• Rûpela Pêþî
  • Tîmên Beþdarî Kûpaya 2016'an bûn
  • Kûpaya Cîhanê 2014
  • Kûpaya Cîhanê 2010
  • Rûpela Pêþî

Bê artêş û bê polîsan pûanek girt

Dîrok : 14 06 2016 | Beþ :

Cemil Oguz

Bifikirin welatekî artêÅŸa wê nîn e, polîsê li nav welat jî piranî bê çek digerin. Bifikirin ku qeleparêzê (Hannes Halldorsson) wan ne tenê qeleparêz e di heman demê de muzîkar e, derhênerê sînemayê ye.
Bifikirin ku wisa welatek e nifûsa wê (323 hezar kes) bi qasî bajarê Batmanê jî, MûÅŸê jî nîn e.

Bifikirin ku di nav tîmên beÅŸdarî Euro 2016 bûne de lîstikvanên wê piÅŸtî Komana Îrlanda lîstikvanên herî extiyar in (bi giÅŸtî 28 temen û heÅŸt meh).

Bifikirin ku ev welat di dîroka xwe de yekemîn car dikare beÅŸdarî Tûrnûvaya Fûtbolê ya Ewropayê bibe. Û ev welat di nav Koma F de reqîbên wê Avusturya, Macaristan û Portekîz in. 

Em qala Îzlandayê dikin. Îzlanda di maça yekemîn a komê de dê ligel Portekîzê bilîsta. Portekîza ku buhaya tîm 318.250.000 Euro ye, lê yê Îzlandayê 37.850.000 Euro ye, yanê tenê bi qasî sedî 10'ê wê ye. Dîsa bifikirin ku di nav tîma Portekîz de Ronaldoyê li dinyayê navdar, yê herî zêde golan diavêje, pêre Nani, Querasma, Pepe, Ricardo Carvalho û hê gelekên din hene.

Ji roja ku Euro 2016 dest pê kir ve meraqa min li ser vê Îzlandayê, Îzlandaya bê artêÅŸ bê polîsên biçek bû... Û li hemberî vê tîma mezin Portekîza ku di nav komê de ji bo yekemînê favoriye dê çi bikira?

Çi kir? Ber xwe da. Heta dawî ber xwe da. Helbet Portekîzê êrîÅŸ kir, êrîÅŸên mezin kir. Ji serî de Portekîz bi ser keleha Îzlandayê de dimeÅŸiya, bi hemû artêÅŸa xwe dimeÅŸiya û encama vê meÅŸê di deqîqeya 31'ê de bi gola Nanî bi dest xist. Nîveka yekemîn bi 1-0 bi serketina Portekîzê bi dawî bû. Di nîveka duyemîn de jî Portekîz êrîÅŸkar bû, serdest bû, lê Îzlandayê jî serê xwe neditewand û di deqîqeya 50'î de bi lîstikvanê xwe Bjarnason bersiv da, got, "Em hene" û maç bû 1-1.

PaÅŸê, paÅŸêya wê nîn e, hemû êrîÅŸên Portekîzê hatin ÅŸikenandin, di deqîqeya 90'î de pûan hatin parvekirin. Ger Îzlanda bikaribe ji komê derê dê bê gotin, "Bi ev pûanan ku ji Portekîzê girt ji komê derket."

Di maça din a komê de îro Macaristanê Avusturya bi 2-0 têk bir û sê pûan girtin.

18'ê mehê Îzlanda dê ligel Macaristanê, Portekîz jî ligel Avusturyayê bilîze.

600'emîn gola Euroyê

Di vê navberê de gola ku Nani avêt di dîroka Tûrnûvaya Åžampiyoniya Ewropayê de bû 600'emîn gol ku tê avêtin. Bi vê yekê Nani jî ket nav dîrokê. 400'emîn gol Thierry Henry, 500'emîn gol Xavî avêtibû

KUNYE

Stad: Geoffroy Guichard

Hakêm: Cuneyt Çaki, Bahattin Duran û Tarik Ongun

PORTEKÎZ: Rui Patrício, Pepe, Raphael Guerreiro, Ricardo Carvalho, Cristiano Ronaldo, Joao Moutinho (Dq. 71 Renato Sanches), Joao Mario (Dq. 76 Ricardo Quaresma), Vieirinha, Danilo, Andre Gomes (Dq. 84 Eder), Nani
ÎZLANDA: Hannes Halldorsson - Birkir Saevarsson, Ragnar Sigurdsson, Johann Gudmundsson (Dq. 90 Elmar Bjarnason), Birkir Bjarnason, Kolbeinn Sigthorsson (Dq. 81 Alfred Finnbogason), Gylfi Sigurdsson, Kari Arnason, Jon Dadi Bödvarsson, Aron Gunnarsson, Ari Skulason

Qertên Zer: Dq. 55 Birkir Bjarnason, Dq. 90+4 Alfred Finnbogason (Îzlanda)

GOL: Dq. 31 Luis Nani (Portekîz), Dq. 51 Birkir Bjarnason (Îzlanda)
**
Di çarçoveya Euro 2016 de nivîsek din a Cemil Oguz
- Notên li ser UEFA 2016'an (Tîm, lîstikvan, t.dîrektor)

*** 
Ji bo rûpela hemû nûçeyên li ser tûrnûvayê û rûpela taybet:

- EURO 2016:   

 

**

Kurteya maça Portekîz-Îzlandayê
 

Hûn dikarin li van jî binêrin