar hebûn. Ew jî pêşî bi tirkî hatine nivîsandin. Ew nivîsar jî ji pirtûka bi navê “Ji Dîroka Gelê Kurd 13 Pelên Balkêş (Kurt Halk Tarîhînden 13 ilginç yaprak)” hatine girtin. Pirtûk a Rewşenbîr Celîlê Celîl û ji Wesanxaneya Evrensel Basin Yayin, bi wergera nivîskar Hasan KAYA di sala 2007’an de hatiye çapkirin. Bi rastî, divê zimanzan li ser vê yekê bisekinin û nîqaş bikin.
Min got bila carekê jî ez balê bikişînim ser vê mijar û vî mirovê qedirbilind bi nivîsareke kurdî bi bîr bînim ji bo xwendevanên Diyarnameyê.
Tê Gotin ku;
Îsahak MAROGULOV lawê Fahred ê ku bi eslê xwe Asûrî ye. Di sedsala 19’an de ji Îranê koçî Ermanistanê kiriye. Û li gundê Divîn ku bi ser Erîvanê ve ye bi cih bûne. Marogulov di sala 1868’an de hatiye dinê. Piştî ku dibistana mamostetiyê qedandiye di sala 1888’an de pêşî li gundê Şatextê ya Nahcîvanê û dû re li gundê Qemerlî mamostetî kiriye. Ji ber ku her sal bi malbata xwe re diçe Zozanê Elegezê nava malbatên kurdan bi zarokên wan re fêrî kurdî dibe û wekî zimanê xwe yê zikmakî xweş hîn dibe û dipeyive.
Di sala 1905’an de ji bo mamostetiyê wî didin gundê Zorê, gundê kurdan. Li gor lawê wî gotiye, li vir amadekariya alfabeya zimanê kurdî dike. Di salên 1920’an de şiyarbûn û pêşketina kurdên Sovyetê rû daye. Di wan salan de ji bo zimanê miletên hindik, dewlet dixwaze alfabeyan çêbike. Ji bo vê pirsgirêkê Dewleta Sovyetê, wezîfeyê dide dewletên Qafqasyayê û ji mirovên pîspor lijneyekê ava dikin û dest bi xebatên ji bo amadekirina alfabeyên hindikahiyan dikin. Ji bo gelek miletan (tirk, kurd, asûrî, oset) biryara Alfabeya Latînî tê stendin û ji zanayên wan neteweyan dixwazin ku li himberî dengan tîpan peyda bikin û wekî rapor pêşkêşî lijneyê bikin.
Ji bo vê yekê pêşî zanyarên mîna Orbellî û N. MARR xebitîne lê bi ser neketine. Di wê demê de Marogulov jî xebateke zexm dike ji bo Alfabeya Zimanê Kurdî. Di sala 1928’an de li gor deng û fonetika turdî alfabeyekê amade dike û pêşkêşî lijneyê dike. Ji alî lijneyê tê pejirandin û pêşkêşî devletên Qafkasya dikin. Di sala 1929’an de dewletên Qafqasya bi fermî vê alfabeya MARAGULOV dipejirînin. Piştî ku alfabe tê pejirandin. Marogulov dest bi danasîna alfabe û zimanê kurdî dike. Mamosteyên kurd dide hev du û vê alfabeyê fêrî wan dike. Li nava kurdan digere û şanî wan dike.
Lê belê di sala 1930’yî de ev alfabe ji alî wan Sovyetan ve tê betalkirin. Di sala 1941’ê de bi biryareke li Ermenistanê alfabeyeke kurdî bi tîpên kirîlî tê amadekirin û pejirandin. Ne tenê alfabeya kurdî alfabeyên ku bi latînî hatine amadekirin gişan betal dikin û derbasî alfabeya kirîlî dibin. Ev bêyî vîna kurdan û her wiha neteweyên din pêk tê.
MAROGULAV heta mirina xwe (6 rezber 1933) li ser alfabe û zargotina kurdî dixebite. Di kovareke Rûsî “wêje û çanda rojhilat” nivîsareke zanistî li ser alfabeya kurdî diweşîne û ev nivîsar pir balê dikişîne. Heta ku dimire jî li ser ziman û zargotina kurdî gelek pirtûk û dosyayan amade dike.
Wekî ku van salên dawiyê mirovên ku behsa Marogulov kirine, gişan heyf û mixabinek anîne zimên. Ji ber ku di heman dem û salên ku Marogulov xebitiye Celadet Bedirxan û hevalên xwe jî, li ser alfabe û rêzimanê kurdî xebitîne. Lê çi ku haya wan ji hev du çênebûye û nîqaş û xebata wan ji hev du sûd wernegirtiye. Li gor ku xuya ye alfabeya Marogulov ji 37 tîpan pêk hatiye. Tu xisara nîqaşan tune ye û xisara vê alfabe û xebatan jî ez dibêjim tune ye, tenê wê sûdê bide zimanê kurdî.
Çavkanî: “Ji Dîroka Gelê Kurd 13 pelên balkêş (Kurt Halk Tarîhînden 13 ilginç yaprak)” Celîlê Celîl, wesanxaneya Evrensel Basın yayin, wergêr, Hasan KAYA , 2007 .