logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

8 belgefîlmên derhênerên kurd têne nîşandayîn

Di çarçoveya 12'yemîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist de 8 belgefîlmên derhênerên kurd ên li ser kurdan hatin

  • Dîrok: 12/06/2019
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Di çarçoveya 12'yemîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist de 8 belgefîlmên derhênerên kurd ên li ser kurdan hatine kişandin hene. Hin yekem car li vir têne nîşandayîn, hin berê jî hatine nîşandayîn. Ji van didu li ser Heskîfê ne "Aether" û "Şînek ji bo Heskîfê". Her du belgefîlm 20 mehê saet 19'an de li dû hev li heman cihî têne nîşandayîn. Didu li ser du dayikên kurd, yek jê li ser Mirazê ku 30 salan di rojnameya Rya Teze de xebitiye... Her wiha her li ser karkeran, yek li ser windakirina kurdan û yek jî li ser perwendehiya bi kurdî ku kurd bi xwe malên xwe dikin dibistan.

Ev belgefîlmên cur bi cur ên di bernameya Documentarist de me ji bo we dan hev.

Vane ew 8 belgefîlm:

"Diyalog" ê Selim Yildiz 

Gelek diyak kurê wan berê xwe dan çiyan û ew jî çavlirê man. Yek ji wan jî dayika Besna ye ku kurê wê Enes çûye. Belgefîlm dikeve nav rêwîtiya jiyana vê dayikê.

Roja nîşandayînê: 15.06.2019, Saet 17.00, Sînemaya Yeşîlçamê

"Dayika Meryem" 

"Meryem Ana" (Dayia Meryem) belgefîlmê Hasan Ete ku li ser çîroka Dayika Meryem hatiye kişandin. Dayika Meryem deh zarokên xwe zewicandine, mêrê wê miriye, ligel wê tenê keça wê maye û ji bo bi tenê nemîne wê dane mêr.

Roja nîşandayînê: 16.06.2019, Saet 15.00, Sînemaya Yeşîlçamê

"Miraz"

Sê kesan  Aylin Kizil, Lezgin Kanî, Serdar Bayram belgefîlmê bi navê "Miraz" kişandine. Miraz kurdekî ye ku ev 30 sal in di rojnameya Rya Teze de dixebite. Di belgefîlm de çîroka Miraz heta Rya Teze û heta çîroka kurdên êzîdî dertê pêş.

Roja nîşandayînê: 16.06.2019, Saet 19.00 Sînemaya Yeşîlçam

"Her mal dibistanek"

Dema perwerdehiya bi kurdî nîn be dê kurd çi bikin? Ji van kurdê ku xemxurên zimanê kurdî de malên xwe dikin dibistan. Belgefîlmê derhêner Ardîn Dîren jî balê dikişîne ser vê çîrokê.

Roja nîşandayînê: 17.07.2019, Saet 17.00, Sînemaya Yeşîlçamê


"Şeva Xîzê" 

"Kumun Gecesi" (Şeva Xîzê) ji aliyê Alî Ergul ve hatiye kişandin. Belgefîlm balê dikişîne ser karkerên ku di atolyeyên kotpantolon de dixebitin ku ev karker ji ber vî karî bi nexweşiya Sîlîkozîs dikevin û dimirin.

Roja nîşandayînê: 19.06.2019, Saet 17.00, Sînemaya Yeşîlçam

"Bîr"

Di salên 1990'an de gelek kurd hatin binçavkirin û windakirin. 7 kesên ji wan ji Kerboranê têne birîn û têne windakirin. Hestiyên wan di bîrê de têne dîtin. Belgefîlm li ser vê bûyerê hatiye kişandin û pêre windakirinên wan salan derdixe pêş. "Bîr" ji aliyê Veysî Altay ve hatiye kişandin.

Roja nîşandayînê: 19.06.2019, Saet 19.00 Sînemaya Yeşîlçam

"Aether" 

"Aether" belgefîlmekî derhêner Rûken Tekeş e. Di fîlmê bêdiyalog de derhêner kameraya xwe da ye ber xweza, av û dîmenên Heskîfê û ew kişandine.

Roja nîşandayînê: 20.06.2019, Saet 19.00, Sînemaya Yeşîlçamê

"Şînek ji bo Heskîfê"

"Şînek ji bo Heskîfê" (Hasankeyf'e Agit) belgefîlmê derhêner Firat Erez e. Belgefîlm berê xwe dide Heskîfê ku hikumet dixwaze di bin bendava Ilisûyê de bihêle.

Roja nîşandayînê: 20.06.2019, Saet 19.00, Sînemaya Yeşîlçamê

**

Têbinî: Ji bo yên bixwazin temaşe bikin hêsantir bibînin li gor dîroka nîşandayîna belgefîlman ev rêzkirina hatiye çêkirin.

 


Çîroka dayikek kurd "Diyalog" ji aliyê derhêner Selîm Yildiz ve hatiye kişandin.

 

 

**

Nûçeyên Eleqedar:
- 
Documentarist amade ye

- Belgefîlmkarê îngilîz Sean McAllister tê 

 - Serîlêdanên ji bo atolyeya 'Anîma-Doc' dest pê kir

- Documentarist li benda belgefîlmên we ye  

 

** 

www.bizebiletal.com

   

Parve Bike

Youtube Me
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

news
  • 04 06 2026

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

news
  • 03 06 2026

Festîvala Fîlman a 'Uçan Supurge' dest pê kir

news
  • 24 05 2026

Derhêner Mungiu cara diduyan Palmiyeya Zêrîn girt

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Xelata Ayşenur Zarakolu hat dayîn

ad

Li Mêrdînê Festîvaleke din li dar dikeve

ad

Rutkay Azîz xelata xwe da TTB'ê

ad

Li Agirî û Norşînê dengdana di bin zexta polîsan

ad

Jina herî dirêj û ya herî kurt a dinyayê hatin ba hev

ad

Li Silêmanî Festîvala Çandî ya Endêşe li dar dikeve

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname