• Rûpela Pêþî
  • Tîmên Beþdarî Kûpaya 2016'an bûn
  • Kûpaya Cîhanê 2014
  • Kûpaya Cîhanê 2010
  • Rûpela Pêþî

Arjantînê hakêm guhart!

Dîrok : 01 07 2014 | Beþ :

Diyarname

Li ser daxwaza Federasyona Fûtbolê ya Arjantînê (AFA) hakêmê maça Arjantîn û Swîsreyê ku dê 1'ê mehê bê lîstin hat guhartin.

Maça di navbera Arjantîn û Swîsreyê de wê li Stada Corinthians a Sao Paulo roja 1'ê tîrmehê bê lîstin. Maç wê ji aliyê hakêmê ozbek Ravsan Irmatov ve bihat bi rê ve birin. Di sala 2010'an de dîsa di Kûpaya Cîhanê de vî hakemî maça Arjantînê (ligel Almanya) bi rê ve biribû û di wê maçê de Arjantîn têk çûbû. AFA li ser tayînkirina hakêmê ozbek nerazîbûn nîÅŸan da û ji FIFA'yê xwest ku hakêm bê guhartin. Li ser vê yekê FIFA'yê ji dêvla Irmatov hakêmê ji Swîsreyê Jonas Eriksson peywirdar kir. Lê vê yekê jî Arjantîn dilgeÅŸ. Hakêmê berê yê ji Arjantîmê Hector Baldassi li ser vê yekê wisa got: "Di maça tîmeke ji Ewropayê de hakêmekî ji Ewropayê tê peywirdarkirin. Gelek balkêÅŸ e. Hakêmekî ji UEFA'yê maça welatekî di bin banê UEFA'yê de bi rê ve dibe. Ji profesyoneliya Eriksson tu ÅŸika min nîn e lê FIFA her gav kîteyên bi vî rengî piÅŸtguh dike."

"Telafîkirina xetayê nîn e"

Di vê navberê de Teknîk Dîrektorê Arjantînê Alejandro Sabella jî daxuyaniyeke da û got ku di vê maçê de tu telafiya xeletiyê nîn e."

Di her du maçan de golavêj dê mohra xwe li maçê bidin. Messiyê ji Arjantînê ku di 3 maçên vê Kûpaya Cîhanê de 4 gol, Xherdan Shaquiri yê ji Swîsreyê jî 3 gol avêtine. Lîstina her du golavêjan dê bandorê li maçê bike.


Hûn dikarin li van jî binêrin