logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran
  2. Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû
  3. Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan
  4. Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî
  5. Agahiyên der barê kuştina Samî Şêx Huso de
news-details

Silav li Newroza berxwedanê!

Îro gotin a Newrozê ye êdî… Îro gotin a agir e; ew agirê di efsaneyeke ku bi hezaran salan berî niha de, ji bo banga be

  • Dîrok: 20/03/2011
  • Beş: Serbest

Vedat İlbeyoglu

Îro gotin a Newrozê ye êdî…
Îro gotin a agir e; ew agirê di efsaneyeke ku bi hezaran salan berî niha de, ji bo banga berxwedan û azadiyê hatiye vêxistin…
Îro gotin a cejna Newrozê ye; ew cejna wan mirovên ku di deryaya rengên kesk, sor û zer de bûne pêlên agirîn…
Îro gotin a cejna berxwedanê ye…
…
Kawa yan jî Dehaq, ew taybetiyên wan ên ku ji destanan re bûne mijar rast in gelo?
Dema ku em li wateya efsaneyê ya ku xwe dispêre vegotinan, a di nava jiyana civakî ya miletekî de pêk hatiye dinêrin, tu girîngiya vê pirsê namîne bi rastî. Realîteya civakî ya ku ji efsaneyê ber bi îro ve tê, Newrozê, ji çeperên “çîrokek zemanê berê” derdixe, tîne datine meydana roja me ya îroyîn û kaneya ku wê dide jiyandin destnîşan dike. 
Yanî xwe bispêre bi sedsalan berî niha jî, bi riya vegotinê gihiştibe roja me jî, îro hê jî di efsaneyê de aliyekî wê yê dijî heye. 
Aliyê Newrozê yê dijî ev e.
Kawayê Hesinkar, bi agirê ku pêxistibû ji bo “roja nû”, ji bo azadiyê bangî mirovan kiribû. Ango, mirov vexwendibûn jiyaneke azad.
Tişta bû sedem ku berxwedana Kurdan Newroz gihand roja me jî, a ev lêgerîna azadiyê, ev têkoşîna azadiyê ye. 
Êdî rengên kesk, sor û zer ên ku wan qadan rengareng dixemlînin wekî çîçekan…
Agirên ku tên vêxistin, govend û tilîlî…
‘Beyankirina îradeya’ der barê nasname û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e.
Newroz, rewşa daketina qadan a nasneya gelê Kurd e êdî.
Kawayê Hesinkar jî navê wê temarê ye ku wê Kurdan bi hemû gelên herêmê re di nav heman çemî de bîne bal hev, giyan bide kedkaran û her tim dijî zilmê biherike.
Tişta pergala ku Kurdan tune dihesibîne wekî ‘çareserî’ nîşan dide jî bi çi awayî dibe bila bibe, ziwakirin û qutkirina vê temarê ye.  
Newroz, berxwedana li dijî vê yekê ye.
Çalakbûn û wêrekî, bêhnfirehî û bi xwe bawerbûna mezin…
Em aştiyê dixwazin lê nasnameya xwe jî…
Ger hûn dikarin çareser bikin pirsgirêka Kurd çareser kin, lê hûn nikarin me belav bikin…
Û hûn me neçarî sedeqeyê bikin jî, hûn nikarin wijdana me ya serî hildaye bikirin.
Tişta ku di Newrozê de tê gotin ev e…
Ev dengê mirovê berxwedêr e…
Guh bidin vî dengê ku dike qêrîn…
Kîjan ‘çareserî’ dibe bila bibe, kîjan nîqaşa ‘makeqanûna nû’ dibe bila bibe, yên ku vê reaîleteya Kurd a bûye Newroz nebînin, wê nekarin tu tiştekî bikin.
Hewldana wan wê bi kêrî tu tiştekî neyê.
Hê jî yên ku vê rastiya bi salane qadên Kurdan bi agirê Newrozê vedibêjin fêm nekiribin hebin, îro bila careke din bala xwe bidin Amed û Kazlıçeşmeya Stenbolê.
Bila bala xwe bidin wan qadan ku reng bi reng hatine xemilandin.
Deryaya rengên kesk, sor û zer; û pêlên agirîn…
Bila bala xwe bidin cejna mirovên berxwedêr…
Yên mayî jî jixwe Newroz vê nîşan bide…
Bi zimanê xwe…
Bi zimanê berxwedanê…
Gelek şikur ku,
Mirov, hê li ber xwe dide…
Silav li berxwedanê be!
Berxwedana Newrozê Pîroz be!

Werger (Kürtçeye çeviren): Dawud Rêbiwar

vedatilbey@yahoo.com


Ji rojnameya Evrenselê hatiye girtin

**

Têbiniya Diyarnameyê: Rojnameya Evrenselê rojnameyeke çepgir e û li Tirkiyeyê bi tirkî weşanê dike. Nivîskar Îlbeyoglu ji bo Newrozê nivîsa xwe ya quncik ya îro daye wergerandin û ev nivîs bi kurdî di rojnameyê de hatiye weşandin.

 

Parve Bike

Youtube Me

Hecî Bûbê

news

Meseleya Tabelayên Bi Kurdî: Nijadperest çima aciz in, çapemeniya kurdan çi dike?

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2026

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news
  • 10 09 2026

Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî

news
  • 08 09 2026

Çîroka Şehîdekî Bêkes

news
  • 03 09 2026

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
  • 03 09 2026

Bi nêrîneke derûnkolerî (Psychoanalysis) fîlmê 'The Post'

news
  • 25 08 2026

Mamoste bi şagirtê xwe yê 14 salî re bêtirî 20 caran raza: Gelo hûn dizanin ji ku ye?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Pêşmergeyên nû ber bi Kobanî ve hatin şandin

ad

2025: Weşanên Şilêr îsal 70 pirtûk çap kirin

ad

Evdile Koçer li ser çîroka xwe diaxive

ad

Hêzên Suriyê li Newroza Reqayê 3 kes kuştin

ad

Enstîtuya Goethe bi zordariyên siyasî re rû bi rû ye

ad

Manchester City û Interê nîvê derî vekir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

  • 11 09 2026
news

Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû

  • 10 09 2026
news

Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan

  • 11 09 2026
news

Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî

  • 10 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname