logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Mebûsê HDP'ê Sariyildiz êrîşa li dijî Kobanî ji Davutoglu pirsî

HDP'ê êrîşa ji aliyê Tirkiyeyê ve ku li hemberî Kobanî pêk hat ji Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu pirsî. HDP'ê pir

  • Dîrok: 30/11/2014
  • Beş: Nûçe

ENQERE 

HDP'ê êrîşa ji aliyê Tirkiyeyê ve ku li hemberî Kobanî pêk hat ji Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu pirsî. HDP'ê pirsa "Gelo li Kobanî şerê wekaletê tê meşandin. Gelo DAIŞ li axa Komara Tirkiyeyê ji bo avakirina 'Ewlehiya Cemaweriyê' talûkeyan ava nake?" pirsî. 

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, der barê 2 êrîşên întîharî ku ji aliyê Tirkiyeyê ve li dijî Kobanî pêk hat ji Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu pirsî. Sariyildiz, di pirsnameyê de anî ziman ku pergala demokratîk ku li Rojava tê avakirin Tirkiyeyê zîwer dike. 

'Têkiliyên Tirkiye û DAIŞ'ê yên şênber duh dubare bû'

Her çend Tirkiye îdîa bike ku têkiliyê dewletê û DAIŞ'ê bi hev tune ye jî heta niha gelek caran bi dîmenên şênber û şahidan îspat bûye ku Tirkiye aşkere piştgiriya çekdarî û leşkerî dide çeteyên DAIŞ'ê. Heta niha gelek caran bi dîmenan hat dîtin ku leşkerên Tirkiyê alîkarî û piştevaniyê didin çeteyên DAIŞ'ê. Herî dawî duh li deriyê Etmanîka Jorîn êrîşa întîxarî li dijî Kobanî pêk hat. Erebeya bombebarkirî ku ji deriyê Etmanîkê yê li milê Tirkiyê ket Kobanî li Kobanî hat teqandin. Têkildarî vê êrîşa întîharî Sariyildiz, pirsname da Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu. Sariyildiz, di pirsnameyê de wiha got: "Duh saet di 05.00'ê sibehê de erebeya bombebarkirî ji Tirkiyeyê di deriyê Etmanîkê re derbasî Kobonî bû û hat teqandin. Midûriyeta Giştî ya Enformasyon û Çapemeniyê (BYEGM) Waliyê Rihayê û navenda Çapemeniya Pirsûsê îdîa kir ku maşîne ji Tirkiyê derbasî Kobanî nebûye. Li aliyê din Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) bi dîmen û wêneyan îspat kir ku erebe ji aliyê Tirkiyeyê ve derbas bûye. Her wiha dîsa erebe aîdî çeteyên DAIŞ'ê ku li Depoya Genim a Ofîsa Berhemên Axê (TMO) bi cih bûne ye. TMO'ya Pirsûsê pir nêzî sînorê Kobanî ye. Li gorî îfadeya welatiyên Etmanikê saet di 16:15'an de yek jê giran 15 endamên çeteyên DAIŞ'ê anîn malek vala. Piştî hewa tarî bû 7 erebeyên zirxî ketin gundê Etmanikê." 

'Çawa êrîş nehat ferqkirin?'

Sariyildiz, got ku bûyerên 6-7-8'ê kewçêrê ji ber têkiliyên Tirkiye û çeteyên DAIŞ'ê derketin û ev pirs ji Davutoglu pirsîn: "Der barê êrîşa ku duh hat gotin erebe ji Tirkiye derbasî Kobanî bûye tu lêpirsîn hat destpêkirin? Der barê Embara Genim a TMO ku tê gotin çeteyên DAIŞ'ê lê bi cih bûne de tu lêpirsîn hat destpêkirin? Di navbera TMO û Sînorê Deriyê Etmanikê yê Kobanî de 25 metre heye. Ligel vê yekê çima leşkerên li ser sînor mudaxaleyî çeteyên DAIŞ'ê nakin? Deriyê hesin ê sînorê Kobanî yê kilîtkirî çawa hat kişandin? Leşkerên ku destûr nadin parlamenter nêzî sînor bibin çawa dibe ku derbasbûna çeteyên DAIŞ'ê nabînin? Îdîaya yek jê birîndar 15 endamên DAIŞ'ê birine malek gundê Etmanikê û 16 erebeyen zirxî piştre çûne gund rast e? Ger ku ev îdîa rast be, çima 15 endamên çeteyên DAIŞ'ê nehatine dîtin? Gelo çete şandin qadek din? 

'Hebûna DAIŞ'ê gelo ji bo ewlehiya civakê ne tehdît e? 

"Gelo dewletê gundên ser sînor ku bi hinceta 'Ewlehiyê' vala kirin, ji bo çeteyên DAIŞ'ê bi rehet derbas bibin vala kirin? Deriyê sînorê Etmanikê û Kobanî ku 24 saetan bi kamerayan tê şopandin, ji aliyê Qeymeqamê Pirsûsê ve tê temaşekirin. Gelo der barê van dîmenan de lêpirsîn hat destpêkirin. Ev qeydên dîmenên ser sînor hat lêkolînkirin? Çima helwesta li hemberî şervanên YPG/YPJ'ê nîşan didin, li hemberî çeteyên DAIŞ'ê jî nîşan nadin? Ev êrîş rastî roja hevdîtina heyetê ya bi Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan hat. Gelo ev tesaduf e? Gelo ev êrîş zerarê bide pêvajoya hevdîtinê hikumetê eleqedar nake? Gelo hebûna DAIŞ'ê ji bo 'Ewlehiya Cemaweriyê' tahlûkeyê ava nake? Ev mudaxaleya ji ser axa Tirkiyeyê ya li dijî axa welatekî din pêk tê ne îhlalkirina serdestiyê ye? Gelo li Kobanî şerê wekaletnameyê tê meşandin? Ligel ku KCK û Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan Kobanî wekî xeta sor îlan kirine, ev êrîş dê Tirkiyeyê neke qada şer? Polîtîkayên we yên Rojava û Kobanî li ser kijan krîteran in? Hûn difikirin ku Kantonên Rojava qebûl bikin? Der barê mafên kolektif ên kurdên Rojava de plana we ya şênber çi ye?" 


Parve Bike

Youtube Me
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Sipan Hemo: Herêma Rojhilat û 4 tugay hatin avakirin

ad

Nûçe TV û MMC TV têne girtin

ad

Jinan kargehên dirûn û trîkoyê vekirin

ad

'Amrum', 'A Private Life', 'Adîle' û yên din

ad

'Nûçeya Rûdawê derew e'

ad

Hewayek di bin lêkolînê de

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname