logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. ​​​​​​​PDK'ê 29, YNK'ê 18 kursî girtine
  2. Romaneke nû 'P.Z 40' derket
  3. Ji laşê Xwezayî heta Laşê Kolonîzekirî
  4. Li Batmanê pevçûn, 2 kes mirin, 5 birîndar hene
  5. Amedspor: Ma gorey biryarê TFF'î ra pankart kerd a
news-details

Vaye çîroka wê: Stranbêjên kurd 'Feqiyo' çawa kirin 'Keleşo'

Straneke bi navê "Keleşo" heye. Ev ne "Keleşo" lê "Feqiyo"ye. Bi dehan versiyonên vê stranê hene lê bi îhtîmalekî mezin

  • Dîrok: 25/12/2018
  • Beş: Serbest

Cesûrê Silîvî

Straneke bi navê "Keleşo" heye. Ev ne "Keleşo" lê "Feqiyo"ye. Bi dehan versiyonên vê stranê hene lê bi îhtîmalekî mezin çîroka ku ez ê bidim pêşberî we ya heqîqî ye.

Niha çend versiyon hene li ser înternetê û ew jî bi cudahiyên piçûk hema bêje wekî hev in. Mînak yek dibêje "ji lobê were xwarê" yek dibêje "ji obê". Di cihekî din de yek dibêje "lo bedaro" yek dibêje "nobedaro".

Heta ji destê min hat emê vê meseleê safî bikin û hin gotinên stranê ku heta îro li tu derî nehatine nivisîn û bihîstin em ê li vir parve bikin. Min heta niha ev çîrok û ev gotinên nû tenê ji bavê xwe bihîstiye.

Bavê min Evdilayê Silîvî êdî extiyar bûye û gelek gotinan jî ji bîr ve kiriye lê dîsa jî çîrok bi awayekî zelal di hişê wî de ye. Li gor bavê min ev strana "Keleşo" di bingeha xwe de strana "Feqiyo" ye.

Ev stran bi dehsalan belkî bi sedsalan e di nava feqiyên medreseyan de hatiye strandin û li ber meqamê vê stranê feqiyên medreseyan govenda "Bêlinte"yê lîstine. Govenda bêlinteyê tenê di nava feqî û melayan de meşhûr bûye û bi piranî ew lîstine.

Ev stran qala çîroka evîna keçikek û feqiyekî dike ku keçik û feqî her şev dihatin ba hev û hesreta xwe dihelandin. Di navbera cihê ku lawik lê ye û gundê keçikê -di vê navberê de navê keçikê Zîzan e- çemekî heye û divê wexta ku hev bibînin yek ji çem derbasî aliyê din bibe.

Feqiyê reben şevekî ji ber dizan nobedar e û li ser "Lodekî" nobetê digre. Berê feqiyên medreseyan hem ji bo nimêja sibê hem ji bo dizan nobet digirtin. Lê di vê çîrokê de bi îhtîmaleke mezin nobeta dizan digre.

Û şevekî dora nobetê ya feqiyê me ye û li ser lodê -ne obe an jî ne lob e- nobetê digre. Wê şevê Zîzanê tê û wexta ku ji çem derbas bibe bi şaşî dikeve cihekî kûr û di avê de difetise û çîrok li vir dest pê dike.

Li gor gotina bavê min ji ber ku ev strana medreseyan bûye ya kurdên fileh gotinên ku îşareta misilmaniyê ne jê derxistine. Her wekî gotinên "feqiyo" jê derxistine û li dewsa wî "Keleşo" danîne.

Her wekî di versiyona Erîwanê de gotina "Mele Îsa" jî di stranê tune. Em werin ser gotinên stranê û em ê paşiyê hinekî li ser wan jî biaxivin.

Feqiyo nobedar o

Lawiko nobedar o

Tu ji lodê were xwar o

Can dilê min emrê te

Masîko pelbelek o

Vê avê şolî mek o

Zîzanê winda mek o

Can dilê min emrê te


Feqiyo lo bi dar o

Lawiko lo bi dar o

Şev reş e diz hezar o

Can dilê min emrê te


Masîko pelşîn o

Vê avê mereşîn o

Zîzanê meêşîn o

Can dilê min emrê te


Feqiyo Mele Îsa

Lawiko Mele Îsa

Qeytanê devê kîsa

Can dilê min emrê te


Masîko pelspî yo

Vê avê meçelqî no

Zîzanê metirsî no

Can dilê min emrê te


Feqiyo pirê çêke

Lawiko pirê çêke

Cot kevrê mermer lêke

De tu navê min xwe lêke

Can dilê min emrê te

Çend versiyonên dinên vê stranê jî hene lê tu eleqeya wan û vê çîrokê bi hev tune. Lewra di wan versiyonan de tenê meqam yek e wekî din gotin ji binî ve cuda ne.

Her wekî tê dîtin ku di versiyona ku min parvekiriye de hemî valahiyên versiyona Erîwanê tije dibe. Çimkî di versiyona wê de kesî fêm nedikir bê çima nobedar e û bê çima pirê lê dike û bê çima qala diza û lodê dike.

Çîrok gelek zelal e. Zîzanê difetise û Feqî jî di nava avê de lêdigere. Û piştî vê êşê dixwaze ku pirê çêke. Ev rêzkirina gotinên stranê ji aliyê min ve hate kirin.

Yanî min li gor mantiqa xwe rêz kir ji ber ku bavê min gelek tevlihev digot û di versiyonên ser înternetê de jî her kes ji çarînek din dest pê dike. Îca em werin îdîaya min.

Li gor min ev stran di nava Feqî (Mele Îsa) û Masîko de derbas dibe lewra wexta Feqî li ser lodê nobeta dizan digre Zîzanê ji ber ku çem bêpir e tê de difetise îca "Masîko" banî "Feqî Mele Îsa" dike.

Masîko:

Feqiyo nobedar o

Lawiko nobedar o

Tu ji lodê were xwar o

Can dilê min emrê te

Feqiyo:

Masîko pelbelek o

Vê avê şolî meko

Zîzanê winda meko

Can dilê min emrê te

Masîko:

Feqiyo lo bi dar o

Lawiko lo bi dar o

Şev reş e diz hezar o

Can dilê min emrê te

Feqiyo:

Masîko pelşîn o

Vê avê mereşîn o

Zîzanê meêşîno

Can dilê min emrê te

Masîko:

Feqiyo Mele Îsa

Lawiko Mele Îsa

Qeytanê devê kîsa

Can dilê min emrê te

Feqiyo:

Masîko pelspî yo

Vê avê meçelqîno

Zîzanê metirsîno

Can dilê min emrê te

Masîko:

Feqiyo pirê çêke

Lawiko pirê çêke

Cot kevrê mermer lêke

De tu navê min xwe lêke

Can dilê min emrê te

Dawiyê Masîko ji Feqî dixwaze ku pirekî çêke û navê xwe û wê li ser binivisîne.


(Wêne: malpera Fewzî Bîlge www.fewzibilge.com hatiye girtin)

Parve Bike

Youtube Me

'Agac Adam'

news

Li ber siya spîndarê

news

Hinarên kurdan, îstatîstîk û agahiyên girîng

news

Li ser konsera Koma Amed û Ciwan Haco 2 pirs

news

Omer Dilsoz: Lihêfka bêdengiyê

news

H. Kovan Baqî: Gotinên te stêrk in Nowalîsa

news

Diyarname Nûçe: Pirtûkeke nû a Îrfan Amîda Zenge şev #podcast #diyarname20salîye

news

Diyarname nûçe:Bi hezaran kitabê kurdî hêvî wendoxanê xwu yê #podcast #diyarname #diyarname20salîye

news

Hogir Berbir: Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

news

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Diyarname:Pirtûkeke helbestan, “Sola Qetiyayî” derket #diyarname #diyarname20salîye

news

Dilşêr Bêwar: Ez baş im

news

Yeqîn H.: Bîr

news

Kobanî û Cebelîtarik

news

Mesûd Qeya: Ro li ava ye

news

Omer Dilsoz: Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

news

Festîvala FîlmAmedê bi xelatdayînê bi dawî bû #diyarname20salîye #podcast #diyarname

news

Film: Fîlmê Adîle Naşît tê

news

Dor 60 helbestên li ser evînî

news

Rewşa Îsmaîl Beşîkçî, 28.09.2025

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 12 11 2025

Ji laşê Xwezayî heta Laşê Kolonîzekirî

news
  • 09 11 2025

Bijî serê heshesok

news
  • 07 11 2025

Stranbêjên kurd çima stranên gelêrî xirab dikin?

news
  • 26 10 2025

Dahûrîna Derûnkolînerî (Psychoanalysis) ya Frantz Fanon bi Neynika Kurdî

news
  • 21 10 2025

'Beybûnên Yasemînê' ya Ferhadê Mihemed

news
  • 20 10 2025

Li ser 'Dojeha veşartî'

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Çavên nivîsê ranazên

  • H. Kovan Baqî
news

Mirov çawa dibe nivîskar?

  • yeqîn h.
news

Asyaya me

  • Kadir Stêra
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
news

Kîjan rastî?

  • Dilşêr Bêwar
news

Pelê darê û nefesa bê

  • H. Kovan Baqî
news

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • Kazim Polat
news

‘Helal Et’, ‘Helal Kurdçe’

  • Cemil Oguz
news

Lihêfka bêdengiyê

  • Omer Dilsoz
news

Gotinên te stêrk in Nowalîsa

  • H. Kovan Baqî
news

Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

  • Hogir Berbir
news

Ez baş im

  • Dilşêr Bêwar
news

Bîr

  • yeqîn h.
Ev jî hene
ad

Li Spanyayê berhemê herî kevn ê Shakespeare li arşîva dibistanekî hat dîtin

ad

Pirtûka Şêrko Bêkes ‘Niha keçek Nîştîmana Min e’ bi kurmancî derket

ad

Rêya televîzyonên taybet ji bo kurdî vedibe

ad

Li Kobanî ‘Mîrîcana Wêjeyê’ tê li dar xistin

ad

Bulgaristan de Borissov bi ser kewt

ad

Fîdal Castro jî ji vê dinyayê çû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

​​​​​​​PDK'ê 29, YNK'ê 18 kursî girtine

  • 11 11 2025
news

Romaneke nû 'P.Z 40' derket

  • 10 11 2025
news

Ji laşê Xwezayî heta Laşê Kolonîzekirî

  • 12 11 2025
news

Li Batmanê pevçûn, 2 kes mirin, 5 birîndar hene

  • 10 11 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname