Amed
Dengbêj Huseynê Farî di 14'emîn salvegera wefata wî de ji aliyê dengbêjên Amedê ve hat bibîranîn.
Çalakiya bibîranîna dengbêj Huseynê Farî li Mala Dengbêjan a Amedê hate li dar xistin. Rêveberê Mala Dengbêjan Sidîgê Hîzanî pêşkêşvaniya çalakiya bÎranînê kir û birê wî Haci Yusuf, hevalên wî Mihemmedê Dêrikî û Mahmûd Qizil li ser dengbêj axivîn.
Piştî axaftinan dengbêj Îsmaîlê Şilbî, Hesenê Şilbî, Evdirrehîmê Pîrikî, Mistafayê Botî, Erebê Sutî, Sadiqê Tirkî û H. Yûsûfê Farî klam gotin.



