...Ev blok tê nûkirin...
19.17 Agahiyên ji CHP'ê, STENBOL: Saet19.17 Agahî gor sedî %15'yê sindoqên vebûyî: KK: % 51.33 Erdogan : % 43.94 Ogan: % 4.45 Muharrem İnce: % 0.28 Li gor saet 19.20 Berdevkê CHP'ê Faik Oztirak: Li gor daneyên hatine ber destê me em tabloyê baş dibînin. Dema vebûna sindoqan zêde bibe emê bigihîjin encameke bi wate.
AMED
KK, sedî 71
Erdogan sedî 26.3
18.40 Ajansa dewletê Anadolu Ajansi vê kêliyê yekem car agahî belav kirin: Li bajarên kurdan Kiliçdaroglu sedî 67, Erdogan sedî 30 dixuye. Sedî 1 sindoq vebûne.
Tirkiye giştî:
Erdogan: 59
Kiliçdaroglu 34
Ogan: 5
Sedî 9 sindoq hatine vekirin
Bajarên Kurdan
Ji temamê Tirkiyeyê hêdî hêdî agahî tên..
18.31
YSK'ê qedexe rakir
Serokê YSK'ê Ahmet Yener saet eşkere kir ku wan li gor saet 18.30 qedexe rakirin. Agahî dikarin bêne belavkirin.
18.15: Tiryaki: Em li ber demek serketinê ne
Li aliyê din Tiryakî got ku em li benda sedî 90 zêdetir beşdariyê ne.
17.25
YSK: Dengdan bê pirsgirêk bi dawî bû
Serokê YSK'ê Ahmet Yener eşkere kir ku bêyî pirsgirêk çêbibin dengdan bi dawî bû. Di dema dengdanê de muşahîdek û du hemwelatî qeyrana dil derbas kirin û mirin.
17.15 Kaftancioglu: Li Stenbolê em li benda beşdariya rekorê ne Seroka CHP’ya Stenbolê Canan Kaftancioglu li ser hilbijartinê derket pêşberî çapemeniyê û got: Em li Stenbolê li benda beşdariyeke rekor in, ji bajarên din jî ev agahî tên. Li Stenbolê 11 mîlyon, 359 hezar û 876 hilbijêr hene, texmîna me ew e sedî 90 beşdarî çêbûye. Sindoq vebûn, emê zelaltir bibînin. Li Stenbolê yek du bûyerên munferît em nehesibînin hilbijartin bê pirsgirêk derbas bûye.
Erdogan jî banga parastina sindoqan kir
Serokomarê Tirkiyeyê û Serok AKP’ê Tayyîp Erdogan li ser hilbijartina bang kir: “Niha dema bi awayekî xurt xwedî li derketina sindoqan e. Heta encam bêne zelal bibin vîna gel biparêzin."
17.00
Dengdan temam bû
Li bajarên kurdan û li bajarên Tirkiyeyê dengdan temam bû, sindoq hatin girtin. Niha dem dema jimartina dengan e...
YSK'ê eşkera kir ku heta saet 18'an belavkirina her agahî qedexe ye. Piştî 18'an heta 21'ê, agahiyên ku ji YSK'ê bêne dikarin bêne eşkere kirin. Û piştî 21'ê belavkirina agahiyên hilbijartinê serbest dibe. YSK dikare vê saeta 21'ê ber bi pêş ve bikişîne. Di hilbijartinên berê de YSK'ê ev kişandibû saet 19.00'an û wê demê belakirina agahiyan serbest kiribû.
16.55: HDP û Yeşil Sol Partî bang kir: Sindoqan biparêzin Berdevkên Yeşîl Sol Partî û Hevserokên HDP'ê bi ser hesabên xwe yên tora civakî re banga parastina sindoqan kirin. 16.00 Çend agahiyên binpêkirinan ên nava rojê: - Li navçeya Dara Hênê cerdevan tevî welatiyên temenê wan mezin ketin kabîna dengdayînê û mudaxaleyî dayîna dengan kirin. - Li Mêrdînê xizmên berendamê AKP'yî Faruk Kiliç êrîşê muşahidên Yeşîl Sol Partî kirin. Wan dixwest bi komî dengan bikar bînin, muşahidên Yeşîl Sol Partî dij derketin.
- Li Kolikê û li Kaniyan Xezalan muşahidên Partiya Çep a Kesk û yên CHP'ê dijî bikaranîna dengên komî derketin, rastî êrîşê hatin.
13.00
Turk, Aydenîz û Ozturk dengê xwe da
Siyasetmedar Ahmet Turk û Hevseroka DBP'ê Saliha Aydenîz li Taxa Mensuriye ya navçeya Artûklûya Mêrdînê li heman dibistanê deng dan. Her du siyasetmedar ligel heyetek hatin dibistanê û deng dan. Turk paşê got, "Ev hilbijartin dê bibe destpêka serdemeke nû."
Aydenîz jî got, "Bi hêviya ku dê demokrasî bê hemû welat em dengê xwe didin."
Hevserokê KCD'ê û berendamê mebûsiyê yê Amedê Berdan Ozturk li ser navê Yeşîl Sol Partî li Bagcilar Anadolu Lisesî ya li Kayapinara Amedê deng da û got, "Li hemberî kesên kurdan tune dihesibînin Yeşîl Sol Partî rêya sêyemîn e. Rêya sêyemîn jî azadî, demokrasî û aştiya bi rûmet e. Ji ber vê yekê me got emê herin cem sindoqê. Em eleqeya gele xwe dibînin û îro dê bibe rojeke dîrokî. Îro ji bo pêşeroja gelên Tirkyiyeyê û ji bo gelê kurd dê bibe gaveke gelek mezin. Emê encama vê jî bi dest bixin."
Ozturk bang li ciwanan kir ku ne tenê deng bidin, xwedî li dengê xwe jî derkevin û got, "Serketin dê ê me û gelê me be."
**
**
Sindoq birin mala jina herî dirêj a dinyayê
Jina bi navê Rumeysa Gelgi li Karabuka Tirkiyeyê dijî û wekî "Jina herî dirêj a dinyayê" ketiye nava Pirtûka Rekokan Guinnessê. Ji bo wê sindoqa seyar birin mala wan û wê deng da. Gelgi ku nexweşa sendroma weaver e, 2 metre û 15 santîm e. 
**
Başak Demîrtaşê deng da
Jina siyasetmedar Selahattin Demirtaş Başak Demirtaş ku di dema xebatên hilbijartinê de beşdarî gelek mîtîngan bû, îro li Peyasa Amedê çû dibistanê û dengê xwe da. Başak Demîrtaş ligel keça xwe Delal Demîrtaş çû cihê dengdanê. Demirtaşê got, "Ji bo rojên xweş, bi hêvî."

**
12.10Îmamoglu: Wê her tişt xweş be
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem İmamoglu ligel jina xwe Dilek Îmamoglu û kurê xwe Mehmet Seliem Îmamoglu li Haldun Taner Îlkokulu ê Beylîkduzuya Stenbolê dengê xwe da û got, "Wê her tişt xweştir be. Bila Roja Dayikan pîroz be. Ligel 3 zarokên xwe me Roja Dayikan pîroz kir. Ji vir ezê herim Enqereyê û ligel 13'emîn Serokomarê me hilbijartinê bişopînim."
11.30
Erdogan û Kiliçdaroglu deng dan
Berendamê Îtîfaqa Komarê Recep Tayyip Erdogan û Berendamê Îtîfaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu deng dan.
KILIÇDAROGLU
Kiliçdaroglu li Arjantin İlkokulu ya Enqereyê deng da. Kiliçdaroglu sipasiya her kesi kir û got ku hûnê bibînin, dê bihar bê vî welatî.
ERDOGAN
Erdogan li Uskudara Stenbolê li Saffet Çebi Ortaokulu deng da. Zarokên ku hatin ber wî, Erdogan pere dan wan.
**
11.10:
Dema deng dida mir
Li Akçaabata Trabzona Tirkiyeyê, keseke 75 salî bi navê Aysel Ulusoy li Dereceki Çevreli Çamii Lokali ligel malbata xwe çû cem sindoqa bi nimreya 1093 ku deng bide. Ulusoy çû tabînê dengê xwe da, lê dema derket rewşa wê xira bû û rakirin nexweşaneyê. Ew li nexweşxaneyê mir. Hat gotin ku ji ber qeyrana dil miriye.
11.00
ENTAB
Li Entabê bêyî haya wan jê hebe hin kes kirine endamên lijneya sindoqê. Kesek jî ji Vatan Partisî kiriye serokê lijneyê, bêyî haya wî jê hebe. Ew nikarin deng bidin û li dibistanê sekinîne. Hat gotin ku piraniya hilbijêrên li vê derê alîgirên Yeşîl Sol Partî ne. HDP'ê got em li ser meseleyê disekinin.
10.45:
HATAY
Li Hatayê mexdûrên erdhejê li konteyneran dest bi dengdanê kirin. Sindoq li konteyneran hatin danîn û mexdûran li wir dest bi dengdanê kir. Li Ankatyaya Hatayê li 21 konteyneran sindoq hatin danîn.
**
METROYÊN STENBOLÊ
Li Stenbolê ji ber hilbijartinê saetên hin metroyan hatin guhartin. Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) got ku hin seferên metroyan heta saet 02.00 dirêj kirine.
Ew sefer ev in:
"Seferê M1A Yenikapi-Ataturk Havalimani Metro, Seferên M1B Yenikapi-Kirazli Metro, Seferên M2 Yenikapi-Haciosman Metro, Seferên M3 Kirazli-Kayaşehir Merkez Metro, Seferên M4 Kadikdy-Sabiha Gokçen Havalimani Metro, Seferên M5 Uskudar-Çekmekoy Metro, Seferên M6 Levent-Bogaziçi U./Hisarustu Metro, Seferên M7 Yildiz-Mahmutbey Metro, Seferên M9 Bahariye-Olimpiyat Metro, Seferên T1 Kabataş-Bagcilar Tramvay, Seferên T4 Topkapi-Mescid-i Selam Tramvay, Seferên T5 Cibali-Alibeykoy Cep Otogari Tramvay, Seferên F1 Taksim-Kabataş Funikuler" 
10.00
CIZÎR
Li Dibistana Vatan a Cizîrê polîs ketin dibistanê, muşahidên Yeşîl Sol Partî mudexele kirin, xirecir derket. Piştî lijneya sindoqê mudexele kir, polîs derketin derve.
Li Mithatpaşa Okulu ya Cizîrê jî polîs bi çek li nav korîdorên dibistanê geriyan. Muxahidan mudexele kir, polîsan bi gotina "Zagoneke wisa nîn e, li her qatê dê polîs hebin" dan.
HEZEX
Li Ataturk Îlkokulu ya Hezexê polîs bi çek ketin dibistanê. Parêzar "tûtanak" girtin.
Li gundê Milga Şantiyê ya girêdayî navenda Şirnexê leşkerek bi "Belgeya 142'yan" deng da, bêyî ku navê wî hebe, lê piştî mudexeleya muşahid û peywirdarên sindoqê ew deng hat betalkirin.
KAYAPINAR
Li Kayapinara Amedê, li Gaziler Anadolu Lisesi polîsek piştî deng da "Belgeya 142'yan" destîlê peywirdaran nekir. Li Fuat Sezgin İlkokulu jî polîsek heman belge teslîm nekir.
**

**
09.40
Buldan: Miheqeq emê bi ser bikevin
Hevseroka HDP'ê Pervin Buldar li Cumhuriyet Lisesî ya li taxa Seyit Fehim Arvasi ya li ser rêya Armûşa Wanê dengê xwe da û got, "Dem hatiye ku her kes bersiva keda xwe bigire. Demek dirêj e neheqiyeke mezin li vî welatî tê jiyîn. Em hêvî bikin ev dengên me dê bibin wesîleya aramî, aştî, hezkirin, edalet, demoksariyê. Hêviya 82 mîlyon mirov di vê hilbijartinê de heye."
Buldan got ku ew bi hêvî êvarê li benda encamên hilbijartinê ye û got, "Bi me hemûyan re hêvî û heyecaneke mezin heye. Her mirovên li Tirkiyeyê divê vê hêvî û heyecanê bijîn. Pergaleke xirabiyê heye û ev pergal divê îro bi dawî bie. Ez serketinê ji bo her kesî dixwazin. Miheqeq emê bi ser bikevin." (Foto: MA)

**
09.30Uçar: Bila bibe wesîleya Komara Demokratîk
Hevseroka Yeşîl Sol Parti li Gazi Îlkogretîm Okulu ya li Taxa Gaziya Sultangaziya Stenbolê dengê dengê xwe da. Uçar ji bo rojnamegeran got, "Demek dirêj e li Tirkiyeyê em li ser bêedaletî, feqîrî, şîdet, li ser jiyanê diaxivin, li ser tiştên ne baş ên li ser civakê diaxivin. Bi vê hilbijartinê me soza li welatekî demokratîk refah, biratî û bi hev re jiyînê da. Em hêvî bikin bila bi vê hilbijartinê demeke wisa bê."
Uçar qala sedsala nû kir, hêviya xwe ya ji bo mecliseke ku pirsgirêkan çareser bike anî ziman û got, "Em hêvî bikin bila bibe sedema zagona bingehîn a nû ku hemû gel, bawerî, hemû civak xwe têde bibîne, maf û hiqûqa wan bê parastin. Em hêvî dikin dê bibe wesîleya siyaseteke demokratîk û em soza komareke demokratîk didin."
**
08.30
Heyecaneke mezin heye
Ji serê sibê de hilbijêr ber bi cihên dengdanê ve herikîn. Li cem sidoqan rêzên dirêj ji mirovan çêbûn. Heta niha bê pirsgirêk dengdan didome. Heyecan bi mirovan re dixuye.
Tiştên hûn hay jê hebin
Hûnê çawa deng bidin? Tiştên hûn hay jê hebin çi ne? Va ne 5 pirs û bersiv... (Lînkê bitikînin)
- Hûnê çawa deng bidin? Va ne 5 pirs û bersi
08.00: Hilbijartinê dest pê kir
Li Tirkiyeyê û bajarên kurdan hilbijartinê dest pê kir. Hilbijêr ji bo dengdana Serokomariya Tirkiyeyê û ji bo serdema 28'emîn a mebûsiyê deng didin. Dengdan heta saet 17.00'an dê bidome. Ji bo serokomarî 3 berendam hene: Berendamê Îtîfaka Komarê R. Tayyip Erdogan, Berendamê Îtîfaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu û Berendamê Îtîfaqa Ata Sînan Ogan.
**
Hin nûçeyên eleqedar (Lînkê bitikînin):
- Hûnê çawa deng bidin? Va ne 5 pirs û bersiv
- 2018, Hemû Mebûsên ku HDP'ê bi dest xistin
- Wê çend kes deng bikar bînin? YSK'e eşkere kir
- 25 pirs û bersiv; hilbijartina îsal
- YSK'ê hejmara mebûsên bajaran diyar kirin, Dêrsimê winda kir
-
-
Hin anket
- Anketa herî dawî ji ORC'ê hat
- KONDA û METROPOL'ê jî anketên xwe belav kirin
- Anketa herî dawî: Arti Birê anketa xwe belav kir
- MAK Araştirma anketo newe eşkera kerd
- Ji Amed, Mêrdîn, Riha û Wanê çi derketine? Va ne du anket
- Anketa nû ya KONDA'yê hat belav kirin
- ORC'ê anketek nû li ser hilbijartinê belav kir


