Diyarname
Her ku encamên nirxandinên şêwra komên wêjeyî ji bo me bêne şandin em diweşînin. Vê nirxandinê jî bêyî em dest bidin em pêşkêş dikin. Komên şêwrê yên din jî her ku encamên civînên xwe bişînin emê biweşînin.
Ev şêwra Koma Xwendinê ya Amedê 11'ê mehê li dar ket. Endamên komê tiştên hatin axivîn rêz kirin û bo me şandin. Em sipasiya wan dikin û serketinê bo wan dixwazin.
Fermo ji wê civînê tiştên derketine pêş:
Koma xwendinê ya Amedê bi nirxandina pirtûka Şêxo Fîlîk ‘’Ew Ne Ez Bûm’’dest bi sala nû kir. Di yanzdehê mehê de roja duşemê bi tevlîbûna nivîskar, mêvan û endamên komê şêwira xwe pêk anîn. Di serî de moderatora şêwirê Seyhan dest bi axaftinê kir û got: Di serî de Şêxo Fîlîk,mêvan û endamên komê bi xêr hatine. Beriya em dest bi şêwirê bikin ez dixwazim bi çend peyvan qala rêbaza komê bikim di serî de heval mafê axaftinê digirin erenî yan jî neyînî li ser pirtûkê çi difikirin tînin ziman pirsên wan hebin pirsên xwe dikin,piştî axaftina hemû hevalan dor tê li ser nivîskar û êdî nivîskar bersiva pirsan dide yan jî bixwaze parastina pirtûka xwe dike.
Piştî axaftina Seyhanê nivîskar jî ji bo organîzeya vê şevê spasiya hemû hevalan kir û dest bi şêwira xwe kirin.Seyhan got gava em rû bi rû dicivin kî nêzîkî nivîskar rûnîke ew dest bi axaftinê dike niha jî dîmena mamoste Ehmed û Eyşeyê li ber nivîskar e ji wan herduyan bila yek dest bi axaftinê bike. Mamoste Ehmed dest bi axaftinê kir û got: Ez dixwazim ji bergê dest pê bikim,di berga ewil de du mirov hene serê wan cuda ne lê gevdeya wan yek in,di berga dawî de tê gotin ev pîrtûk li gorî rêbaza kolajê hatiye nivîsîn belkî ev pirsek be gelo ev berga ewil du serî li ser lîngek sekînîne ew jî li gorî kolajê hatine bi cîh kirin? Nivîskarê me tarzek nû ceribandiye ji klasizmê dûr ketiye,di vê ceribandinê de xal jî bikarneaniye tenê bêhnok hene cih bi cih jî sê xal hatiye bikaranîn.Gava em tên li ser çîrokan çîroka dawî beravajî hatiye nivîsîn,em werin li ser tevna çîrokan rasterast çîrok tune ne,tiştên bala min kişand di çîroka yekemîn û di çîroka dawî de navekî hevpar heye ‘’ Hemze’’gelo xwestiye hevpariya çîrokê wisa çêke? Di pirtûkê de çîrok tune ne lê xwestiye hinek tiştên bîne ber hev bi wan kolajê çêke mesela gava qala mînareya çar ling dike belkî Tahîr Elçî were bîra me,gava qala şîlfûtazî dike belkî Dayika Taybet were bîra me. Ez dixwazim ji nivîskar bipirsim mebesta nivîsîna vê pirtûkê çi bû? Bi vê pirsê mamoste Ehmed gotina xwe qedand.
Mafê axaftinê Eyşe girt û got:Mamoste di serî de tu bi xêr hatî. Mamoste Ehmed got çîrok tune ne lê gorî min ev pirtûk di nav xewn û xeyalan de derbas dibe. Mijarên li serê Kurdan derbas bûne mijar şêhîd bûyîn,koç kirin,ji welat bûyîn ji al bûyîn ev mijar di hinek pirtûkan de bi bûyerê ve tê bikaranîn di vê pirtûkê de bi xewn û xelayan teknîka herîkandina hiş (bilinç akışı) hatibû bikaranîn. Rûpelên pirtûkê kêm bûn lê tehmekê wêjeyî têde hebû,carinan mirov di nav pirtûkê de wenda dibû bawer im nivîskar jî vê tiştê xwestiye bike. Di çîroka ewil de ez bûm di wir de Hemze qala çîroka xwe ji me re dike. Vebêj şoreşgerekî miriyê û diaxive. Em dikarin bibêjin nivîskar miriyan dide axaftin,tiştên bê rih dide axaftin,zarokek beravajî diaxive dide axaftin,derûniya van kesan dike mijar,beşa dawî xwendina wê zehmet bû lê ji bo min ceribandinekê serkefî bû. Em bi xwe ketin cihê wî karakterî. Beşa duyemîn de jî em dibînin bavê keçikeke dimire em dizanin ev keçik jî şoreşgerek e.Mijar veşartîbû, di rûpela 28an de herf kêm hatibûn bikaranîn min li ber xwe nîşe girtiye û gotiye min tiştek fahm nekir nivîskar bixwaze dikare bersiv bide.Çiroka sisiyan mijara valakirina gund hatiye bikaranîn.Di çîrokekê de nivîskar bi hişê xwîner re lîstibû. Li gorî min çîrokê bêhtir bêhna romanekê jê dihat ceribandinekê serkeftî bû.Bi van gotina Eyşeyê axaftina xwe qedand.
ŞÊXO LI SER HER PEYVEKÊ SEKINIYE
Piştre Seyhanê mafê axaftinê da mêvanê komê Bîlal (însiyatifa Ronakê) Bîlal wîsa dest bi axaftina xwe kir û got: Min pirtûk xwendiye lê ez ê zêde neçim kurahiya wê çimkî min vê pirtûkê gava nû derket xwendiye dibe ku hinek tişt ji bîra min çûbin. Pirtûk di forma postmodern de ye,ez bawer im formên wisa di pirtûkên postmodernên cihanê de jî hatine bikaranîn. Pirtûk bi tarza kolajê hatiye nivîsîn kolaj ne ew tişte ku em êdî red bikin,ev pirtûk jî pişta xwe dide pirtûkên beriya xwe û pişta xwe qewîmtir dike. Duristkirina her peyvekî de diyar e Şêxo li ser sekiniye.Heft çîrok hene 63 rûpel in lê berhemek gelek tîr e. Ez dikarim ji bo vê berhemê ev bibêjim mirov di her xwendinê de tiştên nû dibîne,min çîroka ewil neh caran xwendibû xwendina herî min jê tehm girtibû xwendina nehan bû ez bawer im ez carek jî bixwînim ez ê tehmekê dîtir jê bigirim. Mirov dikare di pirtûkê Rênas Jiyan bibîne Evdila Pêşew bibîne mirov dikare xeynî vana jî gelek şair û nivîskarên din jî bibîne. Şêxo hinek gazincan jî ji nivîskar û şairên kurd dike. Di pirtûkê îşlikeke sorê utînekirî derbas dibe bawer im bi me yekî jî xerîb nayê. Ez li ser çîroka gotinên nîvcomayî gelek sekinîbûm û hemû hevok jî tên temam kirin. Mirov gava dixwîne zehmetiyê dikêşe bawer im nivîskar gotiye xwendina vê pirtûkê ne ewqasî hêsan e. Bawer im êdî pirtûkên wisa derkevin pêşberî me êdî ji klasizmê dûr dikevin. Pêwistiya vê yekê jî heye. Di çîroka dawî de nivisên beravajî zehmetiyê dide xwendina berhemê kedek dixwaze,berhem dibêje gava min dixwînî bi min re mijûl bibe bala xwe bide min ji bo ji min tehmê bigirî yan na tu yê min daînî cihek û nexwînî yanî tu ne layîqî min î. Xwezî formên cudatir jî bihata ceribandin yên ku qet nehatine ceribandin. Ez dixwazim bipirsim formên ku qet nehatine ceribandin çima nehatine ceribandin? Û bi van gotinan Bîlal axaftina xwe qedand.
DI XWENDINÊ DE MIN ZEHMETÎ KIŞAND
Piştî Bîlal endamê komê Mirad mafê axaftinê girt û got:hevalan gelek tişt gotin di derheqê berhemê de birastî di xwendinê de min zehmetî kişand jixwe hevalan jî balkişandin li ser zehmetiyê bawer im nivîskar jî xwestiye vê bike. Di pişta pirtûkê de qala kolajê dike. Kolaj divê hemû çîrok li hev zêde bibin lê ez di vê pirtûkê de li hev zêdekirina hemû çîrokan tê negihîştim. Bi xwendinê ez tênegihiştim min got divê ez têbigîhijim min hinek lêkolîn kirin. Berhemek min kiriye destê xwe ez tênagihîjim û ez di nivê berhemê de dibêjim ji bo ez têbigîhijim divê çi bikim? Ez gava berhemekê digirim destê xwe ez ê li ser lêkolîn bikim û hîn bixwînim ez bi wê niyetê nagirim destê xwe,ev xebatekê lêkolîniye. Ev berhem ji bo ceribandinê gelek hêja ye lê ji bo meriv bixwaze bi kesan bide xwendin ew zehmet e,der û dora min gelek kes hene ez difikirim gelo ez dikarim bi kî bidim xwendin? Ev ê kî bêje ez vê pirtûkê tehm digirim û ez ê bixwînim? Hevokên gelek tîr hatine bikaranîn min pirtûkê digirt û ez li ser difikirîm. Heval Eyşe jî balê kişand têde herikîna hiş hatibû bikaranîn. Li gorî min cerebayekê herka hişî ye. karekterên li ser herka hişî tevdigeriyan nedişibiyan hev. Ez di vê pirtûkê de gihîştim ferqa monologê û herka hişî. Di herka hişî de xalbendî tune,rêziman tune hevok ne mecbûr e li gorî rêzimanê be. Di hiş de çawa herîkî be wisa tê gotin,bûyer xwe fireh nake kûr dike û hwd…gava min ev tişt derxist belê berhem li teknîka herîkina hiş tê. Li gorî min di nava pirtûkên kurdî de pirtûkekê bi vê teknîkê hatibe nivîsîn ez laqeyî ji vê berhemê serkeftitîr nehati me. Di çîroka dawî de hinek tişt rast hatibûn nivîsîn hinek beravajî di nav wan de sîstematîkek tune bû, di encamê de tiştek nû ye mirov divê raweste bifikire gelo berhemek ewqas tişt dikare di nav xwe bihewîne? Ne ji bo koma xwendinê bûya ez ê çiqas bikaribûma ewqas tevlî pirtûkê bibim? Ez di wê hêlê de lê dinêrim û bi dawî axaftina xwe anî.
NIVÎSKAR RABÛYE ÇÎROK PARÇE KIRINE
Piştî mirad endama komê Xecê dest bi axaftinê kir û got: gava min ev kitêb xwend bi min re kelecanekê çêbû,ez bêjim kelecanekê çawa çêbû ez berhemekê serê min diêşîne dixwînim û ez berhemên serê min bişînin hez dikim piştî xwendina pêncî şêşt romanên me xwend gerek hinek berhemên serê me diêşinin em bikaribin bixwînin vê kitêbê ev hest bi min da hest kirin. wek kronolojik mijar rêz nekiriye,di nav mijarê de dem tune ye,çîrokeke serî heta dawî qal nekiriye,navê cureyê berhemê wek çîrok hatiye dayîn. Karekterê çîrokekî çîroka din de dibe karekterek yan jî metaforek yan jî peyvek tiştekî vê çîrokê di çîroka din de dibe tiştekî temamker. Kolaja berhemê gelek bala min kişand çima bala min kişand nivîskar bi me re lîstiye çawa listîye rûniştiye û çîrok hemû perçe perçe kiriye û hemû belav kiriye wekî yapbozekê û ji me re jî gotiye de rûnî vê çîrokê temam bike yanî me daxîlî nava çîrokê kiriye ez wisa bêjim ,tiştekî din jî ew meseleya daxilkirina xwinerê yan nava pirtûkê nivîskar hemû tiştan bibêje tiştek ji xwîner re namîne nivîskar bi xwe nakeve nav karakterên çîrokên xwe wan bi hişên wan dide xeberdan, bi vî awayî em rasterast nivîskar na karakterên nîvîskar dixwînin nivîskar nakeve navbera me û karakteran, tiştên ku çîrokan bi hev ve girêdidan hebûn îşlîga sor seata reş gotinên dayikê tirsa wendakirina bav van tiştan hemû çîrok bi hev ve girêdabû. Meseleya karakterên nivîskar atmosferekî pir rengî çêkiribû mesela zarokek wek zarokek diaxivî mêrekî gundî wek xwe dipeyîvî em bibêjin dayikek gava zarokê xwe re dipeyîvî wek dayikek xeber dida. Di nav peyva de jî kolaj kiribû. Tiştekî min fahm kir em dibêjin çîrokek tune bû jixwe meseleya çîrokek nîn bû bandor û hestên wê çîrokê dabû me. Demekê sabît tune bû di nav demekê de derbasî demekê din dibû kevanek vedikir derbasî tiştekî din dibû ev tişt elbet xwendina berhemê zehmetir kiribû lê mejiyê me aktiftir faaltir dikir. Ez îtîrafek bikim min çîroka ewil xwend piştî ez derbasî çîroka diduyan bûm min çîroka ewil sê caran xwend min ji xwe re got baldar bixwîn yan na tu yê her çîrokekê sê caran bixwînî. Bi min jî nîvîskar xwestiye tiştekî bicerbîne xwezî her tim nivîskarên me tiştan bicerbînin em di berhemên dinyayê de dibînin gelek tişt tên ceribandin xwezî di edebiyata kurmacî de jî gelek tişt bên ceribandin.
Piştî axaftina Xecê endama komê Xezalê mafê axftinê girt û got:mamoste tu bi xêr hatî bi tevî hevalan ez dixwazim bibêjim aliyê teknikê de hinek tişt bala min jî kişand mesela peyvên hevedûdanî pir bûn û peyvên pir dişibiyan hev min êdî dev ji bûyeran an jî çîrok berdida vana dixwend min carinan wekî stranekê bi deng dixwend bi vî awayî xwendina hevokan xweş dibû û herîkbar dibû. Çîroka dawî birastî jî zehmet bû min ew çîrok di rê de xwend di çîroka ‘’dîsgotina straneke bêgotin’’ jî min di rê de xwend ew roj birastî moralê min jî ne baş bû gotinek di çîrokê de derbas bû ‘’ îsraîl di bextê te de me êdî pif bike bes e’’birastî bi vê hevokê kêfxweş bûm di pirtûkê de hinek hevok dikaribûn derûniya me jî biguherînin,ez di xwendina pirtûkan de qal kirina bûyeran hez nakim ev berhem ji bo min baş bû herîkbar bû.
ÇÎROK BI TERZEKÎ PSÎKOLOJÎT HATINE NIVÎSÎN
Piştî axaftina Xezalê mamoste Huseyn mafê axaftinê kir û got: Ev çîrok ger çîrok be ji heft çîrokan pêk hatibû bi tarzekî psîkolojîk hatibû nivîsandin ,têde helbestî hebû şanogerî hebû û tiştekî wekî fabl min jê girt,hemû hevalan heman tişt got tarzekî nû ceribandiye ,di rûpelên hevdeh, hejdeh û nozdeh de wekî tişt an amûr behsa vebîjêr dikin, ne ku vebijêr behsa amûran dike ev tişt bi min xweş bû. Di çîroka ‘’da’’ de nivîskar cihêk vê bûyerê girtibû an min vê çîrokê di 2004 2005 an de bihîstibû min jî kî bihîstiye çawa bihîstiye nayê bîra min ji bo ku ez şanoger im min ji vê çîrokê çend tişt girtibû,çîrokê sisiyan wextê xwendinê de acizî çêdikir tarzekî din bihata ceribandin ew ê zaf xweş bûya.herî zêde kêfa min ji çîroka çaran re hat. Ez dixwazim ji nivîskar bipirsim ew çîroka dawî çima beravajî hatibû nivîsîn ev şîfre bû ev mesaj bû ev çi bû?
Piştî axaftina Huseyn mafê axaftinê mamoste Remzîye girt û got: min pirtûk xwend xwendina pirtûkê piçkî ji min re zehmet hat şeş salên min e ez berhemên kurdî dixwînim lê xwendina vê pirtûkê de ketim tengasiyê belkî ceribandinekê nû bû, ez nikarim li ser berhemê nirxandin bikim belkî ne li gorî min bû dîsa ez dibêjim mala nivîskar ava ceribandinekê weha li wêjeya kurdî zêde kiriye.
Piştî Remzîyeyê mafê axaftinê Neslîxanê girt û got: Min berhemê bi kêfxweşî xwend tarza wê li gorî min bû çend peyvên ku ez nizanibûm derket pêşberî min ez dixwazim nîvîskar ew ji me re bêje li gorî min ji çîrokê bêhtir bêhna romanê jê dihat.
Piştî neslîxanê mafê axaftinê Sevgulê girt û got: hevalan gelek tişt anîn zimên gelek tiştên min ê bigota hevalan got ez naxwazim dûbare bikim.ev çîrok çîrokên xewan ,xeman û deman bûn,şêxo li ser xewan xeman û deman sekinîbû çîroka ewil gava min xwend qala roja çarşemê dihat kirin birastî min got keçik Êzîdiye bala min herî zêde ev tişt kişand ji bo roja çarşemê ji bo wan rojekê pîroz e,gava ez di xwendinê de hinek pêş ve çûm na çîrok ne çîroka Êzîdiyan e. Çîrok gelek bi tehm bû wekî hevalan got tu pê serê xwe neşînî nikarî jê tehmê bigirî têde gelek peyam hebû karakterê esasî Hemze bû,keçikek dipeyîve biçûk e mezin dibe dikeve wê êşê. Berga kitêbê û kitêb hevdu temam dikin. yek bedenek bûn du can bûn yek keç bû yek xort bû rastî jî gava diçin ser mezel dibêjin traktorekî tê du cenazeyên ku şewitiyane li wir tu fahm dikî du kes hatine şewitandin ew bedenên ku hatine şewitandin li ser bergê xuya dike. Şexo fîlîk dixwaze ji me re ev bibêje berhem perçe kiriye wekî xaçepirsê ger hûn jîr in fermo kerem bikin perçeyan bidin ber hev ji vê çîrokê tiştekî derxin,qala çîroka pepûkê hatibû kirin li ser wêna diwêr hatibû eliqandin li mala Hemze mirov dizane ku wê derê qala birakujiyê tê kirin ,qala îxaneta mixtaran tê kirin qala bîra yusîv pêxember tê kirin ya herî balkêş dayikek e di destê wê de qutiya cixarê heye û hertim çavên wê li alê û deriye, li wir peyamek hebû şêxo xwestibû di her perçeyekî de peyamek bide. Divê di xwendina pirtûkê de mirov lê hûr bibûya yan na mirov nikaribû jê fahm bikira. Bi derxistina berhemên wisa nivîskar dibêjin xwînerên kurd çiqas pêş ve çûne çiqas dikarin serê xwe bi berhemên wisa biêşînin.
METIN DI MEJIYÊ XWÎNER DE XWE TEMAM DIKE
Piştî axaftina Sevgulê moderatora şêwrê Seyhanê mafê axaftinê girt û got: Ez gotinê zêde nekim û mafê axaftinê bidim birêz Şêxo Fîlîk
Şêxo fîlîk dest bi axaftinê kir û got: Ez spasiya we hemûyan dikim birastî jî ez ne benda nirxandinê bi vê rengê bûm ne erenî ne jî neyînî yanî nirxandinên wisa têr û tije bûm ji ber çi ji ber ku berê jî di komên xwendinê de hatibû xwendin yan jî kesên ku xwendibûn rasterast yanî gava em rûniştin nirxandin. Nirxandina vê komê erenî jî neyenî jî hevdu temam kirin. Wisa kirin ku ez tiştekî nebêjim çawa nebêjim yekî tiştekî got nirxandina yekê din bersiva kesê din bû. Ez dixwazim behsa hin tiştan bikim nirxandinên ku hatin kirin min çar tişt fahm kirin 1-kolaj 2-herikina hiş 3-ceribandineke nû 4-zehmetiya pirtûkê. Em bêjin xwendin çalakiyekê aktif e berhemên ku hatine nivîsandin bi xwendinê xwe temam dikin. ew berhem gava hêla kesê ku nivîsandiye diqede ew metîn wê derê temam nabe di mejiyê xwîner de xwe temam dike wê demê tu xwîner dewet dikî nav çalakiyeke aktîftir. Bi pirs bersiv û sohbetekê têr û tije şêwra koma qediya.


