Jêderekî ji rêvebirîya kangehên ava Kerkûkê da zanîn ku ava Bendava Dokan a ku li bajêrê Silêmanîyê ye, gelekî kêm bûye.
Rêveber ragihand ku ji ber îsal befr û baran li herêma Kurdistanê kêm bariya ji destpêka meha adarê ve û heta niha ava Dokan her kêm dibe.
Li angora vê jêderî, tenê du milliyard m3 ên avê di evê avgirê (bendavê) de mane û berê heşt (08) milliyard m3 ên avê di evê avgirê de kom dibûn.
Her wiha hate gotin ku divê bi çi awayî be, pênc (05) milliyard m3 ên avê di evê avgirê de hebin, da ku av bi berdewamî ber bi deverên bajêrê Kerkûkê ve biçe. Xelkên deverên bajêrê Kerkûkê jî ava Dokan ji bo vexwarinê û avdanê jî bi kar tînin.
Ava rûbarê (çemê) Zapê biçûk jî her ji ava Dokan dihê û heger ev av her wiha kêm bibe, dê ew rûbar jî bimiçiqe û dê deverên dora wî jî hişk bibin.
Ji Peyamnerê hatiye girtin


