Diyarname
4'ê mehê kurultaya CHP'ê li dar ket. Di roja yekemîn de ji bo Serokatiya Partiyê hilbijartin hebû, di roja duyemîn de jî endamên Meclisa Partiyê têne hilbijartin. Roja yekîn di dora duyemîn de Ozgur Ozel ji bo Serokatiya CHP'ê hat hilbijartin.
Kurultaya CHP'ê 4'ê mehê dest pê kir. Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu ku ev 13 sal bûn serok bû û mebûsê CHP'ê Ozgur Ozel bûbûn berendam. Îlhan Cîhaner ku dixwest bibe berendam bi gotina, "Ez daxwazin bibim parçeyek vê pêşbaziya antîdemokratîk, bê siyaset û tenê li ser şexsan dimeşe" û bi vî awayî ji berendamtî vekişiya.
Di hilbijartinê de di dora yekemîn de tu berendamî nikarî nîvê dengan bigire. Di vê dorê de Ozel 682, Kiliçdaroglu 664 deng girtin. Dora duyemîn a hilbijartina ji bo serokatiya partiyê saet 11'ê şevê de dest pê kir û heta nîvê şevê encam zelal bûn: Di dora duyemîn de Ozel dengên xwe zêde kirin, 812 deng ji delegeyan girt û bû serokê partiyê. Kiliçdaroglu di 536 dengan de ma.
OZEL JI BO DEMÎRTAŞÎ SILAV ŞAND
Ji berendaman Ozel di axaftina xwe de got silavê dişînim Zolguldaka Ecevîtî, Tunceliya Serokê me, Dêrsimê, Uşak, TRabzon, Karadenîz, bila silav ji Marmaraya xweşik e, silav li Trakya, Wan, Mêrdîn, Guneydogu (Başûr û rojhilatê Tirkiyeyê). Ozel wisa dom kir, "Silav li yên her çar aliyên welatê min ala 6 tîran dihejînni, silav li Soma, Zonguldak û Batinê yên ku bi sedan metreyan li bin erd dixebitin, silav li jinên li Îzmîrê, Agrobayê ber xwe didin, silav li yên Sîlîvrî heta Bakirkoyê, silav li Can Atalay, Tolga Şardan, Osman Kavala, Selçuk Mizrakli, Selahattin Demirtaş.
Ozel got ku ev 44 sal in ji ber ku partiya me bi ser ketiye welat her ji aliyê partiyên rastgir ve hatiye bi rê ve birin.
Di kurultaya CHP'ê de îro jî dê endamên Meclisa Partiyê bêne hilbijartin.
OZGUR OZEL KÎ YE?
Serokê nû yê CHP'ê Ozgur Ozel di sala 1974'an de li Manisayê hatiye dinê. Li Zanîngeha Egeyê Fakulteya Dermansaziyê xwendiye.
Di sala 1999'an de dest bi karê eczacîtî (dermansazî/dermanfiroşî) kiriye, di navbera salên 2001-2007'an de li Odeya Eczaciyan a Manîsayê cîgiriya serokê odeyê û serokatiya odeyê kiriye.
Ozel di vê demê de berdevkiya sazkirina Mîtîngên Komarê kiriye.
Di sala 2011'an de ji Manîsayê li ser navê CHP'ê bû mebûs û ji wê demê ve mebûsî dike. Ozel herî dawî Berdevkê Koma CHP'ê bû.
Roja 5'ê mehê destê sibê bi hilbijartina dengên dora diduyan de kursiya Kemal Kiliçdaroglu jê girt û bû Serokê Giştî yê CHP'ê.
Ozel bi îngilîzî û almanî dizane.


