logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. ​​​​​​​PDK'ê 29, YNK'ê 18 kursî girtine
  2. Romaneke nû 'P.Z 40' derket
  3. Ji laşê Xwezayî heta Laşê Kolonîzekirî
  4. Li Batmanê pevçûn, 2 kes mirin, 5 birîndar hene
  5. Amedspor: Ma gorey biryarê TFF'î ra pankart kerd a
news-details

2011: Pirtûkên bi kurdî rekor şikand (vaye lîste)

Weşanxaneyên kurdan di sala 2011’an, di derxistina pirtûkên bi kurdî de rekorek şikandin. Vane nav û lîsteya pirtûkan:

  • Dîrok: 09/01/2012
  • Beş: NÎQAŞ

Cemil Oguz

Herî zêde îsal pirtûk hatin weşandin. Weşanxaneyên kurdan di sala 2011’an, di derxistina pirtûkên bi kurdî de rekor şikandin. Bi giştî 144 pirtûkên bi kurdî hatine weşandin.

Wekî her sal îsal jî me lîsteya pirtûkên bi kurdî yên ku li Tirkiye û Bakur derketine amade kir. Me li ser wexanxaneyên ku navenda wan li Tirkiye yan li Bakur e lîste amade kir. Mînak Weşanên Pencînar ku navenda wê li Swedê ye ji pirtûkên xwe yên folklorîk 24 heb li Stenbolê çap kirin, lê me di nav lîsteyê de cih neda wan.
Weşanxaneyên kurdan ji her salî zêdetir îsal pirtûk weşandin. Ji hin weşanxaneyan agahî negihîşt ber destê me, lê bi giştî hema hema lîste temam bû. Me lîsteya xwe wekî salên borî li ser pirtûkên bi kurdî yên bi tîpên Latînî û yên ku nû derketine amade kir.  Derxistina 144 heb pirtûkên bi kurdî (hinên ku navên wan negihîştibin ber destê me jî em bihesibînin dê 150’î derbas bibe) ev yek rekorek e. Di sala 2010’an de 115 pirtûk, di sala 2009’an de jî weşanxaneyên kurdan dîsa 115 pirtûk çapkiribûn.

Herî zêde helbest hatine weşandin

Li gor lîsteya ku hatiye amadekirin îsal 28 helbest hatine weşandin ku herî zêde helbest hatine weşandin. Dûre bi 25 heban roman tê û paşê bi 18 heban çîrok ketine rêza sêyemîn. Pirtûkên ji gotaran pêk hatî, ceribandin, pirtûkên lêkolînî, pirtûkên li ser gramerê hin ji van cureyan e ku gihîştine ber destê xwendevanan. Her wiha ferhengên girîng jî îsal derketin.

Nivîskarên ku herî zêde pirtûk nivîsandine

Di nav nivîskarên ku herî zêde pirtûkên wan îsal derketine de Ronî War û M. Xalid Sadinî bi 4 pirtûkan tên. Ronî War destanên kurdî kirine roman û ew weşandine, M. Xalid Sadinî jî berhevkarî kiriye û pirtûkên xwe weşandine. Şakir Epozdemir bi 3 pirtûkan cihê xwe girtiye. Her wiha Îsmaîl Dîndar û Samî Tan jî bi 3 pirtûkan cih girtine. Îsmaîl Dîndar 2 pirtûk wergerandine û yek jî nivîsandiye. Her wiha Samî Tan jî bi vî awayî. Tan 2 werger kiriye û pirtûka xwe ya “Rêziman” cih girtiye. Piştî van werger û pirtûkên xwe Dawud Rêbiwar, Kawa Nemir, Arjen Arî, Ziya Avci, Hesen Huseyin Denîz, Bêwar Diyadînî, Murad Pola, Mele Mûhemmedê Neynikî û Helîm Yûsiv bi 2 pirtûkan di lîsteyê de cih girtine

Weşanxaneyên ku derketine pêş

Di nav weşanxaneyan de pêşbaziya Weşanên Lîs û Avesta dîso didome. Lê îsal Nûbiharê bi pirtûkên derxistî hinek ew derbas kirine. Nûbiharê îsal bi 25 pirtûkên derxistî di rêza yekemîn de cih girtiye. Dûre, Weşanên Lîs ku di sala 2010’an de 21 pirtûk derxistibû di 2011’an de hejmara pirtûkên derxistî derxist 23’yan, Avestayê jî di 2010’an de 17 pirtûk derxistibû di 2011’an de ev hejmar derxist 22’yan. Divê em balê bikişînin ser Weşanên Evrenselê ku wan îsal gavek mezin avêtiye. Weşanên Evrenselê ku ne weşanxaneyeke kurd e jî lê carinan pirtûkên bi kurdî diweşand îsal gavek mezin avêtiye û 10 pirtûk derxistiye.

Vaye lîsteya pirtûkên bi kurdî yên 2011’an:

Weşanên Agora(1):
1- Sê deng / Selîm Temo / Helbest

Weşanên Amed:
1- Rojê Avêt / Îrfan Babaoglu / Çîrok
2- Ewrên Baranê / Îrfan Babaoglu / Helbest

Weşanên Aram:
1- Em Bûn Baran / Mizgîn Ronak / Roman
2- Bênav / Çîrokên Pêşbaziya Girtîgehan a Navxweyî
3- Siya Şikestûnê Turcel / Hogir Berbir / Roman
4- Dilê min ne Dîn e / Rizoyê Xerzî / Helbest
5- Tehma Xelîyê / İlhami Sidar / Roman
6- Qevdek Sosretî / Yaşar Eroglu / Weşanên Aram / Mîzah
7- Roj Çû Ava Dereng e / Pîrhat Felat / Helbest
8- Edebiyata Devkî û Sosyalîzasyon / Şerefxan Cizîrî / Çand-Muzîk
9- Rêwiyê Evînê / Hamit Adiman / Helbest
10- Kişwera Pêncemîn / Zeki Kayar / Helbest
11- Jan Bûne Nepenî / Hayrettin Ekinci / Helbest
12- A Me Dê / Tewqîf Hêja / Helbest

Weşanên Ava:
1- Ser bi ser / Siûd Kîkî / Roman
2- Feqiyê Teyran / Ronî War / Roman
3- Mem û Zîn / Ronî War / Roman
4- Siyabend û Xecê / Ronî War / Roman/
5- Tehar û Ziharê / Ronî War / Roman
6- Berî Google / Nihat Ozdal / Werger: Çetin Duran / Helbest

Weşanên Avesta:
1- 33 Gule, Dîroka di şînê de / Gunay Aslan / Wergera ji bo kurdî: Dawud Rêbiwar / Lêkolîn
2- Bahoz / Eskerê Boyik / Weşanên Avesta / Roman
3- Koçera Kej / Harbî Soylu / Çîrok
4- M / Şêrzad Hesen/ Ji soranî ji bo kurmancî: Besam Mistefa / Çîrok
5- Reşê Şevê - Mêrdeyê Şewe / Berfîn Zenderlioglu - Mîrza Metîn / Kurmancî û Kirmanckî / Kurmancî ra Çaryanox: Roşan Lezgîn / Şano
6- Xewna Pîrepindan / Şerzad Hesen / Ji soranî bo kurmancî: Besam Mistefa / Roman
7- ...Û ronahî di tariyê de dibiriqe / Tolstoy / Werger: Osman Ozçelik / Şano
8- Şewq û Payiz / Fatma Savci / Helbest
9- Kurdên nejibîrkirî / Nûredîn Zaza / Hemû nivîsên wî
10- Romana kurdî û nasname / Haşim Ahmedzade / Werger: Fahriye Adsay / Gotar
11- Mîrzayê Piçûk / Antoine de Saint-Exupéry / Werger: Fawaz Husên / Pirtûka Zarokan
12- Jineke Xinanî / Şêrzad Hesen / Ji soranî bo kurmancî: Besam Mistefa / Roman
13- Rewşa kurdî ya sosyolenguîstîk li Tirkiyeyê / Ergin Opengin / Lêkolîn
14- Palyaço / Jana Seyda / Ceribandin
15- Dojeha Veşartî / Bawer Rûken / Çîrok
16- Kes tunebû / Bêrî Bihar / Helbest
17- Şevname / Gulîzer / Helbest
18- Antolojiya Çîrokên Kurmancên Başûr / Amadekar: Xelîl Duhokî
19- Serpêhatiyên Zana  (Hin Çîrokên bi Qafiye) / Mele Xalitê Licî / Çîrok
20- Em kêm in Xwedê û Şêx Adî temam e / P.H. Kreyenbroek - X.C. Reşow (Kurdî - Tirkî)
21- Elfabêya kurdî / Celadet Alî Bedirxan
22- Kela Dimdimê / Jan Dost / Destan

Weşanên Belkî:
1- Ronoya / Ehmed Huseynî / Helbest
2- Têbiniyên Bajarekî Wêran / Fewzî Bîlge /  Helbest
3- Payîza Peyvê / Arjen Arî / Helbest
4- Selaheddîn - Napolyon / Osman Sebrî / Dîrok
5- Birîn û Ramûsan  / Lokman Ayebe / Çîrok

Weşanên BGST:
1- Osmanli Kurdistani-Kurdistana Osmanî / Amadekar: Koma Xebatên Kurdolojiyê / Lêkolîn

Weşanên Deng:
1- Ferheng – Kurdî-Kurdî / M. Emin Bozarslan
2- Ilmê Tûrik / M. Emin Bozarslan
3- Tevgera kurdî li Sûriya di bin roniyê de / Ebdulhemîd Derwêş / Wergera ji erebî: Elî Şemdîn / Lêkolîn

Weşanên Do:
1- Rewşa Romana Kurdî / Medenî Ferho / Gotar
2- Em bi zimanê xwe kurd in / Tosinê Reşîd / Gotar
3- Êzdiyên Serhedê / Pîr Dîma / Ji rusî: Ezîzê Cewo / Lêkolîn
4- Bi dilketiyên azadiyê re meş / Berham Mîrzo / Helbest
 5- Her yek ji me / Reyhan Sarhan / Helbest
 6- Mirovê bê derd / Hesen Huseyin Denîz / Çîrok
 7- Ro û zê / Hesen Huseyin Denîz / Çîrok

Weşanên Doz:
1- Don Kîşot-Don Quijote II / Miguel De Cervantes / Werger: Serdar Roşan / Roman

Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê:
1- Jimaryariya Giştî / Hasîp Yanliç / Matematîk

Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
1- Rêziman / Samî Tan

Weşanên Evrensel (2):
1- Palûte / Îsmaîl Dîndar / Çîrok
2- Pembûyê Reş / Muzaffer Îzgu / Werger: Îsmaîl Dîndar / Çîrok
3- Masiyê Reş ê Piçûk / Samed Behrengî / Werger: Îsmaîl Dîndar / Çîrok
4- Meşa Moriyan / Cîhan Roj / Roman
5- Destana Kawa û Azhî Dehaq / Arjen Arî / Destan
6- Bahol / Çiya Mazî / Çîrok
7- Dengê Doyê / Ferit Edgu / Werger: Cemil Oguz / Çîrok
8- Marksîzm û Pirsgirêkên Zimanzaniyê / Stalin / Werger: Tonguç Ok / Teorî
9- Manîfestoya Partiya Komunîst / Karl Marks – Friedrich Engels / Werger: Tonguç Ok / Teorî
10- Dûvpişk Bi Xwe Venade / Edîb Polat / Roman

Weşanên Fanos:
1- Bîranînên Min / Şakir Epozdemir / Bîranîn
2- Derzin / Şakir Epozdemir / Dîrok
3- Kurê mîr û keça gavanê zevya sor / Şakir Epozdemîr / Gelêrî

Weşanên Hîvda:
1- Dîroka Qur'anê Pîroz / Prof. Muhemmed Hemîdullah / Werger: Murad Pola
2- Nameyên Zindanê / Îbn Teymîye / Werger: Murad Pola
 
Weşanên J & J:
1- Çîrokên Gelêrî / Berhevkar: Bêwar Diyadînî / Zargon
2- Gotinên pêşiyan / Bêwar Diyadînî / Ferheng
3- Ferheng - Somerî Kurdî – Kurdî Somerî / Mamê Elî, Suleyman Yildirim / Ferheng
4- Medya û bernamevanî / Dennîs Dargul / Lêkolîn
5- Fablên manzûm / Bazê Kal / Zargotin

Weşanên Lîs:
1- Dîwana Feqiyê Teyran / Amadekar: Seîd Dêreşî / Tîpguhêziya ji tîpên Erebî ji bo Latînî: Dewlet Elî / Helbest
2-  Berken Bereh Hemû Berhem / Berken Bereh / Helbest
3- Şoreşgerê Esra Teng / Marîn Rehmanî / Helbest
4- Qutiya Dil / Seyda Perînçek / Helbest
5- Deriyê Sibehê / Mahir Bagok / Helbest
6- Pêşangeha Sûretan / Îrfan Amîda / Roman
7- Mirina Bêsî / Dilawer Zeraq / Roman
8- Meryema / Sebrî Silêvanî / Roman
9- Çavdêriyên Barbarekî / Kawa Nemir / Çîrok
10- Kêşana Lêkeran / Birahîm Xelîl Taş / Rêziman
11- Kurdistan û Prosesa Îslamkirina Kurdan / Şiwan Osman Mistefa / Kurmanciya wê: Ziya Avci / Lêkolîn
12- Medrese / Mela Birhanê Tarînî / Lêkolîn
13- Şeva Dawî / Welat Dilken / Roman
14- Zagros û Zerdeşt / Mahabad Felat Arda / Roman
15- Hesretdefter, Hemû Berhem , Cild 1/ Fêrîkê Ûsiv / Amadekar: Firîda Hecî Cewarî / Helbest
16- Hevalê Çak - Hemû Pexşan / Osman Sebrî / Pexşan
17- Ev nameya min e ji Cîhanê re / Emily Dickinson / Werger: Kawa Nemir /  Helbest
18- Ausländer Ber / Helîm Yûsiv / Çîrok
19- Matmayînên Ronyayê / Lal Laleş / Helbest
20- Dozdeh Çirk / Sîdar Jîr / Çîrok
21- Civîna Pêlavan / Rezoyê Osê / Çîrok
22- Hejarino / Xelîlê Dihokî / Helbest
23- Şînok / Menaf Osman / Çîrok

Weşanên Nûbihar:
1- Dîwan / Perto Begê Hekarî / Amadekar: Tehsîn Îbrahîm Doskî / Dîwan
2- Li Muksê Folklor û Jiyana Rojane / Prof.Î.A.Orbelî
3- Kela Dimdimê û Xanê Lepzêrîn / Casimê Celîl & Emerê Celalî
4- Jiyana Pêxemberê Me Hz. Mûhemmed / Mûrad Celalî
 5- SIYERA NEBÎ/ Ebu'l Hesen en-Nedwî
6- Şêx Muhemmed Hediyê Qewmanî
7- Elîfba û Tecwîd / Mela Ehmedê 'Eynberanî (Digel DVD).
8- Eqîde û Fiqha Zelal / Mela Burhanê Hedbî
9- Ferhenga Pirzimanî (Kurdî-Tirkî-Farisî-Îngilîzî) / Amadekar: Osman Aslanoglu, Bedirhan Îslamoglu, Zerî Gurur, Hayrullah Acar, Evren Aslanoglu / Ferheng
 10- Mamikên Kurmancî / M.Xalid Sadinî / Folklor
11- Heyranokên Kurmancî / M.Xalid Sadinî / Folklor
12- Çîrokên Gelêrî / M.Xalid Sadinî / Folklor
13- Aqilê Hevpar yê Mirovahiyê / M.Xalid Sadinî / Folklor
14- Neynika Nimêjê / Mele Mûhemmedê Neynikî
15- Neynika Xeman / Mele Mûhemmedê Neynikî
16- Nûra Qelban-Tefsîra Qur’anê (cild 2)
17- Nûra Qelban-Tefsîra Qur’anê (cild 3)
18- Sorgul / Îbrahîm Sunkur
19- Şev û Rojên Mubarek / Ayhan Meretowar
20- Tûrikê Pîrê Kal / Pîrê Kal
21- Dewrîşê Evdî / Eyup Kiran
22- Dîwan / Şêx M. Hadiyê Qewmanî
23- Mewlûd / Mela Huseynê Bateyi
24- Bexçeyê Jiyanê Piştî Mirinê / Mela Yasîn
25- Yasîna Şerîf û Sûreyên Kurt

 

Weşanên Nûdem:
1- Lehî / Firat Cewerî / Roman
2- Li Dêrê / Hesenê Metê / Roman

Weşanên Pêrî:
1- Biranîn û şahidiya Hinek Buyeran / Ziya Avci / Bîranîn,  
2- Şer Li Çiya / Eli Evdilrehman / Roman,  
3- Av Zelal Bû-V- / Mezher Bozan / Roman

Weşanên Ronahî:
1- Romana Kurdî / Helîm Yûsiv / Lêkolîn
2- Vejîna Felsefeyê / Abdulqadîr Gok / Lêkolîn
3- Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm / Ehmed Huseynî / Helbest
4- Piştî Xezal Terqiyan / Şêxmûs Sefer / Helbest
5- Li Peravên Torê, Torên Evînê / Çidem Baran / Roman
6- Guhar / Eyub Guven / Roman

Weşanên Yordam (3):
1- Manîfestoya Komunîst/ Karl Marks - Friedrich Engels / Werger: Samî  Tan
2- Kapîtal Manga / Berhema Resen: Karl Marks / Mangaker: Variety Art Works - East Press/  Werger: Samî Tan

Weqfa Civaka Şefaf (Açık Toplum Vakfi) - (4):
1- Wijdana Anatoliyê / AmadekR: Xebatkarên weqfê / Werger: Davut Ozalp

Weşanên Dogan (5):
Ayetên li can nivîsandî / Yavuz Ekinci / Werger: Lal Laleş / Roman
Bîr û Neynik / Murta Ozyaşar / Werger: Mehmet Said Aydın / Çîrok

Weşanên Îletîşîm (5):
Hemû Werdekokên Wî / Christian Duda / Werger: Helîm Yûsiv / Çîrokên zarokan

 


Not:
1- Weşanên Agora ne weşanxaneyeke kurdan e, hindik be jî carnan pirtûkên bi kurdî çap dike.
2- Weşanên Evrenselê ne weşanxaneyeke kurdan e, weşanxaneyeke çepgir e û pirtûkên kurdî jî çap dike.
3- Weşanên Yordam ne weşanxaneyeke kurdan e, weşanxaneyeke çepgir e û îsal dest pê kir ev pirtûkên kurdî çap kir.
4- Weqfa Civaka Şefaf saziyeke sivîl e. Lêkolînên xwe diweşîne. Vê carê pirtûka ku amade kiribû wergerand kurdî jî û bi tirkî-kurdî, bi du zimanan weşand.
5- Ev her du weşanxane jî weşanxaneyên tirkan in. Yên Weşanên Doganê ji tirkî, pirtûka ku ji Îletîşîmê jî derkitiye Helîm Yûsiv raste rast ji almanî wergerandiye kurdî.  Pirtûk bi wergera tirkî û kurdî bi hev re derketiye.
6- Ev lîste li ser pirtûkên kurdî yên bi tîpên Latînî ku li Tirkiye û li Bakur hatine weşandin hatiye amade kirin. Pirtûkên bi kurdî yên bi tîpêr Erebî hatine weşandin di lîsteyê de cih negirtine. Her wiha tenê pirtûkên ku nû derketine di lîsteyê de cih girtine, pirtûkên çapên nû kirine neketine lîsteyê.
7- Di lîsteyê de ger kêmasiyek an şaşiyek hebe, kesek haya me pê bixe emê rast bikin.
8- Li gor rêza alfabetîk navên weşanxaneyan hatine rêzkirin.

cemilo@diyarname.com



***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

 

 

 

***

Nûçeyên eleqedar ên li ser 2011'an:

- 2011: Nûçeya herî girîng a salê

- 2011: Fîlmê salê 'Bir Zamanlar Anadolu'da' ye

- 2011: Lîstika bi kurdî ket nav lîsteya şanoyên herî serketî yên salê

- 2011: Di youtube de vîdyoyên herî zêde hatine temaşekirin

- 2011: Herî zêde ev doz bûn nûçe

- 2011: Li Tirkiyeyê 10 fîlmên herî zêde hatine temaşekirin

- 2011: Li Qoserê pirtûkên bi kurdî ên herî zêde hatine firotin

 

 

***

Lîsteya salên borî û nûçeyên eleqedar:

- 2010: Pirtûkên kurdî ên ku îsal derketine

- 2009: Pirtûkên kurdî ên ku îsal derketine

- 2008, lîsteya pirtûkên kurdî

- Li ser lîsteya pirtûkên 2007'an çend gotin

- Lîsteya 2007'an a pirtûkên kurdî

- Çîroka pirtûkên 2006’an ên bi kurdî

- Berhemên ku di sala 2005'an de derketin

***

 

 

Parve Bike

Youtube Me

'Agac Adam'

news

Li ber siya spîndarê

news

Hinarên kurdan, îstatîstîk û agahiyên girîng

news

Li ser konsera Koma Amed û Ciwan Haco 2 pirs

news

Omer Dilsoz: Lihêfka bêdengiyê

news

H. Kovan Baqî: Gotinên te stêrk in Nowalîsa

news

Diyarname Nûçe: Pirtûkeke nû a Îrfan Amîda Zenge şev #podcast #diyarname20salîye

news

Diyarname nûçe:Bi hezaran kitabê kurdî hêvî wendoxanê xwu yê #podcast #diyarname #diyarname20salîye

news

Hogir Berbir: Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

news

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Diyarname:Pirtûkeke helbestan, “Sola Qetiyayî” derket #diyarname #diyarname20salîye

news

Dilşêr Bêwar: Ez baş im

news

Yeqîn H.: Bîr

news

Kobanî û Cebelîtarik

news

Mesûd Qeya: Ro li ava ye

news

Omer Dilsoz: Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

news

Festîvala FîlmAmedê bi xelatdayînê bi dawî bû #diyarname20salîye #podcast #diyarname

news

Film: Fîlmê Adîle Naşît tê

news

Dor 60 helbestên li ser evînî

news

Rewşa Îsmaîl Beşîkçî, 28.09.2025

news
NÎQAŞ - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2013

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

news
  • 09 09 2013

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya Nivîskaran

news
  • 04 09 2013

Kongreya Netewî ya Kurd careke din hat taloqkirin

news
  • 31 08 2013

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

news
  • 31 08 2013

Agahdariyek derbarê Konferansa Nivîskaran ya Îzmîrê de

news
  • 30 08 2013

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Çavên nivîsê ranazên

  • H. Kovan Baqî
news

Mirov çawa dibe nivîskar?

  • yeqîn h.
news

Asyaya me

  • Kadir Stêra
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
news

Kîjan rastî?

  • Dilşêr Bêwar
news

Pelê darê û nefesa bê

  • H. Kovan Baqî
news

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • Kazim Polat
news

‘Helal Et’, ‘Helal Kurdçe’

  • Cemil Oguz
news

Lihêfka bêdengiyê

  • Omer Dilsoz
news

Gotinên te stêrk in Nowalîsa

  • H. Kovan Baqî
news

Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

  • Hogir Berbir
news

Ez baş im

  • Dilşêr Bêwar
news

Bîr

  • yeqîn h.
Ev jî hene
ad

MC'ê carek din Kûpaya Îngilistanê bir mala xwe

ad

Di 14 salan de 31 kûpa û ber bi lûtkeyê ve

ad

Ji bo sansura 'Kurdistan'ê dê pirtûk bê komkirin

ad

Mehmud Lewendî, sersaxî û çend pirs

ad

Doza rojnamegeran hat taloqkirin

ad

Pirtûkên kurdî wê li ÎZKÎTAP'ê bin jî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

​​​​​​​PDK'ê 29, YNK'ê 18 kursî girtine

  • 11 11 2025
news

Romaneke nû 'P.Z 40' derket

  • 10 11 2025
news

Ji laşê Xwezayî heta Laşê Kolonîzekirî

  • 12 11 2025
news

Li Batmanê pevçûn, 2 kes mirin, 5 birîndar hene

  • 10 11 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname