logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Bandora lêborînê li ser tendirustiya laşî û derûnî (bi nêrîneke derûnkolerî)
  2. Arjantîn 'duble'yê dixwaze!
  3. Messi, tu çi şexs î ?
  4. Pirtûka 'Tayek Por' derket
  5. Dozger dixwaze ji ber pirtûka bi kurdî ceza bide weşanxaneyê
news-details

Xwediya Nobelê Ernaux: 'Em nivîskar gere em bîrek ava bikin'

  • Dîrok: 14/04/2023
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Festîvala Fîlman a Stenbolê ku her sal navdarên sînemayê tîne Stenbolê vê carê navdareke ji qada nivîsê anî Stenbolê: Xwediya Xelata Nobelê ya Wêjeyê Annie Ernaux. Wê got, "Divê nivîskar bîrek ava bikin."

Nivîskar Annie Ernaux di sala 1940'î de li Fransayê hatiye dinê. Heta niha dor 20 roman û pirtûkên bîranînê nivîsandine. Di sala 2022'yan de Xelata Nobelê ya Wêjeyê girt. Li Tirkiyeyê romanên wê bi navên "Seneler", "Kurtaj", "Babamin Yeri", "Boş Dolaplar", "Yalin Tutku" ji bo tirkî hatine wergerandin û çapkirin.

JI BO BELGEFÎLM HAT STENBOLÊ

Di festîvalê de jî belgefîlmekî wê bi navê "LES ANNÉES SUPER-8/ Super-8 Yillari / Salên Super-8" hat nîşandayîn. Wê ligel kurê xwe David Ernaux-Briot ev belgefîlm saz kiriye. Li ser vê yekê festîvalê ew li Stenbolê kir mêvan. Çend roj berê hat ragihandin dê were lê ligel kesî hevpeyvînê nake, tenê dê derkeve pêşberî çapemeniyê. Û ev îro li The Marmara Otela li Taksîmê li dar ket.

'EZ QALA HESTÊN XWE DIKIM'

Ernaux li ser pirsên moderator û rojnamegeran hestên xwe anîn ziman. Wê qala şêweya nivîsa xwe kir û got, "Ez bi giştî qala hestan dikim. Hestên civakî. A rast qala hestên ku hêmayên civakî di nava xwe de dihebînim dikim. Li gor vê peyvan hildibijêrim. Qala rastiyê dikim, bi vê ve girêdayî me."

Qala pirtûka xwe ya bi navê "Şerm" kir û got, "Ez qala hesta şermê dikim. Ji derve ve zor li mirov dikin ku ev hest bikeve nav dilê mirov. Ev hesta ku ji derve ve didin mirov min kir ku di pirtûkên xwe de bînim ziman. Ji vê ez ketim rê, min kir ku civakê, dinyayê fêm bikim."

'PISÛLAYA ME ŞAŞ BÛBÛ'

Li ser pirseke li ser jiyana wê ya di dema pandemiyê de Ernaux got "Pisûalaya me şaş bûbû" û ev yek lê zêde kir, "Li Fransayê wekî her kesî di jiyana min de jî guherîn Çêbûn. Çalakiyên me yên rojane ji holê rabûbûn. Wekî em serî bitewînin, çi ferman dihat dayîn me dikir. Serdemeke serîtewandinê bû. Mirovan kir ku hindiktir însan bikevin bin bandora vê nexweşiyê. Mirovên ku berjewendiyên xwe derxistin pêş jî çêbûn lê li hemû dinyayê serîtewandinî çêbû. Ez vê demê wekî demeke îtîatkirin û qebûlkirina fermanan bi nav dikim."

BI BELGEFÎLM 'FÊMKIRINA SERDEMÊ'

Li ser pirsa belgefîlmê ku çêkiriye jî nivîskar Annie Ernaux wisa got, "Daxwaza fêmkirina vê serdemê bi min re hebû. Vê demê rewşa ku malbata min têde bû min anî ziman. Min qala rewşa ku malbata min di navê re derbas dibe, rewşa şikandina ku hêdî hêdî tê (qala veqetîna bi mêrê xwe re dike). Ligel vê di belgefîlm de rewşa dinyayê ya wê demê jî heye. Mînak rewşa Sovyetê. Ev belgefîlm ne tenê belgefîlmekî takekesane ye, tiştên giştî jî di nava xwe de dihebîne."

'AVAKIRINA BÎRÊ'

Nivîskar Ernaux diyar dike ku li Fransayê wekî nivîskareke siyasî dixuye lê di afirandina pirtûkên xwe de van esas digire: "Her nivîskar di hilberandina berheman de xwe li cihek dibîne. Pirsa huner û wêje dikare tevna civakî biguherîne? Ez bawer nakim mirov tiştek wisa bêje. Lê tiştê ku em hunermend bikin ev e, divê em bîra civakê ava bikin. Li ser pêdiviyê min nivîsî. Min hin tişt derxistin holê."

Ew dibêje "nivîskarî pêvajoyek e" û van lê zêde dike, "Di nav demê de diguhere. Ez dema dinivîsim di her paragrafê de difikirim, ev yek hestên min tîne ziman yan na? Ez her dixwazim wisa bim. Ne ku bi Xelata Nobelê derkevim pêş."

FERQA NIVÎSÎNA JINAN Û MÊRAN

Xwediya Nobelê Ernaux qala qedrê nivîsa mêran û ya jinan jî kir û got ku dema mêrek dinivîse zêde qedir didinê, lê dema jinek dinivîse qîmet nabîne û mînakên wisa da, "Di sedsala 19'an de li Fransayê jinan tenê ji bo zarokan nivîsandine. Ev rol dane wan. Jin li zarokan dinêrin, loma bila pirtûkan ji bo zarokan binivîsin. Di sedsala 20'î de ev hinek guherî ye. Di salên 1970'yan de jinan dest pê kiriye êdî li ser hestên xwe, jiyana xwe, bedena xwe jî nivîsîne. Min jî nivîsî. Ez jî ji vê nifşê me. Min ne tenê li ser kurtaja ku bi dizî min kiribû nivîsî, min li ser bedenê, li ser kîteyen wê nivîsî. Mêran dest daniye ser vê qadê. Wekî her tişt di destê wan de be. Dema ew dinivîsin wekî metnên wêjeyî tê hesibandin, lê dema jin dinivîse wisa nayê hesabê. Mêran hê bilind dibînin."

VEGOTINA ÇÎROKA JINEK Û ÇÎROKA CIVAKÎ

Belgefîlmê wê "Super-8 Yillari" li festîvalê hat nîşandayîn. Di salên destpêkê yên zewaca wê û mêrê wê de kamerayek dikirin û diçin ku dikişînin kamerayê. Piştî ku ew û mêrê xwe ji hev vediqetin, mêrê wê kamerayê dibe, lê tiştên ku kişandine dihêle. Piştî salan ew li van dîmenan dinêre. Kurê wê jê dixwaze metnek li ser van binivîse. Ew dinivîse, kurê wê jî wan dîmenan montaj dike. Bi vî awayî ew belgefîlm derdikeve holê. Di belgefîlm de ligel jiyana malbata wê, mînakên civakî jî hene. Mînak, dema diçin Albeniayê, rêveberiya Enver Xoce bi îdîaya "pesnê Ewropayê didin" kesên ji Ewropayê tên li plajan wan nagirin nava gel, ji bo tûristan cihek taybet vediqetînin. Ligel  mînakên wisa, dîmenên burjuvazî, Sovyetê û hwd jî hene.

Piştî sohbeta ligel çapemeniyê nivîskar Annie Ernaux pirtûkên xwe îmze kirin.

Ji bo yên temaşe nekiribin: Belgefîlm 13 û 14'yê mehê hat nîşandayîn, 15'ê mehê jî saet 13.30 de li Kadikoy Sînematekê dê bê nîşandayîn. Nivîskar Annie Ernaux jî piştî nîşandayînê dê bersiva pirsên temaşevanan bide.

KUNYE:

NAV: SUPER-8 YILLARI

LES ANNÉES SUPER-8

THE SUPER 8 YEARS

Derhêner: Annie Ernaux, David Ernaux-Briot

Senaryo: Annie Ernaux

Derhênerê Dîmenê Philippe Ernaux

Vesazkirin: Clement Pinteaux

Muzîk Florencia Di Concilio

Sazkar: David Thion, Philippe Martin

FRANSA / 2022 / DCP / Renkgîn / 60 deqe /

Ziman: Fransızca; bi jêrnivîsa tirki û îngilîzî

Di pirsa dawî de kurê Annie Ernaux û derhênerê belgefîlmî David Ernaux-Briot ji derket ser dikê û bersiva pirsa li ser belgefîlm da.

Dîmeneke ji belgefîlmê "LES ANNÉES SUPER-8"
 

**

 Nûçeyên Eleqedar: 

- Niha dor dora fîlmên derhênerên kurd e 

- Ji qada navneteweyî 9 belgefîlmên festîvalê 

- Bername eşkere bû: Festîval bi ser 150 re fîlman pêşkêş dike 

- Serketiyên Berlînaleyê tên Stenbolê

- Fîlmên William Friedkin tên Stenbolê 

- Ewê serketiyê Xelata Seyfi Teoman diyar bikin 

- 'İntikam Melegi – Kadin Hamlet' tê nûkirin 

- Xelatgirên Xelata Rûmetê ya Sînemayê diyar bûn 

- Juriya Pêşbaziya Neteweyî û Pêşbaziya Seyfi Teoman diyar bû  

- Ewê belgefîlman hilbijêrin 

- Juriya Pêşbaziya Kurtefîlman diyar bû 

- Festîvala Stenbolê li benda fîlman e     

 

 

***


Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

 

***
 

- Youtube: http://youtube.com/diyarnamediyarname… 
- Malper: 
http://diyarname.com 
- Twitter: 
https://twitter.com/diyarname1 
- Facebook: 
http://facebook.com/diyarname 
- Mail: diyarname@diyarname.com  

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Li vê aramiyê binêrin

news

Nanê Gel li benda gel e

news

Keçikek û xapandina civakê

news

Dîroka Edebiyata Kurdî (Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan)

news

Ji bo kêfa dide me, 3 deqe bo wî

news

Dema ku dinya kêfê dike

news

Jinên kurd ên navdar

news

'Bavê Min ê Mitirb', Çiya Mazî qal dike

news

'Kêzxatûn'a Delalê

news

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 08 07 2026

Sînemagerên kurd biryarên nû girtin

news
  • 08 07 2026

Atolyeya Muzîkî a Geyrayoxe qeybî tûtan kewte rey

news
  • 06 07 2026

Hin çalakiyên li ser helbestê

news
  • 02 07 2026

Sînemagerên kurd du rojan dê li ser pirsgirêkên xwe nîqaşan bikin

news
  • 26 06 2026

Pêşangeha 'Li wî aliyê sînoran: Şahidî'

news
  • 21 06 2026

Pêşangeha 'Qewmê Rojê' vebû

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
Ev jî hene
ad

10 pirtûk, seta klasîsên dinyayê li benda we ye

ad

Li Brîtanyayê piştî 106 salan hemşîreyan dest ji kar berda

ad

Ji hevdîtina îro çi derket?

ad

Muşerref çû dê kî were?

ad

Obama û Talabanî hatin cem hev

ad

9 rojnamegerên kurd hatin berdan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Bandora lêborînê li ser tendirustiya laşî û derûnî (bi nêrîneke derûnkolerî)

  • 15 07 2026
news

Arjantîn 'duble'yê dixwaze!

  • 15 07 2026
news

Messi, tu çi şexs î ?

  • 16 07 2026
news

Pirtûka 'Tayek Por' derket

  • 16 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname