Diyarname
Berî erdhej çêbe bi rojek Amed Spor û lîstikvanê kurd Çekdar Orhan li hev kirin. Lê erdhej çêbû, her kes bilî erdhejê bû Amed Spor jî têde û ev transfer nehat ragihandin. Îro rêveberên Amed Sporê ev transfer ragihand.
Belê transfer ragihand lê berî ragihandinê Çekdar Orhan bi formaya Amed Sporê gelek avêt jî. Duh (19'ê mehê) Amed Spor û Van Sporê ji bo piştgiriya mexdûrên erdhejê maçeke dostane ya alîkariyê li dar xist. Di maça duh de Amed Spor bi 4-2 bi ser ket ku golek Amed Sporê ev Çekdar Orhanê niha mijara me ye avêt.
Îro bi beşdariya Serokê Amed Sporê Selahattin Yildiim û hin mexdûrên erdhejê merasima îmzeavêtinê li tesîsên Amed Sporê çêbû. Çekdar Orhan bi kirê îsal Dê formaya Amed Sporê li xwe bike. Salek din? Heta salek din wekî mezinên me gotine "Xwedê mezin e."
Çekdar Orhan kî ye?
Lîstikvanê fûtbolê Çekdar Orhan di 8'ê adara 1998'an de li Culemêrgê hatiye dinê. Bejna wî bi 1,72 ye û nimreya 10 li xwe dike.
Orhan li Almanyayê mezin bûye, li wir, di tîma jêrîn a FC Monchengladbac de dest bi fûtbolê kiriye. Di sala 2017'an de hat Antalyayê û di sala 2018'an de di U21 ê tîma Galatasaray de cih girtiye. Paşê di hin tîmên wekî Akhîsar, Tuzla, Giresunê de lîstiye û îsal ji Giresûnê hat kirêkirin.


