logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)
  2. 'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya
  3. Ji festîvalên navdar fîlmên xelatgirt tên
  4. Xelata Tibê ya Nobelê dan sê zanyaran
  5. Tirkiye carek din têk çû
news-details

'Psychology Kurdî' bi kurdî psîkolojiyê pêşkêş dike

Kovarên li ser mijarên taybet her taybetiya wan heye di nav civakê de û bi qîmetin jî. Kovara bi kurdî 'Psychology Kurdî

  • Dîrok: 25/05/2017
  • Beş: Çapemenî

Diyarname

Kovarên li ser mijarên taybet her taybetiya wan heye di nav civakê de û bi qîmetin jî. Kovara bi kurdî 'Psychology Kurdî' jî bi vî awayî. "Psychology Kurdî" ku nivîsên li ser plîsîkolojiyê bi kurdî pêşkêşî xwendevanên xwe dike hejmara xwe ya 3'yan derxist.

Kovara ku di bin banê Weşanên J&J de derdikeve li ser navê weşanxaneyê xwedî Mehmet Gungormuş û Berpirsê Giştî Azad Zal e. Di nav beja edîtoriyê de jî Sîdar Ozmen, Mihemed Elî Alûcî, Siyabend Aslan, Kenan Kedkar û Etman Yavuz hene.

Kovara ku ji çar mehan carekê derdikeve bi hejmara xwe ya gluan-pûşper-tîrmeh-gelawêjê li ber destan e. Di vê hejmarê de meseleya "Şin û şûn" derketiye pêş. Di hevpeyvîna ligel Prof. Dr. Vamîk D. Volkan re hatiye kirin de li ser mijarên şîn,şîna civakî, şîna sirûştî, şîna derûnnexweşî (psychopathological) û li ser dermankirina şînê hatiye sekinîn. Volkan wisa dibêje: "Me digot şîn piştî windayiyan du-sê salan de bi dawî dibe. Lê di rastiyê de hêmasaziya kes an tiştê windayî heta mirinê bi me re dimîne, şîn qet bi dawî nabe." Volkan li ser şîna zarokan jî wisa dibêje, "Ji ber ku di serên zaroken piçûk de îmaja kesên din rûneniştiye, şîna zarokan ji yan kamilan cuda ye. Ev zarokên piçûk gava kesekî yan tiştekî girîng winda dikin xwe wekî ku birçîne hîs dikin."

Prof.Dr.Jan Îlhan Kizilhan bi nivîs xwe "Nêrînek li ser pêwîstiya zimên ji bo tenduristiyê" bi zimanê zanistî girîngiya zimên, xweza û aramiya derûniya zimên rave dike. Ew dibêje, "Ziman ji bo sazkirina kesayetiyê alavek e, ji ber ku pêwîstiya mirov pê heye ku derbarê xwe de agahiyan bide."

Meseleya îstîsmarê ku li Tirkiyeyê ji rojevê danakeve, her pirsgirêkên bi vî rengî di çapemeniyê de cih digirin jî bûye mijara kovarê. Derûnas Mesut Umar li ser meseleyê nivîsa "Îstîsmar û îhmalkirina zarokan" mijar girtiye dest, bi kûrahî qala meseleyê, cureyên wê û bertek û encamên wê disekine. Ew wisa meseleyê radigihîne: "Encamên îstîsmar û îhmalkirinê pir giran in û li ser gelek mexdûran bi rengek mayînde dimînin. Piştî rûdanêke îstîsmarê çiqas zû mudaxele bê kirin ew qas dê bandora rûdanê bê kêmkirin. Ji ber vê yekê gava îstîsmar hat bihîstin divê alîkariyek profesyonel bê girtin."

Ev û gelek nivîsên bi vî rengî yên li ser psîkolojiyê di kovarê de cih girtine.

Ji bo têlikî û xwestinê:

psychologykurdi@gmail.com

ajansjj@gmail.com

+90 412 999 12 55


Parve Bike

Youtube Me

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news

Gelo Gift Orban wê îsal 20 golan biavêje?

news

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome #diyarname #deng #audiobook #recitimlmrekullueshemlkuranit #live

news

Hecî Bûbê

news

Meseleya Tabelayên Bi Kurdî: Nijadperest çima aciz in, çapemeniya kurdan çi dike?

news

Li QAMIŞLO'yê çend dibistan hene? Rewşa perwerdehiyê niha çawa ye?

news

Amedspor dikaribû ji Kasimpaşaşê 3 pûanan bigire?

news

Li Rojava dibistanan bi boykotê dest pê kir

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 09 2026

Rojnameger Necip Çapraz mir

news
  • 22 09 2026

'Bîrnebûn'eke nû

news
  • 27 08 2026

Hejmara nû ya Nûbiharê li pêşberî xwendevanan e

news
  • 26 08 2026

Kovara 'Bizot' ca dawo Rênas Jiyanî

news
  • 25 08 2026

LEWerger li ser 'Erotîzmê' disekine

news
  • 24 08 2026

'Dilop'ek nû derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Şîrîn yan şêrîn?

ad

Tiştê çû, yan tiştê bê wê girantir be?

ad

Zûbêr Osman: Piştgirîkirina Erdogan û partiya wî xiyaneta netewî ye

ad

Cezayê hepsê dan lîstikvanê navdar

ad

Yên bi ser neketin îstîfa kirin

ad

Ehmed Huseynî wê li Amedê helbestan bixwîne

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

  • 05 10 2026
news

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

  • 06 10 2026
news

Ji festîvalên navdar fîlmên xelatgirt tên

  • 06 10 2026
news

Xelata Tibê ya Nobelê dan sê zanyaran

  • 05 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname