logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Derûna neteweyî û xwebûnî di navbera serdest û bindestan de
  2. Pêşbaziya Çîrokan li benda berheman e
  3. Fûara Pirtûkan dest pê kir
  4. Va ne hemû agahiyên il ser 'Pêşnûmeya qanûna çarçoveyî' ku niha li Meclisê ye
  5. Serokê Juriyê Dervîş Zaîm e
news-details

Jiyana Karlanê Çaçanê gorbihuşt

Roja 9'ê avrlê 2012'yan zanyar û nivîskarê kurd ê navdar, doktorê dîrokzaniyê, Serokê Para Kurdzaniyê ya Enstîtuya Rohil

  • Dîrok: 12/04/2012
  • Beş: Serbest

Diyarname
Roja 9'ê avrlê 2012'yan zanyar û nivîskarê kurd ê navdar, doktorê dîrokzaniyê, Serokê Para Kurdzaniyê ya Enstîtuya Rohilatzaniyê ya Akademiya Ermenistanê yê zanistiyê Karlênê Çaçanî di  83 saliya temenê xwe da li Yêrêvanê çû li ser dilovaniya xwe.

Karlênê Çaçanî 25'ê kanûnê sala 1929'an li gundê Cercerîsê li Ermenistanê ji diya xwe bûye. Navê gundê wan niha Dêrik e. Ew gundekî kurdên êzîdî ye li navçeya Elegezê. Karlên hema di biçûktiyê de terbiye-torên kurdî li ber destên pîrika xwe Meyrê û kalikê xwe Çaçan distîne, yên ku baş hay ji nimûnên zargotina gelêrî, erf-edet û rabûn-rûniştina civaka netewî hebûn. Ew bi rihê welatparêziyê nebiyê xwe perwerde dikin û nasiya wî didine cewiharên zargotina kurdan. Li ser merîfeta Karlên ya efrandarîyê wisan jî bavê wî Aramê Çaçan bandora xwe dihêle, yê ku di dema xwe da gelek nimûnên zargotinê tomar kiriye û wekî pirtûk çap kiriye.

Karlênê Çaçanî sala 1948'an mekteba gundê Elegezê ya navîn kuta dike û hema wê salê jî di Enstîtuya Rewanê ya Dersdaramadekirinê de, li fakultêta dîrokê tê qebûlkirinê.

Xwendina bilind ew sala 1952'yan dest tîne û dibe dersdar. Paşê ew di para kurdî de li Radyoya Yêrêvanê derbasî li ser kar dibe û demekê li wir dixebite. Di salên 1955-1961'an da ew li rojnama "Rya teze" wekî serwêra para çand û wêjeyê kar dike. Dû wêra hetanî roja dawî li para kurdzaniyê ya Enstîtuya Rohilatzaniyê ya Akademiya Ermenistanê yê zanistiyê wekî zanyar kar dikir, lê salek berê bû serokê wê beşê.

Zanyarê naskirî gelek berhem amade kirine. Wî nêzîkî sedî gotarên zanîstiyê li ser dostaniya kurdan û ermeniyan, li ser çand û dîroka kurdan nivîsiye. Wekî 15 pirtûkên efrandinên wî derketine, gelek ji wan jî bi zimanê rûsî û ermenî hatine weşandin.

Nivîskar ji salên 60'î destpêkirî endamê Yekîtiya Rojnamegeran û Yekîtîya Nivîskarên Sovyeta berê bû. Sala 1966'an wî hildibijêrin wekî sedrê koma nivîskarên kurdên Ermenîstanê û ew gelek salan wî karî dimeşîne.

Karlênê Çaçnî sala 1965'an li ser mijara dostaniya gelên ermenî û kurd di sedsalên 19-20'î da têza zanyarî xwe dike û dibe doktorê dîrokzaniyê.

Wan salan helbestên wî di rojname, kovar û berevokên Ermenistanê yên bi zimanê kurdî, ermenî û rûsî de çap dibin. Hizkirin û mêla helbestvan gelekî ber bi zarokan hebû û lema jî berevoka helbestên xwe ya pêşîn ji bo wan bi sernivîsa "Ahmedê egît" amade kiribû û li sala 1958'an li Rewanê bi zimanê kurdî çap kirîye. Afirandinên li vê berevokê cîhbûyî nêzîkî dilê zarokan in û helbestvan wan bi rihê welatheziyê, mirovheziyê û mêrxasiyê va terbiyet dike. Piştî du salan berevoka afirandinên Karlênê Çaçanî ya nû ji bo mezinan bi sernivîsa "Gul" ronayî dibîne. Mijara vê berevokê welatparêzî û aştî ye. Paşê pirtûkên wî yên bi navê "Şêr û kew", "Dil û weten", "Baqe tav", "Zerê", "Zînê" û yên mayîn çap dibin. Gelek helbestên wî di berevoka "Bahara teze" de (bi dehê salan li pey hev) ronayî dibînin.

Helbestên wî bi rûsî, ermenî, gurcî, erebî, almanî û bi zimanên mayîn jî hatine wergerandin. Sala 1983'yan çapxana "Sovêtskîy pîsatêl" (nivîskarê Sovyêt) li Moskovayê berevoka Karlênê Çaçanî çap kir. Xûdan berhemê navê wê danîye "Radûga"(Keskesor): bi rastî jî  helbestên vê berevokê wekî keskesorê pirawazin û bi naveroka xwe ve jî hewaskar in.

Karlênê Çaçanî wisan jî rojnamager, zanyar û salên dirêj berpisyarê pirtûkên kurdî bû. Gelek gotarên wî yên balkêş di kovar û rojnaman da derketine. Lê berhemên wî yên zanyariyê – "Kurdên Ermenistana Sovyetê nava 40 salan da", "Ji dîroka dostaniya gelên ermenî û kurd" (herdu jî bi ermenî),  "Dostiya gelên ermenî û kurd" (bi kurdî), "Kovar û rojnamên ermenîyan li ser kurdan di salên 1850-1920'î da" (bi rûsî û ermenî) ji hêla zanyar û xwendevanva bilind hatine qîmetkirin. Karlênê Çaçanî du xebatên zanîyarî yên giranbuha ên din jî nivîsîne: Navê yekê "Mêrxasîya kurdan û ermenîyan li Dêrsimê li dijî Tirkiyê", lê ya dinê awa tê navkirin: "Dîroka heleqetîyên ermeniyan û kurdan ya çandê di salêd 1950-1980'ê da". Sala 2006-an navê doktor-profêsor dane wî.

Karlênê Çaçanî ji bo emekê mezin yê di warê pêşvebirina wêje û çanda  kurdên Sovyeta berê de gelek caran hêjayî xelatên Ermenistana Sovyêtê yên dewletê bûye.

12'ê avrêla sala 2012'yan meytê Karlênê Çaçanî wê li Ermenistanê li gûndê kal-bavên wî–Dêrikê bispêrin axê.

Ji Kurdistan.ru hatiye girtin

Parve Bike

Youtube Me

Piştî 12 salan Li Girê Koxê dîsa dema festîvalê ye

news

NOFA / Eylul Nazlier

news

Pêşbaziya Çîrokan li benda berheman e#shortsvideo #shortsviral #shortsvideos

news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

news

Pirtûkên kurdî diçin Tetwanê#shortsvideo #shortsviral #shortsdiyarname# #podcast

news

diyarname podcast festival#shortsfeed #shortsvideos #diyarname#shortsviral

news

'Çand li ser mekan ava dibe' Ji festîvala çand û hunerê a Tetwanê #diyarname#shortsfeed#shortstory

news

diyarname podcast festival #diyarname#shortsfeed #shortstory #shortsfestival #shortsyoutube

news

diyarname# #diyarname#festival# #podcast#shortsfeed #shortsviral #shortvideo #3deqe #deng

news

Huner, hunermend û Hozan Dîno

news

Nivîskar Yaqob Tilermenî beşdarî Diyarnameyê bû #podcast#shortsfeed #shortsviral #shortsvideo

news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

news

diyarname# #podcast #3deqe #booktok #deng

news

ZERBAN

news

diyarname podcast #diyarname #football #3deqe #deng #recitimlmrekullueshemlkuranit #nivîs #futbol

news

Tifaqî = Hezkirin

news

Video Project 2 4

news

diyarname podcast #diyarname #3deqe #recitimlmrekullueshemlkuranit #deng#sinema #konferans

news

diyarname podcast #diyarname #football #recitimlmrekullueshemlkuranit #deng #3deqe#diyarname21salîye

news

"Mazgal"

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 05 08 2026

Derûna neteweyî û xwebûnî di navbera serdest û bindestan de

news
  • 04 08 2026

Efsaneyên Dêrika Çiyayê Mazî: Birca Pîro, Çil xortên bi gulî

news
  • 02 08 2026

Nivîskar Yaqob Tilermenî beşdarî Diyarnameyê bû

news
  • 31 07 2026

Huner, hunermend û Hozan Dîno

news
  • 30 07 2026

Kodên Naziyan şikandibûn, bingehên Hişên Çêkirî danîbûn; Alan Turing çîrok jî nivîsiye

news
  • 29 07 2026

Rêwîtiya peyvan:  Reqabet

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
Ev jî hene
ad

Andersson careke din bû serokwezîr

ad

Dê Festîvala San Sebastianê "Min dît"ê bibîne

ad

Fermo fîlmên Semih Kaplanoglu

ad

500 TL tê, 1000 TL li rê ye

ad

Salvegera rojnamegerên kurd pîroz be

ad

Ji bo Oscarên Tirkiyeyê dem diyar bû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Derûna neteweyî û xwebûnî di navbera serdest û bindestan de

  • 05 08 2026
news

Pêşbaziya Çîrokan li benda berheman e

  • 05 08 2026
news

Fûara Pirtûkan dest pê kir

  • 05 08 2026
news

Va ne hemû agahiyên il ser 'Pêşnûmeya qanûna çarçoveyî' ku niha li Meclisê ye

  • 05 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname