Luqman Guldivê
Berî bi 20 salan gava min dersa kurmancî li paytexteke ewropî dida, piraniya wan xwendekarê zanîngehê qederê 14 kesan dihatin sinifa ji bo mezinan. Gelekan ji wan xwe hînî nivîsandin û xwendina kurmancî kir, hinekan ji wan jî ji destpêkê ve xwe hînî axaftina kurmanciyê dikir. Ez ê bi berfirehî li ser vê careke din binivîsim, ji ber ku xwendekarên min hemû ji mala xwe heger bi kurmanciyê bizaniya, bi ya Berferatê dizanîn û min karî çavdêriya gelek helwestên wan ên beramberî zimanê wan ên cihê hebûn ku hêjaya mirov li ser binivîse. Lê li vir ez ê behsa xwendekarekî xwe bikim, bêyî ku navê wî hildim, jixwe di meseleyê de ne navê wî lê helwêsta wî wekî nimûne muhim e.
Ez behsa kesekî muhterem dikim; ew mirovek e îro jî ji bo civaka xwe gelek dem û derfetên xwe amade dike. Berî bi bîst salan dixwest xwe hînî kurmanciya di çapemeniyê de belav bike, lê wî bi xwe bi kurmanciya Berfiratê dizanî. Min jê re got, gava ew xwendin û nivîsînê ji hev derêxe, ew ê bi rehetî karibe ji kurmanciya ragihandinê jî fêm bike û bixwaze hînî axaftina wê jî bibe. Di nava 5 mehan de xwe fêrî xwendin û nivîsîna kurmanciyê kir, metnên hinekî besît rehet ji hev derxistin. Vîzeya min xilas bû û nehat nû kirin, û paşê haya min jê nema, ka çi qasî din çû dersê yan dersê dewam kir yan na.
Berî çendekê pê ilam bûm, bi tirkî metnên edebî dinivîse. Kalîteya wan metnan çi ye, çi nîn e ne meseleya min e. Başî û xirabiya wan jî. Lê terciha nivîsandina bi tirkî ji bo kesekî êdî navsere ku heta emrê dibistanê bi kurdî tamijkî heyatê, malbatê û gund bûye, ji bo min mesele ye. Çima ne kurdî? Çima ne terciheke ku bi kêra wî zimanê li devera wî êdî li ber qirbûnê ye, were? Çima li paytexteke ewropî ne bi zimanî wî welatî, lê bi tirkî?
Min xwe negirt û xwe gihandiyê û ji wî re jî got. Tam nikaribû rave bike, lê ya min jê fêm kir, bi Ttirkî dikeve nav civakeke firehtir û di nava vê civakê de dibe xwedî prestîjekê. Heger bi kurdî bike, wê civaka pê bihese piçûk be, pê re jî mekanê vê prestîja hanê. Min ev fikra xwe ji wî re jî got. Wî jî rabû, got, niha ew bi îngilîzî metneke edebî dinivîse û dixwaze wê metnê wergerîne (yan jî bide wergerandinî) kurmanciyê û belav bike. Heta ew ê xwe bide ber bêhtir belavkirina vî metnê kurmancî li gorî yê tirkî. Ji ber ku ew van metnan bi hunerên performansê belav dike, divê şexsî gelekî pê dakeve. Li gorî soza wî, ew ê ji bo metna kurmanciyê, bêhtir xwe biêşîne.
Rast e, min xwe hinekî bêfihêt kir û gotina xwe jê re got, ez nizanim, ka ji ber deqerûbûna ka ji ber ku bi rastî jî ew jî pêhisiya ku di helwesta wî de aliyekî ecêb heye. Ji bo siberojê, soza guhertina vê helwesta beramberî zimanê xwe da. Ya xêrê. Lê ez vegerim meseleyê. Çawa dibe helwesta me ya beramberî zimanê me, wekî golikeke havîkirî be, wekî dostekî silbûyî be! Çawa dibe ku zimanê serdestên me, ew ên ku zimanê me li me qedexekirin û bi siyaseteke ziman a sîstematîk zimanê me ji mêj ve ye ku qir dikin, dikare li dîasporayê jî bibe terciha me ya zimanê rojane, zimanê siyasetê, zimanê edebiyatê! Ez wekî pirs na wekî ecêbekê dibêjim vê yekê, ji pirsê û wê de bersiva wê min ditirsîne û dike ku nîşana baneşanê daynim. Bi ya min rast e mirov vê ecêbmayîna xwe jî û vê fikara xwe jî kesên li derdora xwe re bibêje.
20.01.2020, Yenî Ozgur Polîtîka
**
Têbiniya Diyarnameyê: Sernavê nivîsê me guhartiye


