
Helîm Yûsiv / Sêyemîn Gav
|
Hetanî ku pirtûk derdikeve di gelek qonaxan re derbas dibe. Emê vê carê, bi kurtayî be jî, li ser cînayetên weþangeriya kurdî rawestin. Hemû weþanxaneyên kurdan, kêm zêde, ji standartên weþangeriya ku li hemû deverên cîhanê hene, dûr in. - Dema pirtûk wekî destnivîs diçe ber destên weþanger, bi awayekî bi rêk û pêk, bersivê nade. Eger bersiv hebe, dê girêdayî xatiran be. - Piraniya weþanxaneyên kurdan ji bo çapkirina pirtûkan, pereyan ji nivîskaran distînin. Yek yan du weþanxane ne tê de, wekî din hemû bi behaneya tunebûna bazara pirtûkên kurdî destên xwe li ber nivîskarên belengaz vedikin. - Piþtî ku pirtûk çap dibe, tu karî ji bo belavkirinê nake. Yan wê bide þîrketên belavkirinê, eger hebin, yan jî wê-li gor bazarê- bide nivîskar û ew wê bi dest belav bike. - Tunebûna redektor û pisporên karê sererastkirin û teþîhê dihêle ku pirtûk, mîna mîha ku di nav lepê gurekî têr keve, weþanger ji xwe re li gor xwe û zanebûna xwe û devoka herêma xwe bi nivîsên wê pirtûkê dilîze. Îca çi li ku derê bi behaneya tewangê bitewîne û çi li ku derê di bin navê (xeta weþana me) de bê seqetkirin û baskokirin, êdî Xwedê zane. - Haya min jê tuneye ku yek weþanxaneya kurdî, mîna weþanxaneyeke normal û pirofesyonel, ji bo çapkirina pirtûkê pereyan dide nivîskar, yan jî nivîskar dibe xwediyê nisbeyekê ji pereyên firotina pirtûkên xwe. - Ne tenê wiha, belê li ser pirtûkan tê nivîsandin ku bêyî destûra weþanxanê bi tu awayî pirtûk nayê kopîkirin, bêyî ku qala mafê nivîskêr bibe. Ev jî tê wê wateyê ku nivîskar piþtî ku pirtûka wî çap dibe, bêyî pere, weþanxane dibe xwediyê keda wî/ê. Ango keda wî/ê bê pere jê tê stendin. - Yek nimûne di weþangeriya kurdî de nîn e ku weþanxaneyekê þevên xwendinê û îmzekirinê ji nivîskarên xwe re organîze kiriye. - Weþangerên kurd di navbera karê xwe yê bazirganiyê û siloganên neteweyî de diçin û tên, bêyî ku karibin her du aliyan, aliyê siyasî û yê bazirganî, ji nav hev derxînin. Ev yek dibe sedema windakirina her du aliyan. - Tunebûna peymanên nivîskî di navbera nivîskaran û weþanxaneyên kurdî de rê bi temamî li ber windabûna mafan vedike. - Ji bo wergerandin û danasîna pirtûka kurdî weþanxane bê rol û bê însiyatîf e. Dibe ku hindikbûna îmkanan bibe behane. Li vir mirov dikare vê pirsê bike: Eger îmkanên weþangeriyeke pirofesyonel li cem kesekî tunebe, çima kirî ew kes karekî wiha bide ber xwe? Mirov ne bi qasî barekî be, divê mirov xwe wekî barhilgêr nede pêþ. Bê guman hejmartina kêmaniyan wê çi pirsgirêkan çareser neke, lê rawestandina li ser pîvanên hemdem yên weþangeriyê gaveke pêwîst e ku divê îro berî sibe bê avêtin. Her wiha amadekirina zemîneke rast di riya sazkirina têkiliyeke dirust di navbera nivîskar û weþanger de erkeke ji bo her kesê têkildarî nivîsandin, çapkirin, belavkirin û xwendina pirtûka kurdî.
|