logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Xelata Erdal Oz didin Jale Parla

Erdal Oz nivîskar û weşanger bû, xwediyê Weşanên Canê bû. Oz di sala 2006'an de wefat kir. Piştî wefata wî Weşanên Canê

  • Dîrok: 28/09/2020
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname

Erdal Oz nivîskar û weşanger bû, xwediyê Weşanên Canê bû. Oz di sala 2006'an de wefat kir. Piştî wefata wî Weşanên Canê li ser navê wî "Xelata Wêjeyê ya Erdal Oz" dide. Îsal sal vê xelatê didin akademisyen, nivîskar Jale Parla.

Ji bo diyarkirina xelatê îsal di bin serokatiya  Oguz Demiralp de ji Sibel Irzik, Cemil Kavukçu, Omer Turkeş, Metin Celal, Nilufer Kuyaş  û Faruk Duman juriyê nirxandine kiriye û gihîştiye encam. Juriya vê xelatê her sal kesek jê tê veqetandin û kesek nû dikeve cihê wî/ê. Juriyê ji bo 13'yemîn Xelata Wêjeyê ya Erdal Oz nivîskar û akademisyen Jale Parla guncav dît.

Lijneyê ji bo Parla wisa gotiye: "Wê akademî û wêje aniye ba hev ku di vir de serketî ye. Li ser wêjeya tirk wê venirxandin û rexneyên xweser kirine ku ji aliyê lêkolînên çandî û ji aliyê danberheva wêjeyî ve bi dewlemendî qadên nû vekirine. Ji ber van yekan ew hêjayî xelatê hatiye dîtin."

Ji sala 2008'an ve ev xelat tê dayîn. Ligel peykerek ku Handan Boruteçene dîzayna wê dike, 15 hezar TL jî pere wekî xelat tê dayîn.

Hat gotin ku ji ber Covid-19 îsal dê merasima xelatdayînê çênebe, bi taybetî dê xelatê bigihînin ber destê Parla.

Heta îro van kesan ev xelat girtiye: Gulten Akin, Nurdan Gurbilek, İhsan Oktay Anar, Şavkar Altinel, Murathan Mungan, Cemil Kavukçu, Kuçuk İskender, Orhan Pamuk, Orhan Koçak, Cevat Çapan, Adalet Agaoglu, Latife Tekin

Erdal Oz kî ye?

Weşanger û nivîskar Oz di sala 1935'an de li Yildizeliya Sêwasê hatiye dinê. Li Enqereyê Zanîngeha Hiqûqê xwendiye. Piştî 12'yê Adara 1971'ê sê caran hat girtin û li wir Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan nas dike, çîroka wan dinivîse. Oz di gelek kovaran de nivîsî û di sala 1981'ê de Weşanên Can vekir. Heta mir 25 salan gelek pirtûk weşandin. Wî bi xwe jî roman, çîrok, gername, pirtûkên zarokan bi ser 20'î de pirtûk nivîsandin. Oz roja 6'ê gulana 2006'an li Stenbolê wefat kir.

Jale Parla kî ye?

Teorîsyena wêjeyê û rexnegir Jale Parla di sala 1945'an de li Stenbolê hatiye dinê. Ji Kojela Robert mezûn bûye, di sala 1978'an de li Zanîngeha Harvardê li ser wêjeya danberhev doktoraya xwe temam kiriye. Di navbera salên 1976-2000'î de li Zanîngeha Bogazîçî di beşa Zimanên Rojava û Wêjeyê de hîndekarî kiriye. Hê jÎ li Zanîngeha Bîlgî di beşa Wêjeya Danberhev de hîndekariyê dike. Heta niha ev pirtûkên wê derketine:

- Efendilik, Şarkiyatçilik ve Kolelik / İletişim / 1985

- Babalar ve Ogullar/Tanzimat Romanının Epistemolojik Temelleri / İletişim / 1990

- Don Kişot´tan Bugune Roman / İletişim  / 2000

- Turk Romaninda Yazar ve Başkalaşim /İletişim / 2011


Parve Bike

Youtube Me
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

news
  • 04 06 2026

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

news
  • 03 06 2026

Festîvala Fîlman a 'Uçan Supurge' dest pê kir

news
  • 24 05 2026

Derhêner Mungiu cara diduyan Palmiyeya Zêrîn girt

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

2011: Fîlmê salê 'Bir Zamanlar Anadolu'da' ye

ad

Emma Watson mîlyonek sterlîn diyarî kir

ad

Bavê nivîskar Sebrî Silîvanî wefat kir

ad

Ev fîlm ji bo Kozaya Zêrîn dê bikevin pêşbaziyê

ad

Juriyên Festîvala Fîlman a Sûc û Cezayê eşkere bûn

ad

Li paytexteke ewropî çima ne bi zimanî wî welatî, lê bi tirkî?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname