Kurdistan LEZGIYEVA
Êrîişa bi navê ‘dij-terorê’ ya Azerbaycanê di 19’ê îlona/rezbera 2023’yan de li dijî Qerebaxê rastiyeke jeopolîtîk a bingehîn a nû neafirand, lê kerba dawî avêt bingehê rastiya ku piştî Şerê Qerebaxê yê Duyem di sala 2020’an de derket holê. Helwesta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û piraniya welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) wiha ye: Ji Ermenistanê re sempatî heye, lê rojava nikare bi hêz piştgiriyê bide Erîwanê. Sedemên kêmbûna îmkanên YE û DYA'yê ji ber çend faktoran in: Girîngiya Tirkiyeyê, mezinbûna rola çavkaniyên enerjiyê yên Xezerê, pasîfîzma Ewropayê û belavbûna hêzên amerîkî ji ber rûbirûbûna Rusya, Çîn û Îranê. Mîna sala 2020’an, îro jî rojavaya kolektîf îsbat kiriye ku nikare bandorê li pêvajoya şer bike.
PIŞTGIRIYA TIRKIYEYÊ
Tirkiye di Şerê Qerebaxê yê Duyemîn de bi tevahî piştgiriya siyasî û leşkerî da Bakuyê. Di nakokiya nû de, Erdogan xwe bi piştgiriya devkî ve girê da, lê hebûna Tirkiyeyê ya li Azerbaycanê, welatên NATO’yê ji destekdayîna Ermenistanê di aloziyeke nû ya li Qerebaxê de nehişt. Bi vegerandina tam a herêmê bo Azerbaycanê, Tirkiye wekî hevalbendê xwe giraniya xwe li ser asta navçeyî û heta cîhanî jî zêde dike.
RUSYA HÊZA DIYARKER E
Rusya li Qerebaxê û bi giştî li Başûrê Kafkasyayê hêza diyarker e. Sûcdarkirina nebûna hevgirtinê bi Ermenistanê û ermeniyên Qerebaxê re bi awayekî teorîk dikare bibe sedema lawazbûna pozîsyona Moskovayê ya di Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf de. Erîwan dikare pirsa vekişîna baregeha leşkerî ya 102 ji Gumrîyê jî bike.
HEWCEDARIYA ERMENISTANÊ
Lê sûcdariyên li dijî Rûsyayê, nikarin tiştekî radîkal biguherînin. Piştî windakirina dawî ya Qerebaxê, Ermenistan hîna jî hewcedarê baregeheke leşkerî ye, da ku li tenişta her du welatên Tirk ku di wan de metirsiyê dibîne, xwe ewle bike. Hêzên parastina aştiyê yên rus ji Qerebaxê bi xwe dernakevin û ne rastiyeke ku di salên pêş de derkevin. Dibe ku heta ermeniyên Qerebaxê bi tevayî jê dernekevin jî ew bimînin. Bi ser de jî, Ermenistan bi Rusyayê re girêdayîbûna malî û aborî ya bilind diparêze.
Ji ber ku baregeha li Gumriyê û hêzên aştîparêz ên rus li Qerebaxê, her wiha hebûna baregehên li Abhazya û Osetyayê, Rusya hêza serdest li herêmê dimîne. Hevkariya bi Azerbaycanê re, ku ji hêla peymana hevalbendiyê ya 22’yê sibata/reşemiya 2022’yan ve hatî bihêzkirin, tevî mirina pênc leşkerên hêza aştîparêz a rus di dema êrîşa Azerbaycanê de, nehat hejandin.
REWŞA NATO'YÊ
Helwesta Kremlînê, ku Qerebaxê wekî meseleyeke navxweyî ya Azerbaycanê dibîne, li ber çavê Aliyev baweriya bi Moskovayê wekî cîran û hevkareke pêbawer zêde dike. Niha ku Qerebax bûye pirsgirêkeke navxweyî ya Azerbaycanê, tu hêzeke welatên NATO’yê di pratîkê de li ser herêmê nema ye. Dibe ku îstîsnayek Ermenistan be, lê pozîsyona jeopolîtîk a komarê û nebûna normalîzekirina bi Bakuyê re dê rê nede Erîwanê ku "bi gemiyê ber bi rojava ve biçe."
DAXWAZA ÎRANÊ
Îran ji bihêzbûna Azerbaycanê û hevkarê wê Tirkiyê ne razî ye. Cudaxwaziya Qerebaxê ev 30 sal in ku metirsiya cudaxwaziya Azerbaycanê li Komara Îslamî bêbandor kiriye. Lê belê, ji bo wî, meseleya herî jiyanî - parastina sînorê rasterast bi Ermenîstanê re - di vê rewşê de ne hêja ye. Îran naxwaze korîdora Zengezûrê di bin kontrola Azerbaycanê û bi taybetî Tirkiyeyê de were çêkirin û Tehran jî ji dagîrkirina muhtemel a herêma Syunik a Ermenistanê ji aliyê artêşa Azerbaycanê ve ditirse. Ji ber ku senaryoyeke bi vî rengî ji holê rabû, ji bo Îranê statukoyeke erênî ma.
Bi kurtî encamên aloziya dawî ya li Qerebaxê, em dikarin bibêjin ku DYA û YE’yê pozîsyonên xwe yên li herêmê hîn lawaztir kirine. Hêza dawî ya bandorê ya di warê çareserkirina nakokiya Ermenistan-Azerbaycanê de girîngiya xwe winda kir. Rusya bi Azerbaycanê re têkiliyên xwe xurt kirin û bi Tirkiyeyê re li ser ji hev têgihîştinê ma, li Ermenistan û Qerebaxê jî pozîsyona xwe winda nekir. Di heman demê de, metirsiyên lawazbûna bandora Rusyayê li Ermenîstanê dê bimîne û pêwîst e niha li ser derbaskirin û rawestandina wan kar bê kirin.
Ozgur Polîtîka


