Ev bizava Diyarnameyê gelekî baş e ku di mijaran de nîqaşên cur bi cur derdixe holê. Îjar jî nîqaşek din derxistiye holê. Ji bo wê, mirov dikare bipirse; gelo çima hê jî ji nivîskaran gişan tê xwestin ku pirtûkan binirxînin, an qala wan bikin? Ewê kî çi binirxîne? Nivîskarên helbestê, dê çawa romanê an çîrokê binirxîne? An jî nivîskarê gotar û nivîsaran, yên wekî rojnamegeran dê çawa roman an jî pirtûka helbestekê binirxîne? Yekî ku ji helbestê hez nake dê çawa pirtûka helbestê binirxîne? Çima mirov ji yekî pîsporê romanê an jî nirxandêrê romanê rexneyê naxwaze? Ew kes hene an tune ne?
Mirov dikare van pirsana zêde bike.
Ev bizava Diyarnameyê “nivîskarên me pirtûkên 2011’an dinirxînin” jî gumanan bi mirov re çêdike ku hê jî bi tevahî nivîsa kurdî negihiştiye asta nirxandina pîsporî yan jî hê jî pîsporên ku di qadên wekî roman, çîrok, helbest, ceribandinan de baş derneketine holê û wekî mirovên têrtije xuya nebûne. Yan jî hene lê belê nanivîsin. Hê jî mirovên ku tenê rexneyê bikin, tenê nirxandina pirtûkan û analîza mijaran bikin pir kêm in. Ji ber vê yekê ye ku, li Bakur, malper an jî rojname hewcedariyê bi bizavên wisa tevahî dibînin. Belê em bibêjin li Stenbol kesên wekî, Hamîd Omerî, Alî Fikrî İşik, Hesenê Dewrêş û çend hebên din; di nivîsên xwe de dixwazin tenê û tenê nirxandinan bikin û hê dest neavêtine ku ew bi xwe çîrok, helbest û romanan binivîsînin. (Tabî li beşên welêt î din dibe ku bi avayê profesyonelî hebin, wekî li Almanya jî Husein Muhammed nirxandinan dike.) Nirxandin ji wan re wekî pîşe xuya dike vê gavê. Nirxandinên wan jî ne analîzên pir berfireh û kûr in. Ne ku nikarin, ez bawer im karin bikin, lê bawer im hinekî jî ew nivîskar bi xwe jî ji kovar û malperan zêdetir neçûne. Mînak li ser tu pirtûkan analîzên ku bi qasî bibe pirtûk nenivîsandine. (ji bilî yên wekî Remezan Alan ku nirxandinan li ser çend pirtûkan bi hev re dikin. Û ew bi xwe romanûs in) Dibe ku bê gotin pirtûkên wisa hêjayî lêkolîna ku bi qasî bibe pirtûk hê jî derneketiye. Lê belê ne bawer im. Baweriya min ew e ku derfet ji nivîsandina bi zimanê kurdî û li ser pirtûkên kurdî tune ne. Derfetên berfireh yên van nivîskaran jî kêm in bawer im. Û li Bakur wekî her kes zane jî hê Akademîyek Zanistiya Zimanê Kurdî tune ye jixwe.
Dibe ku wekî gelek nivîskaran min jî qala hinek pirtûkan kiriba, lê ez bawer bikin ev tenê bûye qalkirin, jê wêdetir neçûye. Analîzên berfireh, yên zanistî, yên kûr û akademîk, pîsporiyê divê. Ji bo her nivîskarê ku roman, çîrok an helbestê dinivîsîne jî wisa ye. Ezê dîsa tenê bi qalkirinê bimînim. Û divê qalkirinên wisa jî ji bo malper û rojnameyan an jî kovaran hebin, da ku derfetekê ji qelsiya belevbûn û danasîna pirtûkên kurdî re çêbike û bibin alîkar ji zanînên kûr û berfireh. Ev qalkirina pirtûka “Mirina Bêsî” jî tiştekî wisa ye. Ne analîzeke kûr e, ev tenê çend tiştên ku di hişê min re darbas bûne derbasî ser kaxezê dikim.
MIRINA BÊSÎ:
“Mirina Bêsî” an “Mirina bê sî”. Ji alî rêzimanî mirov dikar bibêje ev navekî rast e ku ji bo romanê hatiye bikaranîn. Lê belê ji alî naverokê çiqasî hezkirî ye gelo? Xwendevan çiqasî dikare bi wê wateyê di hişê xwe de bicih bike. Mirinek ku siya wê tune ye. An jî mirineke ku sî li ser çêbûneye, sî neketiye ser. Belê ez bawer im xwendevan pêşî li navê vê pirtûkê dilikumin. Ev romana ku bi naveroka xwe ve hêja ye. Likimandineke din jî; dibêjim perdeya 3’yemîn li dawiyê bûya minê bi xwe hê bêhtir tahm jê bistenda.
Romanên wisa ku bûyerî ne û li ser demek lehengê civakan diafirin piştî bûyeran bi deh an panzdeh salekî hê xweş tehmê dide mirovan. Ji ber ku di wê dema bûyerê de, hişê mirovan bi wê bûyerê û galegalên wê bûyerê zindî û tije ye. Tevlî ku min jî ev bûyera hanê di dema xwe de ji nêz de hîs kiriye, ku ev roman wê demê bihata nivîsandin minê jî bigota “ne hewce ye ku ev bibûya rojeva romanekê”. Di salên 90'î de me hinek nivîskaran ev mijar nîqaş dikir, tê bîra min. Lê piştî 18 salan ku ez bi awayekî edebî dixwînim bawer bikin, wekî tehmek din dide min û hestine ecêb bi min re çêdike. Bi şanazî mirov dibîne ku êdî romanên jiyana salên 1990’î tên nivîsandin û gelekî jî bi tahm in û bêhna edebiyatek xweş ji wan tê. Bi vê tahmê û pêşketina edebiyat û nivîsa kurdî jî civak dê hê bêhtir kêfxweş bibe û bi pêşkeve ji alî hiş û ramanê de.
Ez dikarim bibêjim ku vegotina Dîlawer Zeraq pêşî mirov ditirsîne. Wekî min pêşî jî got ku mirov li hinek bikaranîna peyvan dinêre mirov zivêr dibe û mirov dilikume, mirov nikare bi awayekî sererast birêve biçe. Wekî mînakek din jî; di rûpela 17’an de paragrafa dawî de peyveke wekî "xêrhatindayînê". Dibêje "Ma meriv li himber xêrhatindayînê wisan tevdigere?" Wekî vê mînakê gelek mînak hene ku herikbariyê carinan li bin guhê tahtan dixe. Lê divê mirov ji vê yekê netirse di pirtûka “Mirina Bêsî” de, bi înat mirov berdewam bike hata 50-60 rûpelî. Piştî wê mirov zordayînên hevok û peyvan ji bîr dike û dikeve nava deryaya jiyaneke qerase. Jiyaneke rasterast bi fort, gef, halan û îşkence. Mirov diçe atmosfera salên 1990’î û bedena mirov dest bi ricifê dike û mirov bi jiyana lehengan mest dibe. Vegotina êşê ya ku demên dîrokî yên Aydin-Hogir in, vegotinek bêhempa ye. Ne ajîte û ne beloqî, tam di tehma wê jiyanê de hatiye vegotin ew bûyer. Mirina Hogir, mirina lehengên ku giyana xwe ji bo mirovatiyê feda kirine ye. Kîjan ji wan lehengan di kêlîka mirina bi îşkence de negotiye:
“Ez beziyam, ez heta îro jî bi sînggirtina xwe, bi navê xwe, bi hemû hêz û teqeta xwe, beziyam; ez pir beziyam da ku bigihêjim asoya xak û gelê xwe, asoya xwe…
Lê îro
Ew roj e
Ew ê min bikujin
Ez ê bimirim.
………
………
………"
Di dû van xalên rêzikî de bêdengiya xwezayek xweş dest pê dike. Berî mirinê bi çend caran Hogir ji kujerên xwe re dibêje: “Ma hûnê bibin siya mirina min?”. Leheng ji bo jiyanek bêyî siya serdestên welatê xwe têdikoşe. Di mirina xwe de difikire “gelo siya kê dê tekeve ser mirina min, kî dikare bibe sî li ser mirina min.”
Beşên romanê wekî beşên ku 15 sal di navbera wan de ye, salên 1970-80’yî û salên 1990’î. Bûyer û jiyan jî li gor wê yekê diafire (divê biafiriya) bi ya min, lê belê wekî jiyana Mîrza ne li gor dema wî ye ku di mala xizmê xwe de ew û dergistiya xwe pev şa dibin. Hinekî zor daye hiş, ku ew hişê şoreşgeriya wan salan be. Beşeke jiyana Mîrza winda ye, ji xwe bi awayekî teknîkî jî hinek beşên romanê wekî winda xuya ye.
Farqînê baş hatiye şayesandin û hezkirina ji wê zêde dibe bi xwendevanan re, ne dîdaktîk û dersdar e. Ew nasandin hewce ye û hêzek mezin dide romanê ez bawer im. Lê gelo ew Leheng “Hogir” kî ye û ji ku ye. Heke Aydin-Hogir, Wedat Aydin be ew çima li Bismila Diyarbekir ne, lê li Farqînê xuya dibe, ku ne şaş bim beşên winda vê yekê dê rave bike. Lê tabî mirov dikare bibêje ev roman e, dibe ku ne romanek rasterast realîst be. Ne hewceye ku Leheng îllehî bi cîhê xwe yê jiyana rastîn ve bê vegotin û ew mekanê rastîn bê bikaranîn û ew jî pêve bê girêdan. Le ev jî heye, ku xwendevan pê dihese ew kes kî ye, wê demê jî pirs di serê xwendevên de çê dibe.
Û pirseke din; gelo hewce dikir ku ew teknîka wekî xaçepirsê li romanê bihata barkirin an roman li wê xaçepirsê bihata belavkirin. Hûn ji min bipirsin ezê bibêjim ne hewce bû ku mirov reşik û nexşikan bi ser wan zêran dake. Teknîk ev e; windabûna kêlîkên deman û demên jiyanê bi awayekî cuda hatiye nîşankirin. Lê dîsa jî tercîha nivîskêr e û tiştên wisa li gelek welatan hene. Teknîkên romanan ji bo balê bikişîne li welatê me jî her zêde dibin û derdikevin pêşiya mirov. Spasî ji Dîlawer Zeraq re ku tabek mezin daye vê romanê.
***
Nivîsên di çarçoveya "Nivîskarên Diyarnameyê Pirtûkên 2011'an Dinirxînin" de hatine weşandin:
- Cemil Oguz: PISTEPIST, AUSLANDER BEG Û DI MORGÊ DE
- H. Kovan Baqî: Kurmikê zimên û çirava wezîfedariyê
- Cihan Roj: LI DÊRÊ, FEQIYÊ TEYRAN, BAHOL