Diyarname
Platforma Susma û Documentarist bi sernavê "Belgefîlmên Dijî Sansurê Berxwe Didin" bernameyeke saz dikin. Di vê çarçoveyê de li ser zoomê dê forumek li dar bikeve û hin belgefîlmên rastî sansurê hatine jî bêne nîşandayîn.
Êvara 3'yê tîrmehê saet 20.30 de dê forum li dar bikeve. Foruma ku moderatoriya wê dê Elif Ergezen bike, dê derhêner qala sansura li ser belgefîlman bikin.
Di beşa nîşandayîna belgefîlmên rastî santurê hatine de jî belgefîlmê Çayan Demirel û Ertugrul Mavioglu "Bakur" (2015), belgefîlmê Reyan Tuvi "Yeryuzu Aşkin Yuzu Oluncaya Dek" (2014), belgefîlmê Huseyin Karabey "Sessiz Olum" (2001), belgefîlmê Veysi Altay "Nû Jîn" (2015), belgefîlmê Selim Yildiz "Bîra Mi’têtin" (2015) hene. Yên bixwazin dikarin ji ser vê lînkê de li belgefîlman temaşe bikin û her wiha ji bo zoomê navê xwe qeyd bikin:
Lînk:


