logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin
  2. Siirt Sporê Dêrsim Spor têk bir
  3. Îsal li Başûr çend xwendekar dest bi dibistanê dikin?
  4. Hakkarî Zapspor bêyî bilîze Cizre Belediyespor têk bir!
  5. Kûpaya Tirkiyeyê: Va ne maçên bajarên kurdan
news-details

Piştî 76 salan ‘Letîfe’ dîsa derket

Pirtûka kurteçîrokan a Sîras “Letîf” bi pêdeçûyîna Şivanê Dêrîkî ji aliyê Weşanên Lîs ve hate weşandin.

  • Dîrok: 01/06/2012
  • Beş: Berhem

Diyarname
Pirtûka kurteçîrokan a Sîras “Letîf” bi pêdeçûyîna Şivanê Dêrîkî ji aliyê Weşanên Lîs ve hate weşandin.

Sîras nivîskarekî ermen e û di sala 1936’an de “Letîfe” nivîsandiye. Pirtûk wê demê li Yêrewanê bi kurmancî hatiye weşandin û  piştî heftê û şeş salan, ji bo cara diduyan, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve, li Amedê hate weşandin.
Sîras (Himayag Sahagî Vosganyan), nivîskar û zehmetkêşê rewşenbîriyê yê ermenî yê Komara Ermenistanê ya Sosyalîst a Yekîtiya Sovyetan bû. Ew di 15’ê Reşemiya 1902’yan de, li Zêdkana Qerekilîseya Kurdistana Bakur ji dayîk bû. Di sala 1914’an de, bi malbata xwe re koçî Tiflîsê, paytextê Gurcistanê kir, li wir dest pê kir di çapxaneyekê de karê tîprêziyê kir. Sala 1921’ê, Sîras li Yêrêwana paytextê Ermenistanê akincî bû. Di navbera salên 1922-25’an de, di Fakûlteya Dîrokê de xwend; di 1924’an de bû endamê Partiya Komûnîst a Yekîtiya Sovyetan, di salên 1927-28’an û 1933’yan de, di kovara Panvorê (Karker) de edîtorî kir. Nivîskêr di 1932’yan de jî Enstîtuya Rojnamevaniyê ya Moskovayê kuta kir û di navbera salên 1938-39’an de, di kovara Sovedagan Kraganûtyûnê (Wêjeya Sovyetê) ya mehane de wekî edîtor xebitî.
Wî di navbera salên 1938-41’ê û 1946-48’an de jî sekreteriya Desteya Rêveberiyê ya Yekîtiya Nivîskaran a Ermenistanê kir. Nivîskar û zehmetkêş Sîras, di navbera salên 1941-45’an de, di henga Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, tevî şer bû. Piştî şer, di navbera salên 1954-57’an de dîsa edîtoriya kovara Sovedagan Kraganûtyûnê kir.
Sîras, di sala 1968’an de bi payeya Zehmetkêşê Rewşenbîriyê yê Komara Ermenistanê ya Sosyalîst a Yekîtiya Sovyetan hat perûkirin.
Nivîskar Sîras, cara pêşîn di serê sala 1920’î de bi kurteçîroka xwe ya bi navê Yeratsogh Gatsan (Beroşa Ku Dikele) ve di meydana wêjeyê de hat xuyanê, bi dû re jî, di 1922’yan de, kurteçîroka wî ya bi navê Talisman (Tilisme) hate weşandin. Çîrokên gelêrî bala Sîras kişandine; di 1934’an de, berhema wî ya bi kurmancî ya bi navê Memê û Eyşê (bi navê xwe yê nivîskariyê, H. Şavarş) û di 1936’an de, dîsa bi kurmancî, ya bi navê Letîfe hate weşandin. Kurteçîrok û çîvanokên wî, di sala 1934’an de, li jêr navê Gyankî Garodi (Bêriya Bo Jiyanê) wekî pirtûkekê hatin çapkirin. Lê belê ji vê yekê zêdetir romanivîskariya Sîras li pêş e. Jiyana berî şoreşê, jiyana civakî û dab û nêrît bi aliyên xwe yên berbiçav ve dibine mijarên romanên wî.
Di 1931’ê de, romana wî ya bi navê Hartsirek Nrants (Ji Wan Bipirsin, Moskova) hate weşandin, bi dû re jî, ev romana wî di 1954’an de, bi awayê xwe yê berfirehkirî ve, bi navê Nakhoryagîn (Roja Çûnî) hate weşandin. Romana wî ya bi navê Çikirvadz Orenk (Qanûna Nenivîsandî, 1936) peywendiyên mirovan ên pergala sosyalîst a bi şoreşê re hatî ji xwe re dike mijar. Wî ev romana xwe di 1940’î de berfireh kiriye û bi navê Anahîd daye weşandin. Wî di 1947’an de romana bi navê Hayr yev Vortî (Bav û Kur) û di 1950’yî de ya bi navê Ararat nivîsiye, ku mijara wan Şerê Cîhanê yê Duyemîn û Ermenistan e, ya ku tevî vî şerî bûye. Çîroka dîrokî ya gelê Ermenî yê sedsala bîstan û têkoşana wan ji bo ku jiyana xwe ji nû ve ava bikin, mijara romana Sîras a bi navê Hayrenî Aşkhar (Cîhana Bav û Kalên Min) e, ya ku wî di 1974’an de nivîsiye. Bi pirtûka xwe ya jînenîgariyî ya bi navê Jamanagî Hankûytsner (Çivangehên Demê, 1982) ve jî heman hestan û heman heyamê ji xwe re dike mijar.
Sîras her wiha bend û çîrokên zarokan jî nivîsîne. Berhemên wî ji bo zimanên çêkî, fransî, îngilîzî, farisî û gelek zimanên din hatine wergerandin. Sîras di saxiya xwe de xelatên rûmetê yên wekî Ala Sor a Kedê û Stêrka Sor wergirtine.
Sîrasê nivîskar û zehmetkêşê rewşenbîriyê, di 14’ê Rezbera 1983’yan de, li Yêrêwanê mir.
Pirtûka kurteçîrokan a Sîrasê nivîskarê ermenî, Letîfe, ji şeş kurteçîrokan pêk tê, ku Sîras ev berhema xwe di 1936’an de bi kurdî nivîsiye.
Berî her tiştî û di ser hemû şik û gumanan re ye ku Sîras nivîskarekî pirr xurt e û bi taybetî jî kurteçîroknûsekî qetlaz û jêhatî ye. Qetlaz û jêhatî ye, çi ku wekî berhemekê Letîfe xweş nîşanî me dide ku Sîras di kurteçîrokê de bêhnfireh, şareza, gerdûnî û xwedî hêz û şiyaneke gewre ye. Sîras bi wî zimanê xwe yê lexgîr, hêsan bi wateya “xwendinbarî”yê ve, hem ji aliyê şayesine fizîkî ve, hem jî ji aliyê dahûranên derûnî ve, bergehine berfireh û kûr li ber xwendevanan radixe, ku ev yek her bi tenê reng e ji pênûsa nivîskarekî “zor” derê:
Bi Letîfe, Esmer, Teyr û Kurm, Hewesa ‘Emir, Kulîlkên Biharê û Tilismeyê, bi şeş kurteçîrokên xwe yên ku jiyanê, bextewariyê û azadiya jinan, bi pênûsa nivîskarekî ermenî, bi kurdî dihevrînin, Letîfeya Sîras dibêje xwendevanên xwe yên nifşê nû: “Ji dinyayê ne şîn tê hilatinê, ne jî şayî.”

Letîfe Sîras (Himayag Sahagî Vosganyan) / Kurteçîrok, 164 rûpel

 

Parve Bike

Youtube Me

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 03 09 2026

Danasîna pirtûka 'Ez Çawa Bûm Pirek' hat kirin

news
  • 28 08 2026

Pirtûkek helbestan ‘Serêkaniyê’

news
  • 27 08 2026

E-Pirtûka “Gotinên Derûnkolerî” derket

news
  • 22 08 2026

Romanek û çîrokek, du klasîkên din ji bo kurdî hatin wergerandin

news
  • 20 08 2026

'Azadî: Bîranîn 1954-2021'

news
  • 13 08 2026

Ji Îrfan Amîda vê carê pirtûka çîrokan 'Dînolog' hat

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Wêneyê rojê; Kurdî vegerandin, lê ermenî ma!

ad

Wêneyê rojê: Salih Muslim û birîndarek

ad

'Ji bo em bi vîrusê bikevin'

ad

Li Los Angelesê rewşa dawî çi ye?

ad

Fîlmên Arjantînê têne nîşandayîn

ad

Li Helebceyê atolyeya nivîsandina senaryoya fîlman

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin

  • 15 09 2026
news

Siirt Sporê Dêrsim Spor têk bir

  • 16 09 2026
news

Îsal li Başûr çend xwendekar dest bi dibistanê dikin?

  • 16 09 2026
news

Hakkarî Zapspor bêyî bilîze Cizre Belediyespor têk bir!

  • 16 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname