Diyarname
Piştî maça Macaristan û Portekîzê kaptanê Portekîzê Cristiaro Ronaldo derket pêşberî. Berî biaxive Ronaldo coca-colayên li ser maseyên dan kêlekê û şûşeya avê nîşan da: "Avê vexwin".
Bi vê yekê re hîseyên Coca-cola di rojek de ji 56,10 daet 55,22. Coca-cola û vexwarinên wekî van dibin sedema nexweşiyên wekî şekir û tiştên wisa. Lê av vexwarina bingehîn a mirovan e. Ev tevgera Ronaldo wekî gavek erênî hat nirxandin.
Çend roj berê lîstikvanê Fransayê Paul Pogba jî dema ji bo maça Fransa-Almanyayê dê biaxiviya bîrayên Heineken (sponsorê tûrnûvayê) ji ser maseyê rakiribû.


