logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Bandora lêborînê li ser tendirustiya laşî û derûnî (bi nêrîneke derûnkolerî)
  2. Arjantîn 'duble'yê dixwaze!
  3. Messi, tu çi şexs î ?
  4. Pirtûka 'Tayek Por' derket
  5. Dozger dixwaze ji ber pirtûka bi kurdî ceza bide weşanxaneyê
news-details

Turk: Gelê me dersa AKP'ê da

Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk hilbijartin nirxand û got: "Encamên hatine bidestxistin polîtîkayên înkar û îmhayê yên ji bo

  • Dîrok: 30/03/2009
  • Beş: 2009, Hilbijartina Herêmî

 

Amed
Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk hilbijartin nirxand û got: "Encamên hatine bidestxistin polîtîkayên înkar û îmhayê yên ji bo pirsgirêka kurd pûç derxistine. Ji bo çareseriyeke demokratîk û aştiyane fersendeke nû daniye holê. Hewldanên Serokwezîr Erdogan ên piştî 22'ê Tîrmehê Tirkiye ber bi qonaxeke xeternak ve bir. Gelê me bersiva Hikûmeta AKP'ê da."

Hevserokên DTP'ê Ahmet Turk û Emîne Ayna li Amedê civîneke çapemeniyê li dar xist û hilbijartina 29'ê Adarê nirxand.
Parlamenterê DEP'ê yê berê Hatîp Dîcle, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, şaredarên ku nû hatine hilbijartin û Serokê DTP'a Amedê Alî Şîmşek û gelek kesên din tevlî civînê bûn.
Di civînê de Turk spasiyên xwe ji bo hemû kesên keda wan ketiye nav vê hilbijartê pêşkêş kir û got: "Gelê me îradeya xwe bi awayekî vekirî daniye holê. Encamên hatine bidestxistin polîtîkayên înkar û îmhayê pûç derxistin. Ji bo pirsgirêka kurd fersendeke nû ya ji bo çareseriyeke demokratîk û aştiyane daniye ber me. Serokwezîr Erdogan ligel hilbijartinên 22'ê Tîrmehê ketibû nav hewldanan û vê yêkê Tirkiye ber bi pêvajoyeke xeternak ve bir. Her kesekê ku ne ji wan bû tune hesibandin. Lê gelê me bersiveke hêja da Hikûmeta AKP'ê."

Hevserokê DTP'ê Turk anî ziman ku gelê kurd di hilbijartinên 22'ê Tîrmehê de bi hêviya çareserkirina pirsgrêka kurd ligel DTP'ê deng da AKP'ê û wiha berdewam kir: "Min di nirxandina xwe ya piştî hilbijartinên 22'ê Tîrmehê de gotibû gelê kurd 'dengên xwe emanet' dan AKP'ê. Lê Hikûmeta AKP'ê ev dengên gelê kurd bi şert dabûn wan tune hesibandin. Bawer kir ku ew ê bi rêbazên şîdetê pirsgirêka kurd çareser bikin. Divê bê dîtin ku van polîtîkayan îflas kiriye."

Bila walî ji bo gel xizmetê bikin

Turk di axaftina xwe bal kişand ser helwesta waliyên li bajarên Kurdistanê peywîrdarin û anî ziman ku AKP'ê ligel rêberiyên xwe yên bajaran bi hevkariya waliyan xwest gel bi alikariyan bixapîne. Turk got divê walî bibin waliyên gel û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Piştî hilbijartinên 22'ê Tîrmehê waliyên herêmê wekî serokên bajaran ên AKP'ê tevgeriyan. Em bangî waliyan dikin ku bêyî ferqê bêxin nava gel ji her kesê re xebatan pêk bînin. Îqtîdar diguherin lê gel dimîne. Em li Mûş, Mêrdîn û Agiriyê bi rastî zextan hatin. Li Şirnexê polîsan bombeya gazê avêtin dibistana ku 25 sindoq lê bûn. Li Mêrdînê li hin dibistanan peywirdarên me hatin dûrxistin û sindoq hatin revandin. Li Agiriyê heta vê saetê encamên hilbijartinê nehatine eşkerekirin. Ev yek di nava gelê me de bûye sedema gumanan. Li Tuzlucaya Qersê ligel ku hilbijartin me bi dest xist, encameke cihe derxistin holê. Li Gimgima Mûşê alîgirên AKP'ê yên ku dît hilbijartinê winda dikin êrîşî Serokê Giştî yê BDP'ê Demîr Çelîk kirin. Ew kêr kir. Ligel van pêkanînan hemûyan gelê me di sindoqan de dersa hêja daye îktîdarê."

'Me şaredariyên xwe ji 56'ê derxistin 98'an

Turk diyar kir ku ligel zora rayedarên cemaweriyê û îktîdarê li Mûş, Agirî, Bedlîs, Mêrdîn û Çewlikê gel piştgirê daye DTP'ê û wiha berdewam kir: "Li van bajaran 4 hezar leşker û polîsan wekî blok dengên xwe dane AKP'ê. Yekemînbûna me ya di hilbijartinên Meclisa Giştî ya Bajaran a li Mêrdîn, Mûş û Agiriyê de vê rastiyê nîşan dide. Hilbijartinên 29'ê adarê îradebûna gelê me da der û hejmara şaredariyên me ji 56'ê derxistiye 99'an. Ev encam gelê me daniye holê. Ez gelê me pîroz dikim."
Turk piştre pirsên rojnamegeran bersivand. Turk anî ziman ku li Mêrdînê DTP'ê 12 hezar AKP'ê 14 hezar deng girtin û wiha pê de çû: "Polîs û leşkeran dengên xwe blok bi kar anîn. Dengên wekî blok hatine bikaranîn bandor li ser îradeya gel kir."

Baydemîr spasî kir

Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr jî li ber avahiyê partiyê xîtabî girseya ku civiya bû kir û spasiyên xwe yên ji bo gel anîn ziman.
Baydemîr wiha got: "Ev serkeftina we ye. Serkeftina me hemûyan e. Ji îro de em ê dest pê bikin ne 8 saetan 16 saetan em ê bixebitin Û xizmetê ji bo gelê xwe bikin. Em çiqas bixebitin em ê xwe ji bo we deyndar bibînin. Em ê ji niha şûn de ji bo ku hêjayî gelê xwe bin, bixebitin."


Ji DÎHA'yê hatiye girtin

Parve Bike

Youtube Me

Li vê aramiyê binêrin

news

Nanê Gel li benda gel e

news

Keçikek û xapandina civakê

news

Dîroka Edebiyata Kurdî (Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan)

news

Ji bo kêfa dide me, 3 deqe bo wî

news

Dema ku dinya kêfê dike

news

Jinên kurd ên navdar

news

'Bavê Min ê Mitirb', Çiya Mazî qal dike

news

'Kêzxatûn'a Delalê

news

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news
2009, Hilbijartina Herêmî - Nivîsên Dawî
news
  • 16 09 2010

'Li Çewlikê hejmara dengan ji hejmara hilbijêran zêdetir e'

news
  • 07 06 2009

Li Girêmîra dîsa DTP bi ser ket

news
  • 07 06 2009

Li Gimgimê DTP bi ser ket

news
  • 01 06 2009

Hilbijartineke biçûk a herêmî

news
  • 26 05 2009

Dadgeh li benda bersiva meclisê ma

news
  • 03 04 2009

Hemû agahiyên li ser hilbijartinê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
Ev jî hene
ad

KCK'ê dîroka vekişînê eşkere kir

ad

Sezen Aksu: Ez li Heskîfê hatim dinê

ad

Festîvala Cannesê jî hat taloqkirin

ad

We ev pêşkêşvan qet wisa nedîtibûn

ad

Fotoyê Rojê: Îro ji Îzmîrê tê ev foto

ad

Di Festîvala Fîlman a Stenbolê de fîlmên kurdan derdikevin pêş

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Bandora lêborînê li ser tendirustiya laşî û derûnî (bi nêrîneke derûnkolerî)

  • 15 07 2026
news

Arjantîn 'duble'yê dixwaze!

  • 15 07 2026
news

Messi, tu çi şexs î ?

  • 16 07 2026
news

Pirtûka 'Tayek Por' derket

  • 16 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname