logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)
  2. 'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya
  3. Ji festîvalên navdar fîlmên xelatgirt tên
  4. Xelata Tibê ya Nobelê dan sê zanyaran
  5. Tirkiye carek din têk çû
news-details

Rewabûn û Kongreya Neteweyî

  • Dîrok: 22/06/2017
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

LUQMAN GULDIVÊ

Rewabûna civakî û siyasî bûye yek ji kevirên çarqorzî yên avahiya birêveberiya civakên serjimara wan pir. Ango ji bo rêveberiyên civakî, çi rengê wê dibe bila bibe, çi rengê tehekumê û çi rengê xwerêveberiyê dibe bila bibe, bûye xwedî stratejiyeke çêkirin û avakirina meşrûbûnê. Ango ji bo mirov sîstemeke civakî ya wekhev, azadîxwaz demokratîk jî rûnîne, ji bo mirov sîstemeke berevajiyî wê jî rûnîne, pêdivî bi rewabûna civakî heye. Hukimraniyên herî despot ên dinyayê, di dîrokê de hîna ji destpêkê ve ev rewabûna xwe bi sîstemeke ezmanî ya xwedayî ve girêdan û rewa kirin. Mebesta min li vir ew e, heger sîstemeke koledar bi awayekî ji awayan civakê bi giştî razî neke ku ew rewa ye û heta koleyan bi xwe jî razî neke bi kolebûna wan, ew nikare dewam bike, xwe li ser piyan bigire.

Ji ber vê yekê jî ji bo sîsteman û her wiha desthilatdariyan yek bi yek jî mijareke heyatî ye ku karibin rewabûnê ava bikin. Înşakirina vê rewabûnê bi qanihkirina pirraniya civakê mimkûn e. Sîstem, alternatîfên sîsteman, rêveberî û xwerêveberiyên civakî hemû daimî rewabûna xwe ava dikin. Dema ku ev rewabûn ji holê rabû, ev sîstem, alternatîfên wan ên derketî holê, rengê rêveberiyan yan jî xwerêveberiyan xweber (helbet bi refaqeta arîşe û krîzîn civakî, siyasî û eskerî) ji holê radibin.   

Ango heqbûna wan diyarker nîn e, lê ka çiqasî karîn rewabûna xwe biafirînin dikare diyarker be. Ji ber wê yekê jî dema em berê xwe didin navmala kurdî, divê di heman demê de em vê pirsê bikin; ka bi projeyên xwe yên siyasî em çiqasî di nava civaka xwe bi xwe de rewa hatine qebûlkirin. Rewakirina xwe di nava xwe de gelek caran bi xwe re rewakirina xwe di nava civakên din de jî tîne. Halê hazir dema em berê xwe didin navmala kurdî, em dibînin ji bo rewabûnê pirsgirêka sereke ya bereya me ya siyasî ew e ku stratejiyeke hevbeş a neteweyî derneketiye pêş. Ango xetên diyar, stûr û girêker ên berjewendiyên neteweyî, divê wekî stratejiyeke hevbeş derkevin pêş ku her rengê siyasî, her hizb, her rêxistina civakî, koma dînî û etnîk karibe qebûl bike û di bin tu şert û mercî de nikaribe binpê bike.

Tişta ku ez dixwazim li vir berê xwe bidim mijara avakirina yan jî afirandina rewabûnê ew e ku ji bo rewakirina neteweya kurd divê pirraniya civakê û aktorên wê yên civakî û siyasî mekanekî temsîlê karibin ava bikin. Ev mekan divê karibe her rengê sereke yê civakê, her hindikahiyê bihewîne, wan biparêze û di nava xetên stûr ên berjewendiyên neteweyî de biryarên eleqedarî çarenûsa neteweyê bidin.

Ev yek serê pêşî wê pêşiyê li wê yekê bigire ku dijminên netewe û reqîbên di nava netewe de ji hev bên cihêkirin. Ango, wekî nimûne, Tevgera Gorran û PDK reqîbên hev ên navmala kurd in, lê dewleta Tirk, rejîma Îranê, ya Sûriyê dijminê kurdan in. Bi stratejiyeke neteweyî xetên stûr ên hiqûqeke navmala kurdan û hiqûqeke têkiliyên kurdan bi dewrûber û dijminan re dikare bê diyarkirin. Ji bo pêşî girtina li wê yekê ku hin hêzên siyasî yên kurd li şûna berjewendiyên gelê kurd, bibin amûr û lîstikên berjewendiyên dijminên kurdan, civandina Kongreya Neteweyî û diyarkirina stratejiyeke hevpar a neteweyî elzem e.

Ev yek dikare ji bo çareserkirina pirsgirêk û krîza siyasî ya li başûrê Kurdistanê jî bi kêr bê. Lewma serokê PDK´ê Mesûd Barzanî ku ev meqam ev bêhtirî du salan e dagir kiriye bi xwe pê dizane jê re rewabûn divê. Dixwaze vê rewabûnê bi referandûma ne girêker a li ser serxwebûnê bi dest bîne. Lê hîna li navmala Başûr Tevgera Gorran nehatiye razîkirin, beşên mezin ên YNK´yê jî wekî şertê pêş doza çalakkirina parlemana Başûr dikin. Lewma ji bo ku referandûm bi xwe karibe rewatir bibe, ev yek wekî şert tê dîtin. Minaqeşeyên li ser civandina Kongreya Neteweyî heger bi ser bikevin, referandûma serxwebûnê jî wê manedartir be, li aliyê din, tesîr û têkiliyên wê li parçeyên din û bi parçeyên din ên Kurdistanê re jî wê karibin li gorî stratejiyeke giştî neteweyî bêtin diyarkirin. Ji ber vê jî ji bo erdên Kurdistanê ji bo avakirina rewabûna siyasî gava herî lezgîn a li ber aktorên siyasî, biserxistina civandina Kongreya Neteweyî ye.    

guldive@yahoo.fr
22.06.2017, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news

Gelo Gift Orban wê îsal 20 golan biavêje?

news

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome #diyarname #deng #audiobook #recitimlmrekullueshemlkuranit #live

news

Hecî Bûbê

news

Meseleya Tabelayên Bi Kurdî: Nijadperest çima aciz in, çapemeniya kurdan çi dike?

news

Li QAMIŞLO'yê çend dibistan hene? Rewşa perwerdehiyê niha çawa ye?

news

Amedspor dikaribû ji Kasimpaşaşê 3 pûanan bigire?

news

Li Rojava dibistanan bi boykotê dest pê kir

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Çend gotinên ji mecbûrî: Em çima bibin alî?

ad

10 partiyên li Meclisê ji bo rakirina rêziknameya kayûmê pêşniyarname dan meclisê

ad

Li Amed, Stenbol û Edeneyê mîtîngên aştiyê

ad

Başûr ber bi ku ve diçe?

ad

Peykerê Şêx Berzencî ji nû ve hat çêkirin

ad

Berendamên Siyadê: ‘Tereddut Çizgisi’ û ‘Yurt’ li pêş in

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

  • 05 10 2026
news

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

  • 06 10 2026
news

Ji festîvalên navdar fîlmên xelatgirt tên

  • 06 10 2026
news

Xelata Tibê ya Nobelê dan sê zanyaran

  • 05 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname