ENQERE
Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD), bertek nîşanî rojnameger û saziyên çapemeniyê yên li dijî girtina rojnamegeran bêdeng dimin da û wiha got: "Kesên sernûçeyên 'teror-press' bikar tînin rojnameger, yên tên girtin jî 'terorîst' dibînin. Em ji ber vê yekê şerm dikin. Gelo hûn?"
Lijneya Rêveberiya ÇGD'ê li ser girtina rojnamegeran daxuyaniyekî nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku 36 rojnameger bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" hatin girtin û wiha hate gotin: "Li welatên demokratîk dema hevokekî wisa bê nivîsandin mirov li bende sûcdariyên bombekirin, kuştin û sabotajê dibe. Lê na, 36 kes ji ber rojnamegerên muxalîf in û ji ber pîşeya xwe bi rêk û pêk dikin, hatine girtin. Tenê polîs muameleya terorîst li rojnamegeran nakin. Dozgerên ku pirsên 'Çima te ev nûçe çêkir? Te çima bi vî kesî re hevpeyvîn kir?'; ew dozger û dadgerên ku li ser navê 'gel' biryarê didin jî hemen muameleyê dikin û ji ber vê yekê em fedî dikin."
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em li welatê ku pirsên têkildarî girtina rojnamegeran ji rayedarên hikumetê dikin dibêjin 'ew ne rojnameger in terorîst in' dijîn fedî dikin."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji kesên hê tu tişt li holê tune nûçeyên wekî "terorîst" û "teror press" çêdikin wekî rojnameger tên dîtin lê kesên tên girtin jî wekî "terorîst" tên dîtin û hate gotin ku ew ji ber vê yekê şerm dikin.
Di daxuyaniyê de bêdengiya çapemeniyê ya li dijî girtina rojnamegeriyan jî hate rexnekirin.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Navên 36 rojnamegerên ku hatin girtin
- Gerînendeyê Azadiya Welat hat binçavkirin
- Wêneyê Hefteyê: Gultan Kişanak nûçegîhanî kir
- Dest danîn ser 1900 kasetên DÎHA'yê
- Navên rojnamegerên hatine binçavkirin
- IPI: Bila rojnamegerên hatin binçavkirin bên berdan
- Ev jî çêbû: 37 rojnamegerên kurd girtin bin çavan


