Pênûsa xwe şibandiye misasekê jî. Bi ya min pênûsa Rûken, ji misasê bêtir mîna gîsin e.
Bawer Rûken, nivîskarekî ciwan e. Di berhema xwe ya bi navê “Dojeha Veşartî” de, ku di sala 2011’an de, ji nav Weşanên Awesta derçûye de, bi pênûsa xwe ya ku mîna misasê bav û kalên xwe bikar aniye di nav zeviya ciwaniyê de geriyaye. Her çi qasî wî di çîroka bi navê “Dojeha veşartî” ya ku navê xwe daye berhemê de gotiye; “Pênûsa xwe mîna misaseke tûj di bedena lênûskê de dadiçikîne." Û pênûsa xwe şibandiye misasekê jî, bi ya min pênûsa Rûken, ji misasê bêtir mîna gîsin e. Ew gîsina ku axê serûbino dike, her giyayê tê de jê dike. Wî jî, dilê xwe yê ciwan û zîz, daye pêşî pênûsê û di nav erdnîgarî û ciwaniya xwe de, gotiye ‘xet were xet’. Helbet misas jî di destekî wî de ye û cara ku pêdivî dîtiye wê misasa tûj, di dilê xwe yê ciwan de rakiriye.
Her çi qasî nehatibe gotin jî, tê têgihîştin ku berhema navborî, berhema Rûken a yekem e. Ji serî heta bi dawî, di hemû çîrokên ku di berhemê de cih girtine, dîmenên ji serpêhatiyên ciwaniyê pêşkêşî xwendevanên kurd dike. Gav bi gav di nav hiş, derûnî, hest û hêviyan de diçe û yek bi yek ‘bîr’ên êşa jiyanê ku di giyanê her kesî de veşarî ne û ku mirov bi hêsanî dikare wan wekî dojehê bi nav bike, derdixe ber tava rojê.
Bi taybetî jî di çîroka bi navê “Janên parzinî” de, bi şêweyeke serketî hest û ramanên xwe hunandiye û di nav axa çîrok/wêjeya kurdî de çandiye ku hêvî û baweriyê dide ku dê di demeke ne pir dûr de, gelek berhemên hêja, li pey gîsinê wî şîn werin.
Li vê derê divê ez vê yekê jî bibêjim ku, gelek caran gîsinê Rûken teqiniye, bi herî bûye û wî misasê rast bikar neanîye. Mebesta min li vir ne bikaranîna zimanê çîrokê û ne jî rewşa zimanê wî ye. Bêşik bi zimanekî herikbar wî tevna xwe kiriye lê wekî gelek nivîskaran di warê rastnivîsê de, em di gelek çîrokan de rastî şaşiyan tên. Carnan hin nivîskar li hemberî rexneyên rêzimanî, dibêjin ew pirsgirêk ne karê me ye, nivîskar ne mecbûr e ku rêzimaniyê bizane. Ew karê redaktor û weşanxaneyan e. Her çi qasî ev raman xwediyê rastiyekê be jî, dawiya dawî rastbikaranîna ziman, her wiha rêziman, xalbendî, hêmanên ziman û wêjeyê yên bingehîn in. Bi ser de ku ev ziman zimanê kurdî be, nivîskar nivîskarê kurd be; divê mirov zîz û baldar be. Ji ber taybetmendî û rewşa zimanê kurdî, her nivîskarekî kurd xwediyê peywir û rista mamosteyekî/ê ye jî.
Her çi qasî min şaşbikaranîna, zayend, qertaf, cînavk û hwd rêz bi rêz, rûpel bi rûpel xêz kiribin jî, ne hewce ye ku ez wan yeko yeko li vê derê destnîşan bikim.
Ligel van, pênûsên ciwan û serketî mîna Bawer Rûken, hêvî û bexteweriya wêjeya kurdî mezin dikin.