logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

'Bila di zagona bingehîn de kurdî bê pejirandin'

Estîtuya Kurdî ya Stenbolê, TZPKurdî û DTP'ê ji bo 21'ê Reşemiyê Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî daxuyanî dan.

  • Dîrok: 21/02/2008
  • Beş: Nûçe

   

Cemil Oguz

Estîtuya Kurdî ya Stenbolê ji bo  21'ê Reşemiyê Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî daxuyaniyeke da çapemeniyê Serokê Enstîtuyê Sami Tan mînak Spanyayê da û got; "Bila li Tirkiyeyê jî zimanê kurdî di zagona bingehîn de wekî dewlemendiyeke bê pejirandin." Serokê DTP'a Stenbolê Halil Aksoy jî got; "Divê dewlet ji bo kurdî butçeyê veqetîne."

UNESCO'yê di sala 1999'an de 21'ê Reşemiyê wekî Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî pejirand û ji wê rojê ve ev roj bi çalakiyên cur bi cur tê pîrozkirin. Neteweyên Yekbûyî jî 2008 wekî Sala Zimanan qebûl kir. Li ser van yekan Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê îro li ÎHD'ya Stenbolê daxuyaniyeke dan çapemeniyê. Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan, Rêveberê Enstîtuyê Zana Farqînî, Serokê DTP'a Stenbolê Halil Aksoy, ji Dayikên Aştiyê Perihan Akbulut û rêveber û endamên saziyên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn.
Serokê Enstîtuyê Tan gotina Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Koichiro Matsuura ya bi rengê, "Divê me em polîtîkayên ziman yên wisa bi pêş bixin ku komên zimanî heta ji wan tê perwerdehî jî di nav de, di hemû waran de zimanê xwe yê dayikê bi berfirehî bikar bînin. Pê re jî zimanekî herêmî û zimanekî navneteweyî hîn bibin" bibîr xist û wiha got: Ev gotin jî nîşan didin ku êdî dema yekzimaniyê derbas bûye. Yekzimanî ku netewe-dewletên tekperest li ser mirovan ferz dikin, nîşaneya nezanî û xizaniya çandî ye. Li ser vê bingehên em ji rayedarên Tirkiyeyê dixwazin ku dev ji polîtîkayên xwe yên asîmîlasyonîst berdin û bend û astengên li ber perwerdehiya bi zimanê zikmakî hildin."
Tan xwest xaleke bi rengê "Çand û zimanên ji bilî zimanê fermî dewlemendiya Tirkiyeyê ne, parastin û pêşveberina wan jî peywira dewletê ye" bixin nav zagona bingehîn a nû û wiha berdexam kir: "Baweriya me ev e peke gaveke bi vî rengî bê avêtin, dê rê li ber çareseriya demokratîk a kêşeya kurdî jî vebe."
Sami Tan li ser gotina Serokwezîr Erdogan a bi rengê, "Asîmîlasyon sûceke li dijî mirovahiyê ye" got, "Rast e" û wisa dom kir: "Em jî beşdarî van gotinên Birêz Erdogan dibin. Lê belê li welatê ku ew serokwezîr e polîtîkayên asîmîlasyonîst û red û înkarê bi hemû tundiya li ser çand û zimanê kurdî têne meşandin. Ziman û çanda kurdî di serî de saziyên perwerdehiyê, di hemû saziyên cemawerî de qedexe ne. Ji ber vê zihniyetê bi dehan doz li siyasetmedar û şaredarên kurd hatine vekirin."
Tan xwest Serokwezîr Erdogan dev ji polîtîkayêh xwe yên asîmîlasyonîst berde, encax bi vê yekê dê Tirkiye ji goristana çand û zimanan derê û bibebexçeya çand û zimanan.
Di daxuyaniya çapemeniyê de Zana Farqînî got: "Kurd dema li derveyî alfabeya tirk tîpên kurdî bikar tînin li wan doz vedibe, lê dema ji bilî kurdan hinên din tîpên ne tirkî di serî de di înternetê de bikar tînin doz li wan venabe û ev yek dirûtî ye."
Serokê DTP'a Stenbolê Halil Aksoy jî wisa got: "Ev ziman bi sedan salan e heye û dê hebûna we bidomîne jî. Karên ku heval dikin kareke birûmet e. Divê zimanê zikmakî di zagona bingehîn de bê qebûlkirin û dewlet butçeyeke jêre veqetîne."
Ji Amedê parêzer Muharrem Erbey jî wisa got: "Bi taybetî li herêmê zagoneke taybet lihemberî kurdî tê bikaranîn. Rayeradên sivîl ên herêmî ji ber tenê gotina 'Sersala we pîroz be' jî têne darizandin. Divê ev zagon ji holê bê rakirin."
 
***

TZPKurdî: Asîmîlekirina ziman sûcekî mirovahiyê ye       

Diyarname
Koordînasyona TZPKurdî ya Wanê îro ji bo 21'ê Reşemiyê Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî daxuyaniyek da çapemeniyê. TZPKurdî wisa got: "Di sedsala 21şmîn de qedexekirin û asîmîlekirina zimanekî sûcekî mirovahiyê ye."
Koordînasyona TZPKurdî ya Wanê bi beşdariya Serokê Rêxistina DTP'ê ya Wanê Abdurrahman Dogar, endamên DOKH'ê, Serokê Rêxistina DTP'ê ya Navçeya Navendî Selahattîn Endakçi, Şaredara Sixkeyê Gulcîhan Şîmşek, endamên TUHAY-DER'a Wanê û SKSM' û nûnerên rêxistinên civakî  li Kuçeya Hunerê daxuyanî da çapemeniyê.  Serokê Şaxa Kurdî Der'ê ya Wanê Qahir Bateyî daxuyanî xwend û balkişand ser asîmîlasyona li ser kurdî. Bateyî wiha got: "Îro roja zimanê zikmakî ye lê îro hê jî ji aliyê serdestan ve ziman têne qedexekirin, têne asîmîlekirin û li pêşiya pêşketina wan astengî têne derxistin. Ji ber van astengiyan ji aliyê zanyaran ve hatiye destnîşan kirin ku her sal bi dehan ziman ji holê radibin, ango dimirin. Ji wan zimanên ku têne qedexekirin, bê mafê perwerdehiyê ye û parastina wî tê astengkirin yek jî jê zimanê kurdî ye. Qedexe, asîmîlasyon û astengiyên li ber zimanê kurdî wisa kiriye ku zimanê kurdî bikeve ber talûkeya tunebûnê."
Bateyî diyar kir ku ziman dikarin bi sê tiştan jiyana xwe bidomînin û ev sê tişt wisa rêz kir: "Yek ji van perwerdehî, duyem zimanê bazarê, siyem jî çapemenî û weşan e. Lê belê zimanê kurdî ji wan her sêyan bêpar e. Ji bo ku zimanê kurdî ji van her sê tiştan bêpar bimîne dewlet bi her awayî têdikoşe. Li gorî tu pîvanên mirovahî û hiqûqî tu ziman nayên qedexekirin, nayên asîmîlekirin û nayên astengkirin. Serokwezîr birêz R. Tayyîp Erdogan li Almanyayê li hemberî asîmîlekirina tirkên li Almanyayê nerazîbûna xwe nîşan dide û dibêje 'Asîmîlasyon sûcekî mirovahiyê ye'. Belê rast dibêje birêz Erdogan. Em jî bi salan e heman gotinê dibêjin. Lê belê Erdogan bixwe wî sûcî dike. Ji ber ku ew bixwe zimanê kurdî qedexe dike, li hemberî pêşketin û parastina zimanê kurdî hemû cure astengiyan derdixe û ji bo asîmîlekirina zimanê kurdî çi ji destê wî tê dike. Îro jî navên bi kurdî têne qedexekirin, xebatên kurdî têne astengkirin. Tê xwestin ku zimanê kurdî jî mîna zimanên din ên şaristaniyên Mezopotamyayê tune bibe û kurd jî mîna aktorên berê yên vê xakê ji ser dika dîrokê peya bin."
Bateyî li ser girtina xwediyê rojnameya Azadiya Welat Vedat Kurşun ji sekinî, dozên li Azadiya Welat hatine vekirin anî ziman û got: " Divê dewlet li şûna qedexeyan zimanê kurdî nas bike û ji bo parastina wî razemenî lê bike. Lazim e kurdî jî qasî tirkî xwedî mafan be û ev yek bi zagonê bê mîsogerkirin. Bi van hest û ramanan em 21'ê Reşemiyê Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî li hemû gelên cîhanê pîroz dikin."
 
***


DTP: Di Roja Ziman de qexede didomin     

Enqere
DTP'ê ji bo Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî daxuyaniyeke nivîskî weşand û got; Di Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî de qedexe, çewsandin, astengî û asîmîlasyona li ser kurdî didome.
DTP'ê di daxuyaniya xwe de got ku ji bo parastina zimanan pêşî divê ew ziman bêne qebûlkirin. DTP'ê ku di heman demê de diyar kir ku mafê her kesî heye bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehiyê bibîne û wiha berdewam kir: "Em îro li Tirkiyeyê bi xemgînî Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî pîroz dikin. Ji ber ku çewsandin, zordarî û astengiyên li ser kurdî ku zimanê 20 mîlyon kurdî ye didomin. Di serî de li saziyên fermî di her warî de astengiyên li pêşberî kurdî didomin. Birêz Serokwezîr Erdogan di gera xwe ya li Almanyayê de ji hemwelatiyên xwe yên wê derê xwest ku ew xwedî li mafên xwe derên û diyar kir ku ew dijî asîmîlasyonê ye. Mixabin kirinên wekî asîmîlasyonîst ên ku Birêz Serokwezîr li dij e li welatê me berdewam dikin.."
Di daxuyaniyê de hate gotin ku nîv saet weşana bi kurdî ya TRT'ê ku ji bo zagonên lihevanîna Yekîtiya Ewropayê pêk anîne jî tişteke şapandinî ye û wisa hate gotin: "Li Tirkiyeyê li dor 30-35 zimanî ku pê tê axaftin hene. Ji ber ku bi van zimanan perwerdehî nîn e, bikaranîna wan a di weşanan de qedexe ye ev ziman derketine derveyî jiyanê. Ev jî dibe sedem ku hemwelatî xwe wekî yên din hîs dikin."
DTP'ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang kir û wisa got: "Werin em li Tirkiyeyê hemû tabûyan xira bikin, zagoneke demokratîk û sivîl saz bikin ku ziman û çandên cuda bigire bin ewlehiyê."
 

 

Parve Bike

Youtube Me
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Helebce Festîvala Hinaran destpê kir

ad

Hikumetê paketa xwe eşkere kir

ad

Kawa Nemir xelata Feqî Huseyîn girt

ad

'Selfie' û 'Tablet' ketin ferhenga almanî

ad

Nêzî 12 hezar kesî ji Lubnanê hatin Herêma Xweser

ad

Li Duhokê jî cebilxane teqiya

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname