Ew xwediyê qelûneke navdar bû.
Bi qelûna xwe ve li bajarê xwe her dem gilî û gazinc dikir.
Bi qelûna xwe ve her dem digot, "Li vî bajarî tiştek naguhere!"
Bi qelûna xwe ve rabû terka welêt kir.
Bi qelûna xwe ve piştî 34 salan dîsa vegeriya bajarê xwe.
Bi qelûna xwe ve dît ku her tişt guheriye.
Bi qelûna xwe ve dev ji gilî û gazincan berda.
Rabû dev ji qelûna xwe jî berda.
**
Têbiniya Diyarnameyê: Di dema pêşiya me de wê pirtûkeke din a çîrokan a Evdile Koçer derdikeve. Di pirtûka bê de wê çîrokên wekî vê bêne pêşkêşkirin ku ev çîrok jî yek wan e. Bi hêviya ku wê çîrokhezên kurd ji vê çîrokê û ji çîrokên Koçer ên ku wê bêne weşandin hez bikin...