logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Bandora lêborînê li ser tendirustiya laşî û derûnî (bi nêrîneke derûnkolerî)
  2. Arjantîn 'duble'yê dixwaze!
  3. Messi, tu çi şexs î ?
  4. Pirtûka 'Tayek Por' derket
  5. Dozger dixwaze ji ber pirtûka bi kurdî ceza bide weşanxaneyê
news-details

“Seyîd” di Festîvala Stenbolê de tê nîşandayîn

Belgefîlmê bi navê “Seyîd” ê derhêner Ozkan Kuçuk yekem car di Festîvala Fîlman a Stenbolê de tê nîşandayîn.

  • Dîrok: 03/04/2010
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname

Belgefîlmê bi navê “Seyîd” ê derhêner Ozkan Kuçuk yekem car di Festîvala Fîlman a Stenbolê de wê bê nîşandayîn.

Derhêner Ozkan Kuçuk ku berê belgefîlmên wî yên bi navê “Pîlava Binok”, “Mamoste Arsen” û “Serxaniyên Diyarbekirê” bûbûn mêvanê Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê vê carê belgefîlmê wî yê bi navê “Seyîd” di festîvalê de yekem derdikeve pêşberî temaşevanan.

Kuçuk di vê belegefîlmê xwe de çîroka bavê xwe ku di heman demê de Kalekî Elewîyan e vedibêje.

“Seyid Musa Dede” yekem kes e ku li gor navê wê yê îro “Cemevî”yê ava dike, bûye şahidê dîroka nêz a Tirkiyeyê û êşa ku bûye para wî girtiye. Ew kalekî 77 salî, di vî warî de xwedî agahiyên girîng e.

Belgefîlm digel wî ji Stenbolê dest bi rêwîtiyeke dike heta Dêrsimê; pêre qala bîranînên xwe yên zarokatiyê yên Dêrsima 38’an dike, li ser bingeha felsefeya elewîtî ya ku mirovî dikev navenda xwe disekine.

Elewiyên ku yek ji civakên ku azadiya bawerî û îbadeta wan hatiye astengkirin, îro xwedî gelek ‘cemevî’yan in lê tu ewlehiya wan a zagonî nîn e. Li dinyayê elewî yek ji van koman in ku azadiya bawerî û îbadeta wan ne di bi ewlehiyê de ne. Di roja me de ku li Tirkiyeyê li ser elewîtî nîqaş dibin de belgefîlmê “Seyîd” wê deriyeke nû li van nîqaşan û nêzîktêdayînan veke. “Seyîd” ji xwe re dike hedef ku di warê de xwe de bibe yek ji baştirîn belgefîlmên li ser vê meseleyê.

Belgefîlm wê 15’ê vê mehê saet 16.00’an de li Salona Muzeya Perayê ya li Beyogluyê bê nîşandayîn.

 


Kunye:

Nav: Seyîd – Li ser rêya heqîqetê
Derhêner: Ozkan Kuçuk
Yên beşdar bûne: Musa Kuçuk, Nadriye Kuçuk û Koma Semahê ya Cemeviya Seyit Seyfi ya Esenyali
Derhênerê dîmenê: Ozkan Kuçuk, Kazim Oz
Deng: Aziz Çapkurt
Vesazkirin: Ozkan Kuçuk:
Sazkar: Serra Bucak, Suncem Koçer
Ziman: Tirkî-Kurdî
Deqe: 80
Sal: 2010


Ozkan Kuçuk kî ye?

Derhêner Ozkan Kuçuk di sala 1975’an de li Dêrsimê hatiye dinê. Ji Beşa Endazyariya Hawirê ya Zanîngeha Yildiz Teknîkê di sala 1997’an de mezûn bûye. Bi teça xwe ya bi navê “Salên 90’î de Sînemaya Tirkiyeyê” li Beşa Radyo-Televîzyon û Sînemayê ya Zanîngeha Marmarayê lîsansa xwe ya bilind kiriye. Ji sala 1999’an ve li Kolektîfa Sînemayê ya Mezopotamyayê xebat kiriye, û nivîsên li ser sînemayê nivîsandiye.

Di fîlmê ”Guneye Yolculuk” (1998) a Yeşim Ustaoglu cîgiriya derhênerê cuherê, yê fîlmê ”Ax” (1999) û ”Fotograf” ê Kazim Oz de karê derhênerê dîmenê, cîgiriya derhêner û vesazkirin, di fîlmê Ozcan Alper ”Momî” de senaryo û cîgiriya derhêner, kameraman û vesazkarî girtiye ser milê xwe. Herî dawî jî di fîlmê Kazim Oz ”Bahoz” de sazkarî kiriye.

Kuçuk di salên 2003-2004’an de kordînatoriya Atolyeya Sînemayê ya Amedê kiriye.

Fîlmên wî:

2005 - “Pîlava Binot”, Video-Belgefîlm, 45 dq.,
2005 - “Li Serxaniyên Diyarbekirê”, Video-Belgefîlm, 27dq.
2004 – “Mamoste Arsen”, Video-Belgefîlm, 29 dq.,
2003 - “Yillar Sonra, İşte DİYAR-i BEKİR” (Piştî Salan Vaye Diyar-ê Bekir), Video-Belgefîlm, 70 dq.
1999 - “Karkerên Avahiyan”, Video-Belgefîlm, 23 dq. (Xebata komî)

Xelatên ku wî girtine:

“Li Serxaniyên Diyarbekirê”
- Festîvala Hawirê ya PAM, 2005: Xelata duyemîniyê
- Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Enqereyê, 2006: Xelata sêyemîniyê.
- Festîvala Fîlman a ji bo Aştiyê, 2006: Xelata Hawirê

”Bexçeyên Porteqalan”
Fona Balkan 2009, Xelata Pêşxistina Senaryoyê

***

Nûçeyên li ser 29'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbole ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

-Festîvala Fîlman a Stenbolê deriyê xwe vekir

- Bilêtên fîlmên festîvalê li benda we ne

- Li Stenbolê 200 fîlm li benda we ne

 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

Parve Bike

Youtube Me

Li vê aramiyê binêrin

news

Nanê Gel li benda gel e

news

Keçikek û xapandina civakê

news

Dîroka Edebiyata Kurdî (Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan)

news

Ji bo kêfa dide me, 3 deqe bo wî

news

Dema ku dinya kêfê dike

news

Jinên kurd ên navdar

news

'Bavê Min ê Mitirb', Çiya Mazî qal dike

news

'Kêzxatûn'a Delalê

news

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 08 07 2026

Sînemagerên kurd biryarên nû girtin

news
  • 08 07 2026

Atolyeya Muzîkî a Geyrayoxe qeybî tûtan kewte rey

news
  • 06 07 2026

Hin çalakiyên li ser helbestê

news
  • 02 07 2026

Sînemagerên kurd du rojan dê li ser pirsgirêkên xwe nîqaşan bikin

news
  • 26 06 2026

Pêşangeha 'Li wî aliyê sînoran: Şahidî'

news
  • 21 06 2026

Pêşangeha 'Qewmê Rojê' vebû

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
Ev jî hene
ad

Sîrêja mêşan formul: TRT 6

ad

Li Amedê qereqol bi ser qerepolê de tê çêkirin!

ad

Ochoa nehişt Brezîlya derbas bibe!

ad

Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe

ad

5 bajar: Dawiya vê hefteyê çalakiyên çandî

ad

Talebanî dê li Almanyayê bê dermankirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Bandora lêborînê li ser tendirustiya laşî û derûnî (bi nêrîneke derûnkolerî)

  • 15 07 2026
news

Arjantîn 'duble'yê dixwaze!

  • 15 07 2026
news

Messi, tu çi şexs î ?

  • 16 07 2026
news

Pirtûka 'Tayek Por' derket

  • 16 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname