Diyarname
Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş beşdarî bernameya "ozgur ifade" ya Bugun TV bû. Di bernameya ku Hayko Bagdat û Nazli Ilicak bi rê ve dibir de Demirtaş axivî. Vaye ji axaftina Demirtaş hin not:
- Berî 7'ê pûşperê yên ku deng nedan me jî ji bo me dia kirin. Baweriyê me bi vê heye.
Rojnameyê hevpeyvîna me neweşand
- Berî 7'ê pûşperê jî li ser çapemenî sansur hebû. Ez naxwazim nav bidim lê rojnameyek mezin berî hilbijartinê bi 4-5 rojan hevpeyvînek ligel me çêkir. Berî hilbijartinê bi rojek geriyan û gotin 'biborin, em nikarin biweşînin.' Niha ev sansur zêdetir bûye."
- Tekbûn tenê aîdî Xwedê ye, lê ew her qala tekbûnê dikin.
- Yên ku dibêjin ez şîdetê dixwazim bila deng nedin me lê yên aştî dixwazin bila deng bidin me.
- Yên deng dane me ligel malbata wan hejmar derdikeve 10 mîlyonî. Ev hejmar zêdeyî hejmara gelek welatên Ewropayê ye. Mafên wan nîn e, hûnê van çi bikin? Hûnê hemûyan bikujin?
Bila Serokwezîr îstîfa bike
- Dibêjin bi tehdîd deng girtin. Me dengên herî zêde li Stenbolê girtin. Ger em ewqas dengan dikarin bi tehdîdê bigirin wê çaxê Serokwezîr nikare welat bi rê ve bibe, bila Serokwezîr îstîfa bike.
- Li Şirnexê tiştê bi cenazeyê kirin we dît. Ev yek pêşî li biratiyê digire. Ka bila Davutoglu, Bahçeli herin li Şirnexê qala biratiyê bikin û wan ciwanan qezanc bikin.
- Dewlet bixwaze dikare 5 deqiqeyan derxe holê ku kîjan polîsî ev kiriye.
Ger ferman min da be çima fezlekeyek amade nekirin?
- Hikumet meseleya Yasin Boru wekî rantê bikar tîne. Ji ser wî re êrîşê min û partiya min dike. Em dixwazin vê êşê parve bikin lê destûr nadin, dixwazin provakasyonê mezintir bikin. Madem 6-8'ê kewçêrê de sûc ê min e çima derbarê min de lêpirsîn an fezleke çênekirin? Çima lêpirsînek xurt der barê wan rojan de nadin dest pê kirin. Wan rojan 44 HDP'yî, 6 Huda-Parî hatin qetilkirin. Em dibêjin lêpirsînê bidin dest pê kirin, ger li pişt bûyeran ez heme wê çaxê hesabê bidim. Ne mimkûn e bêyî haya dewletê çêbibe tiştek wisa derkeve holê. Çima hikumet her min sûcdar dike? Ger min ev ferman dabe çima der barê min de fezlekeyek nehatiye çêkirin, lêpirsînek nehatiye dest pê kirin; jixwe çênabe jî! Ger ez ew qas alçax im, ezê bi wijdanê xwe ceza bidim xwe.
Mînak wê çaxê mebûsek me dîl girtin. Me mesele mezin nekir, me qal jî nekir vê jî bizanin.
- Kî dikare şer bide rawestandin bila bide rawestandin. Em ji bo mirin çênebin hewl didin.
Hê dibêjin PYD terorîst e
- Ji parzemîna din, ji wir Obama dibêje em bi PYD'ê re kar dikin, herî zêde YPG li herêmê li dijî DAIŞ'ê şer dike, Serokomar hê dibêje PYD terorîst e, ka me çi fêm kir?
- Temam tu ji HDP'ê hez nakî ew reqîbê te ye ka ji bo mafên kurdan hûn çi difikirin? Ji bo mafê zimanê wan tu çi dibêjî?
- Li Farqînê çek danîn serê rojnameger, ji bo vê lêpirsîn dan dest pê kirin? Na. Ka li ku ma hiqûq? Hiqûq heba di cih de doz vekira. Tu doz venekî yanê tu dibêjî aferin wisa bidomînin.
Davutoglu rast nabêje
- Davutoglu dibêje li Cizîrê sivîl nehatine kuştin. Rast nabêje. Li Cizêrê pitik hatin definkirin. Ew ne sivîl bûn? Cenazeya Cemîleya 12 salî bi rojan di cemedankê de girtin. Derew wisa dibe, çawa sivîl nîn bûn?
Li Amedê zarokek 15 salî, qet beşdarî çalakiyek nebûye, çopê, kaxiz û plastîkê kom dide tê kuştin.
- 400 avahiyên me hatin xirakirin tenê lêpirsînek jî nedan dest pê kirin
Diruşma hilbijartina nû
- Di vê hilbijartinê de em dibêjin "Bi israr HDP". Dixwazin me di bin bendavê de bihêlin, lê emê wan di bin aştiyê de bihêlin. Her dengek bidin HDP'ê tê wê maneyê ez aştî dixwazim. Vê carê jî em dibêjin "Eme şer bi te nedin kirin, emê te di bin şer de bihêlin.
***
REKLAM:
Li ser 'Mîrîtiya Kurdan' dosyayek û gelek agahî


