logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran
  2. Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû
  3. Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan
  4. Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî
  5. Agahiyên der barê kuştina Samî Şêx Huso de
news-details

Protestoyek sosret

  • Dîrok: 18/12/2016
  • Beş: Serbest

Abdulkadir Ulumaskan

Protesto tiştekî xerab e lê xwe bi xwe protesto kirin, tiştekî hîn xerabtir û sosret e. Di jiyana her kes û gelî de, carcaran û hin deman ne xweş hene. Lê jiyana me kurdan tev nexweşî ye. Nexweşiyeke me a bê derman jî nexweşiya zimanê me ye. Ne ziman ne xweş e, em bi xwe nexweş in. Ya herî xerab nexweşiya evîndariya zimanê xelkê û jê vê bêtir a dijminê me ye. Zimanê xelkê û dijminê me bi me gelekî şîrîn e lê yê me bi me tahl e. Zimanê me bûye bela serê me û em jî bûne bela serê xwe.

Divê baş bizanibin heta zimanê dijmin bi me tahl nebe û yê li ba me ne şîrîn be û em zimanê xwe fêrî zarokên xwe nekin, em ê tucar nikaribin xwedî netew û kesayeteke birûmet. Ji xwe bi salan e dijminê me zimanê qedexe kiriye û xwestiye tune bike. Niha jî sed car mixabin em bi xwe zimanê xwe tune dikin.

Vê gavê ez naxwazim vê şîroveyê kûr û dirêj bikim, bêtir ez dixwazim, sosreta bi serê min de hatiye, -hêvî dikim bi serê tu kesî de neyê- bînim zimên. Ez bawer dikim ev bobelata ez ê qalê bikim, mînakeke pir balkêş e û divê em ji xwe re jê şîrêtan derînin.

Ez li hin dibistanan dersa zimanê dayikê a kurdî didim. Çend roj berê, li ji van dibistanên ku ez lê dersê didim, yekê ez rastî bobelateke gelekî xemgîn hatim. Li vê dibistana sereteyî, ez behsa wê dikim, zêdeyî 80 zarokên kurd hene. Ji wan 12-13 xwendekar tên dersa kurdî. Dersa me nêzîkî nîvroj dest pê dike. Di van saetan de piraniya dersên zarokan yên din vala ne û zarok li derve bi hevsalên xwe re dilîzin. Dema em di dersê de ne, em wan dibînin. Ew rewş ji zarokên kurd yên tev li dersê dibin re giran tê û gelek caran dibêjin: “Ma ew jî kurd in, çima ew ji xwe re dilîzin û em jî dikevin dersê.” Helbet mirov dikare psîkolojî û hestên zarokan fêm bike. Lê mijar ji vê bêtir û kûrtir e. Pirsgirêk ne helwesta zarokan ya dê û bava ye. Ya zarokan dike xwedî helwest nêzîkatî û tevgera malbatan e. Loma dema li ser bê terbiyabûna zarokan nirxandin bê kirin û hinek zarok wekî bê terbiye bên binav kirin, divê mirov ji zarokan bêtir li terbiyayê dê û bavan binêre. Loma jî ez dibêm, zarokên bê terbiye tune ne, dê û bavên bê terbiye hene.

Dibistana pêşîn, mezin û her dem malbat e. Heger malbat qedir û qîmet nedin zimanê xwe bêguman zarok jî wê tu qedirî nedin zimanê dayika xwe.

Li dibistanê ez dibêjim, di dû dersê re bi carekê min bihîst ku qîre qîra zarokan e. Gava ez derketim ber derî ez matmayî mam. Xwendekarên min yên dersa kurdî, ez û zimanê kurdî protesto dikirin. 7-8 zarok hemû bi hev re, bi dengê bilind û bi zimanê almanî diqîriyan û digotin: “Ez ji kurdî nefret dikim! Em ji kurdî nefret dikin!” Zarokên kurdan bi zimanê almanî zimanê xwe protesto dikirin.

Li ser vê bi rastî ez ji xwe çûm wê gavê min dixwest ku ez wan zarokan ji eyarên wan derînim û têxim eyarekî din. Lê dema ez hinekî bi xwe hatin, min ji zarokan re tiştek negot lê ji dê û bavên wan re çi hat ber devê min, min got.

Gelo, ma li cîhanê bêyî kurdan qet tu kesê ji zimanê xwe nefret bike hene, heye. Bawer nakim ku hebin. Ma ev ne rûreşî û şermeke giran e?

Ez bawer dikim û heta ji bawer kirinê zêdetir dizanim ku ev mijar ne mijara pirsgirêka zarokan an jî pirsa performansa min a mamostetiyê ye. Ez bawer dikim ez karê xwe cidî digirim û li gel qehr û qotika zarok û malbatên kurd, dîsa jî ez karê xwe baş dikim. Di bingehê pirsgirêkê de ji zimanê xwe nehezkirin heye. Heke mirov ji zimanê xwe hez bike, mirov dikare bi hêsanî di zarokên xwe de jî wê hezkirinê bide peyda kirin. Divê mirov ji vî alî de dest bavêje kula xwe a ziman.

Ez baş dizanim ku heger li vê dibisanê pirraniya qaşo welatparêzên kurd, zarokên xwe bişandina dersa kurdî wê ev protestoya ibret nebûya û ez û zimanê kurdî wê bi neheqiyek wiha bêbavî re rû bi rû nemaya.

Bi vê bîr û baweriyê, ez vê protestoya zarokan a watedar û sosret diyarî siyaseta me a di warê perwerdeya ziman de têkçûyî, dê û bi taybet jî bavên zarokên xwe naşînin dersa zimanê kurdî dikim. Bawer dikim, hêja ye ez vê protestoyê diyarî wan bikim. Gelo hûn çi dibêjin?


Parve Bike

Youtube Me

Hecî Bûbê

news

Meseleya Tabelayên Bi Kurdî: Nijadperest çima aciz in, çapemeniya kurdan çi dike?

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2026

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news
  • 10 09 2026

Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî

news
  • 08 09 2026

Çîroka Şehîdekî Bêkes

news
  • 03 09 2026

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
  • 03 09 2026

Bi nêrîneke derûnkolerî (Psychoanalysis) fîlmê 'The Post'

news
  • 25 08 2026

Mamoste bi şagirtê xwe yê 14 salî re bêtirî 20 caran raza: Gelo hûn dizanin ji ku ye?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Ji bo 'Serê Gulanê' Pêşbaziya Çîrok û Helbestê li dar dikeve

ad

Fermo li 'Dîroka Mirina Avê' temaşe bikin

ad

'!f İstanbul' temam bû, niha dora Enqere û Îzmîrê ye

ad

Oxir be Şêrko yê ezîz

ad

Zanîngeha Işikê ya taybet li Hewlêrê hate vekirin

ad

Çalakiyên ji bo 15'ê Gulanê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

  • 11 09 2026
news

Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû

  • 10 09 2026
news

Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan

  • 11 09 2026
news

Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî

  • 10 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname