Diyarname
Îngilistanê Panama bi 6-1'ê têk bir. Bi vê encamê di Kûpaya Cîhanê ya 2018'an de maça herî bi gol hat lîstin. Lîstikvanê Îngilistanê Kane tam sê gol avêtin.
Golên Îngilistanê Kane (dq 22, 45 û 62), Stones (dq 8 û 40) û Lingard avêtin. Tekane gola Panama Baloy di deqîqeya 78'an de avêt.
Ji Koma G duh Belçîka pûanên xwe derxistibûn 6'an û ji komê derketibû, îro Îngilistanê jî di encama maça diduyan de pûanên xwe derxist 6 û ew jî ji komê derket. Di maça sêyem de her du tîm dê bêne hemberî hev û ji bo sêyemîniyê bilîzin.
Japan-Senegal: 2-2
Di Koma H de Japonya û Senegal hatin hemberî hev û 2-2 wek hev man. Senefalê di deqîqeya 11'an de bi Mane gol avêt û Inui di deqîqeya 34'an de bersiv da û nîveka yekemîn bi vî awayî bi dawî bû. Di nîveka duyemîn de Senegalê vê carê bi Wague di deqîqeya 71'ê gol avêt û encam anî 2-1'ê lê Japanan piştî vê bi 7 deqeyan bi Honda encam kir wekî hev: 2-2.
Kolombiyayî Polonya têk bir
Di maça din a Koma H de Polonya û Kolombiya hatin hemberî hev û Kolombiyayê bi 3-0 maç bi dest xist. Di encama vê de Polonya bi sifir pûanan vegeriya mala xwe. Kolombiyayê jî pûanên xwe derxistin 3'yan û hêviya xwe ji bo maça sisêyan domand. Di komê de niha Japonya û Senegal xwedî 4 pûanan, Kolombiya xwedî 3 pûanan e. Maçên sêyem ên vê komê roja 28'ê mehê dê bêne lîstin: Japonya û Polonya, Senegal û Kolombiya dê bi hev re bilîzin.


