• Rûpela Pêþî
  • Hilbijartina Herêmî 2014
  • Hilbijartina Herêmî 2009
  • REFERANDÛM - 2010
  • Hilbijartin 2011
  • Rûpela Pêþî

Fermo pirtûka 'Edebiyata Modern a Kurdî'

Dîrok : 24 03 2019 | Beþ :

Diyarname

Nivîskar Cîhan Roj bi navê "Edebiyita Modern a Kurdî" pirtûkek amade kir. Di pirtûkê de gelek nivîsên wî yên li ser wêjeyê hene. Li ser gelek pirtûkan jî nirxandin hene di pirtûkê de her wiha hevpeyvîna ku pêre hatiye kirin jî.

'RewÅŸen û 'NifÅŸê Nodî', 'ÅžêroÅŸê Biro, Kandisky û Foucault', 'Di Memê Alan de bi dilan tê sond kirin', 'Konferansa nivîskaran a li Îzmîrê' hin nivîsên di vê pirtûkê de ne.

Roj biryar da ku vê pirtûkê wekî "e-pirtûk" belav bike ku yên eleqedar jê sûde bigirin. Em jî vê digihînin we.

Cîhan Roj kî ye?

Nivîskar Cîhan Roj di sala 1965’an de li gundî Înaqa Gimgima MûÅŸê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn li Gimgimê xwendiye. Ji sala 1993’yan ve bi nivîsa kurdî ve eleqedar e. 

Roj ji sala 1993'yan heya sala 1997'an li Mêrdînê, li sendîkaya kedkarên qada perwerdehiyê, wekî sekreterê perwerdehiyê rêveberî dike. Di sala du hezar û yekî de, bi pêÅŸniyara wî, li Îzmîrê, ‘Konferansa Nivîskaran’ tê lidarxisitin. Roj ji mamostetiyê malniÅŸîn bûye, hê li Îzmîrê dijî.

Di gelek malper, rojname û kovaran de, nivîsên wî têne weÅŸandin. Ev demeke dirêj e di malpera "Diyarname.com" de qunciknivîskariyê dike. 

Heta niha wî 14 pirtûk derxistin ku ji van "Perde"ya wî bi navê "Mahrum" ji bo tirkî hat wergerandin û weÅŸandin.

Heta niha ev pirtûkên Cîhan Roj hatine weÅŸandin:

- Ratîka (Helbest), WeÅŸanên Sî, 2002, Stenbol

- Meyman, (Çîrok), WeÅŸanên Lîs, 2006, Amed

- Deriyê Çîrokê (Çîrok), WeÅŸanên Do, 2008, Stenbol

- Aqil Diçe Sewda Dimîne, (Helbest), WeÅŸanên Do, 2008, Stenbol

- Gîtara Bê Têl, (Roman), WeÅŸanên Do, 2009, Stenbol

- MeÅŸa Moriyan, (Roman), WeÅŸanên Evrensel, 2011, Stenbol

- Perde, (Roman), WeÅŸanên Na, 2012, Îzmîr

- Sehne, (Çîrok), WeÅŸanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd, 2013, Duhok

- Ji nû ve Gîtara Bê Têl, (Roman), WeÅŸanên J&J, 2014, Amed

- SerkêÅŸ, (Roman), WeÅŸanên J&J, 2014, Amed

- Hurcahil (Roman), WeÅŸanên J&J, 2015, Amed 

- ReÅŸ (Roman), WeÅŸanen J&J ,2015, Amed

- Av Berf (Helbest), WeÅŸanên J&J, 2018, Amed

- Mala Baz (Roman), WeÅŸanên J&J, 2018, Amed


Ji bo daxistinê (sernavê jêrin bitikînin):
- 
EDEBIYATA MODERN A KURDÎ

Heta niha 3 helbest, 3 çîrok, 7 roman bi temamî 14 pirtûkên Cîhan Roj hatine weÅŸandin.

Têbinî: Belavkirina vê pirtûkê di malpereke din de, yan di weÅŸanek din de qedexe ye. Lê wekî kes her kes dikare daxe kompîtura xwe û bixwîne. 

 

 


  
Ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne. 
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
NavnîÅŸan:

Yıldıztabya Alibeyköy Cad.No: 156, Alibeyköy Eyüp-İstanbul, Telefon:  0212 -6266455, info@davetiyeonline.net 

Hûn dikarin li van jî binêrin