AMED
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li cihê bombe lê teqiya axivî û diyar kir ku armanca êrîşan ew bû ku şerekî navxweyî pêk bînin û kaosekê mezin derxin holê. Demîrtaş bal kişand ser lîstikên li Amedê pêk tên û wiha got: "Lîstîkek hatiye avakirin û dê kî li kî bide diyar e. Bila tu kes neyê lîstikên qirêj û erzan. Roj roja em gefan li hev bixwin û hêzên xwe nîşanî hev bidin nîn e. Roj roja hevparî û aştiyê ye. Bila berê xwe bidin paşerojê û 6-7-8'ê cotmehê. Bila lîstikan bibînin."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û endamên HDP'ê li cihê bombeyên di mîtînga Amedê de teqiyan kesên jiyana xwe ji dest dan bîranîn. Demîrtaş li cihê bombe lê teqiyan axivî û diyar kir ku mîtînga wan a fînalê rastî êrîşekî nemerdî hate û êrîşa li dijî mirovahiyê şermezar kir. Demîrtaş sersaxî ji bo malbatên kesên jiyana xwe ji dest da xwest û spasî li hemû kesên êrîş vala derxistin kir.
'Em dê her tim bişopînin'
Demîrtaş wiha got: "Di encama teqînê de dibe ku sedan kesan jiyana xwe ji dest daba. Xwestin li Amedê ber bi welat ve şerekî navxweyî bidin destpêkirin. Dibiya ku hilbijartin pêk nehatiban. Dê pêvajoyekî wekî Suriyeyê hatiba jiyîn. Kiryarek heye û hatiye girtin. Dosaya veşartiye. Tu agahî nedane min û hevalên min. Komkujiyekî mezin hatiye kirin. Hê me tu agahî negirtin. Kiryarekî hatiye girtin heye. Têkîlî, hevkarên herêmî, têkiliyên li Riha û Dîlokê divê hemû bên derxistin. Wezîrê Karên Hundir divê bi awayekî fermî partiya me agahdar bike. Bila raya giştî bizane û em jî dixwazin hîn bibin. Em dû vê bûyerê bernadin. Talûke berdewam dike. Kê piştgirî dayê bila derxin holê. Ji Suriyeyê hat û li vir nikare du bombeyan biteqîne, li vir piştgirî girtiye. Di nava hikûmetê de piştgir heye. Ev talûke berdewam dike. Riya parastina vê yêkê têkîliyên di nava hikumetê de derbixin e. Em samîmiyetê dixwazin. Ev yêk jî bi lêpirsînekî vekirî dê pêk bê."
Li Tirkiyeyê hin partiyan sersaxî nexwestin. Yên ku êş parve nekirine ji vê kêfxweş bûne. Lê ligel vê yekê jî dê aştî û biratî bi ser keve.
Dezgehek heye
Li Amedê dezgehek heye. Îstîxbarata 'dê li herêmê li dijî 100 kesî êrîş pêk bê' tê dayîn. Teblîgat tê kirin. Ev ji serokê komeleyê re jî tê kirin. Balkêş e piştî du rojan tê kuştin. Kî dê li kî bixe ew jî hatiye diyarkirin. Kî dê çi çax li kî bixin jî hatiye diyarkirin. Ev koma ku tê gotin Hîzbullah heke dibêjin em hatine provokasyonê em nizanin encax em ê lenetê bibarînin. Lê heke ne wisa be divê ji gel lêborînê bixwezin û biaqil bin. Heke ne wisa be wekî salên 90’an dê bên bikaranîn. Wekî partî feraseta me ya hin kesan nîşan bidin tune ye. Li holê şerê kurd û misilmanan tune ye. Li holê DAIŞ'a hov û tecawizkar û li dijî wê jî berxwedana bi rûmet a gel heye.
Neyên lîstikên erzan
Me li herêmê dengeke pir zêde girt. Ev berpirsyariyê dixe ser milê me. Ji sedî 85-90 deng girtin me şaşwaz nake. Berpirsyariyê dide. Li xurtbûna HDP’ê divê hemû kadroyên me bi berpirsyariya bêhtir xizmetkirinê tevbigerin. Li ser vê axê mafê siyasetkirinê heye. Bila her kes rêzdar be, siyaseta xwe pêk bîne. Neyên lîstik û dezgehên qirêj û erzan.
Dê aştî û çareserî bi ser bikeve
Roj ne roja hev tehdîdkirinê ye, ne roja hêza xwe nîşanî hev dayînê ye; divê aştiya hevpar pêk bînin. Bila li paşerojê binêrin. Di 6-8’ê kewçêrê de dezgeh çawa bû careke din bila bibînin. Bila xwe nedin bikaranîn. Bila tetîkeşiyê nekin. Bila xizmetê gel bikin. Bila xwe rêxistin bikin, mîtîngan pêk bînin. Ev têkoşîneke îdeolojîk e.”
Pişt re Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek jî axaftinek kir.


