
Helîm Yûsiv / Sêyemîn Gav
|
Di vê dema dawî de, piþtî ku dewleta tirk dest avêt zimanê kurdî û xwest di riya zimanê kurdî re piþta kurdan deyne erdê û rê li ber têkçûnên nû veke, hinekî liv û tevgera siyaseta kurdan li Bakur ber bi vî aliyî de çû. Bê guman, eger mebest ji vê yekê tenê qezencin demî û biçûk bin, wekî ku þêxmûs Sefer di nivîsa xwe de texmîn dike(1), wê encama vê "xwedîderketina" li zimên rewþa zimanê me li Bakur þerpezetir bike.
Mifta deriyê Serxwebûnê Ji bo miletekî nabe ku ziman tenê wekî alaveke qezenckirina dengên hilbijêran bê bikaranîn, lê dikare bibe çekeke girîng di pêvajoya bidestxistina mafên rewa de. Dema mirov bi hûrbînî li dîroka tevgera siyasî ya nû dinêre mirov dikare bi hêsanî bigihîje wê baweriyê ku ev çeka girîng heta niha ji hêla birêveberên vê siyasetê de, nehatiye keþifkirin. Diyar e ku kurd nikarin bi þerê çekdarî axa welatê xwe bidestbixînin û leþkerên dagirkeran bavêjin derveyî sînorên Kurdistanê, ne rewþa hundir û ne jî rewþa dinyayê ji bo vê xewnê alîkar e. Ango þensê kurdan di serkeftinên çekdarî û mezin de nîn e. Ligel ku cihê þanaziyê ye ku dewletên dagirker bi hemû hêza xwe ya pêþketî û nûjen nikarin kurdan têk bibin. Li vê derê, eger em li çekên di destên her du aliyan de binêrin, bihêztirîn çek di vî þerê giran, yê hebûn û tunebûnê de, zimanê kurdî ye. Eger mirov li zimên bi wateyeke kûr binêre, ziman rehên xwe davêje binê giyanê mirov û hiþê wî û dikare bibe stûna kesayetî û taybetiya mirov, wisa jî dikare bibe çavkaniya giyanê neteweyekê. Bi gotineke din, eger neteweyek bindest nikaribe azadî û serxwebûna xwe di asta cografî, siyasî û civakî de bidestbixîne, her wisa ew serxwebûn xizmeta berjewendiyên dewletên li cîhanê desthilatdar, neke, ew dikare li serxwebûn û azadiya xwe ya giyanî bigere û mifta vê rêya dirêj jî, berî her tiþtî, ziman e. Pîvana cidiyeta gera li azadiyê ye Baweriya min ew e ku ziman û îmkanên ku ji bo pêþxistin û vejîna wî têne veqetandin dikarin bibin pîvana jidilbûna tevgereke neteweyî. Çiqasî tevgereke dûrî xwedîderketina li zimên be, ew qasî dûrî azadiya miletê xwe ye. Xwedîderketin bi wateya xwe ya piratîkî û aborî. Demeke dirêj e ku tevgera siyasî li Bakur ziman paþguh kiriye, ji lew re jî encamên kambax niha li ber çavên her kesî ne. Pirs ew e gelo, di vê çarçoveya giyanî ya ku me gotibû de, tevgera siyasî dikare li kurdî xwedî derkeve yan na? Di baweriya min de, bersiva vê pirsê wê siberoja hemû kurdan li Bakur destnîþan bike. Zimanê erzan û nivîskariya belaþ Bi çavdêriyeke bi lez tê dîtin ku tu nirx û qîmet ji bo kurdî nayê dan. Nivîsandina bi kurmancî belaþ e. Erzantirîn nivîsar di dinyayê de nivîsarên kurmancî ne, belengaztirîn nivîskar li ser rûyê erdê nivîskarê kurmanc e. Kêmtirîn meaþ, meaþê xebatkarên dezgehên kurdan e. Keda herî erzan keda berhemdarên kurmanciyê ye. Bêkestirîn kes di qada weþangeriya dinyayê de weþangerê kurmanc e. Pirtûka herî "sêwî" û bêxwedî pirtûka kurmancî ye. Ev rewþ jî asta jidilbûna siyaseta kurdan li ber çavan radixîne. Pîvana me di vê çarçovê de ne tenê aliyê aborî ye, belê mebest ew e ku girîngiya faktora aborî di vî warî de nikare bê mandelekirin. Xwedîderketina bi siloganan li zimanê kurdî tiþtekî ji rewþê naguhere, lê eger ji bo zimên pilan û piroje bêne danîn û ji bo van pilan û pirojeyan îmkanên aborî bêne veqetandin û bi awayekî rasterast têkevin xizmeta çand û wêjeya kurdî de, wê gavê mirov dikare qala xwedîderketina li zimanê kurdî bike. Bi bêrîkên vala û siloganên germ û xweþik wê zimanê me perîþantir bibe, her wisa wê rê ya azadiya me dûrtir û dijwartir bibe. Eger tevgera siyasî ya kurdan li azadiya kurdan digere, rê diyar e û gava yekê........ziman e. ................................. (1) Þêxmûs Sefer "Pêlîstoka destê kê?!", 10.3.09 Diyarname. helimyusiv@hotmail.com
|