Serwet Ornek
Agahiyên di heqê ken û wateyên kenê de hetanî serdemên antîk diçe. Ken ji ber ku bi gelemperî tevgereke însanî û balkeş e, her tim di rojeva mirovahiyê de maye û bûye mijara zanistên civakî û zanistên pozîtîf. Lê ev têgeh jî wekî hin têgehên zanistên civakî, bi awayekî hevpar û sitandart nehatiye pênasekirin, ji ber vê yekê niqaşên di vê mijarê de hîn jî berdewam in. Wekî mînak hin ramanwer, têkiliya di navbera ken û hestên mirovan de heyî dipejirînin hin ramanwer jî li dijî vê têkiliyê derdikevin û napejirînin.
Di dîroka ramanê de têgeha kenê, bi awayekî taybet cih girtiye û bûye mijara zanistên civakî yên cur bi cur. Lê ev têgeh, di serdema modern de bêtir hatiye vekolîn û di encama van lêkolînan de teoriyên ji hev cuda hatine avakirin, ango pêvajoya dîroka ramanê de têgeha kenê û wateyên wê, bi rê û rêbazên felsefî, derûnî û civaknasiyê hatiye pênasekirin. Bi gelemperî di heqê pênaseya kenê de çar teorî hene: teoriya serdestî, teoriya lihevnehatî, teoriya rihetbûnê û teoriya civakî.[1] Di nav van teoriyan de ya herî hêzdar û navdar teoriya serdestiyê ye.
Ji ber ku mirov candarekî civakî û dilsoz e, hest û ramanên wî li gor demê, civakê û çandê cuda û taybet in. Pêwîst e ku mirov pênaseya “kenê” di vê çarçoveyê de bike. Ken; hest û çalekiyeke ji sedemên cuda pêkhatî ye û li gor dewr û dewranê, li gor çand û siyasetê guherbar e. Di heman demê de hin taybetmendiyên hevpar/ gerdûnî jî dihewîne. Têgeha kenê, mîna amûrekî desthilatdariyê tê bikaranîn. Di vê rewşê de tinaz û nizmdîtin heye, jixwebawerî û wêrekî heye. Ken; him çalakiyekî resen, dilsoj û şexsî ye him jî çalakiyeke derûnî, siyasî û çandî ye. Ken, di eslê xwe de encama çalakiyekî binehişî û derûnî ye. Ji ber vê yekê encamên vê çalakiyê hin caran huner e, hin caran etîk e, hin caran jî ontolojîk e.[2] Ken; him çalakiyekî heta ku tu bêjî taybet e him jî çalekiyekî psîkolojîk û çandî ye.
Ken di heman demê de peyama xweşhaliyê û şadûmaniyê ye, mirovan ji xirabiyê diparêze û ji bona dost û hevalan stargeheke ji ewlekariyê ava dike. Lê mixabin hin caran jî li dijî vê nêrîna erênî ye û dibe nîşana mirovên xirab, kenên bi vî halî jî bi awayeke xwezayî wateyên neyînî dihewînin. Ango mirovên xirab, tenê xirabiyê nakin, di heman demê de xirab dikenin û kenên xirab, mîna amûreke desthilatdariyê bikartînin û ji vî halê xwe yê xirab, gilî û gazinan nakin û ji vî rewşa xwe gelekî xweşhal in. Hasilî mirov dikane bibêje ku wate û peyama di kenê serdestan û bindestan de veşartî ne heman tişt e. Lê bi gelemperî tê zanîn ku di peyama dev û rûyên biken de hêviyên mezin veşartî ne.
Bûyera ku hefteya borî li bajarê Wanê qewimî di raya gel de bû sedema şirovekirina cureyên ken û awiran. Ev rojeva germ bû sedem ku em jî nivîseke kurt li ser zimanê laşê însan binivîsin ka wateya ken û awiran çi ye û cureyên wan hene an na, ku cureyên wan hebin tên çi wateyê?
Madem ku ken him têgeheke şexsî, çandî û psîkolojîk e wê demê çi cureyên ken hene û ev cureyên kenê li gor dem û rewşê tên çi wateyê? Em dê bi kurtasî cureyên kenê bisenifînin û kîjan cure bi mijara me va girêdayî ye em ê wê bi kurtasî şîrove bikin. Mirov dikare bi awayekî hêsan û kurt cureyên kenê wisa bisenifîne: kenê bitinaz, kenê qerfî, kenê qeşmeran, kenê şelafî, kenê ji xwe razî, kenê pozbilindî, kenê rexneyî, kenê derewîn, kenê ji dil, kenê beredayî, kenê xapînok, kenê bêdeng/ girnijîn û bi awayekî mecazî kenê wêrek û wd. Wekî ku di serenavên cureyên kenê de jî diyar e, her têgehek rewş û taybetiya mirovan a li hember bûyeran pênase û pêşwazî dike. Bi taybetî ji bona cîwanê ku bû sedema îlhama vê nivîsê, têgeha “kenê bitinaz” têra xwe bi mijara me va girêdayî ye û watedar e.
Ji ber ku di jiyana rojane de wateya têkilî û bûyerên çandî; li gor ruhên demê, li gor têkiliyên taybet û têkiliyên siyasî cuda ye, pêwîst e ku cuda û baldar bên şîrovekirin. Her çiqas bi dehan rê û rêbazên tinazkirinê û nizmdîtinê hebin jî bi gelemperî ev rewş, di lîteraturê de bi têgehên wekî kenê bitinaz, jest, mîmîk û awirên rûtal hatiye pêşwazîkirin. Jest û awirên bi vî rengî, di qada sosyo-psîkolojîk de mîna tewgerên laşî ên siriştî tên pejirandin. Ji ber ku têgeha kenê bitinaz wateya nizmdîtinê û tinazkirinê dihewînê em dizanin ku di pêvajoya dîrokê de him desthilatdarên dînî him jî desthilatdarên siyasî xwestine ku têgeha ken kontrol bikin, heta qedexe bikin. [3] Teoriya desthilatdariyê balê dikişîne ser têgeha nizmdîtinê û ji ber vê yekê têgeha ken bi awayekî negatîf vedibêje û şirove dike.[4] Wateya kenê bitinaz û awirên nizmdîtî di heman demê de tundiyekî rasterast û şexsî ye, ji ber vê yekê li ser keseyeta mirovan bandoreke neyînî pêk tîne û dibe sedema tundiya derûnî.
Hin bûyer û têgeh hene ji ber ku di jiyana rojane de tim pêk tên û ji rêzê ne, bala mirov nakişîne. Lê dema ku bûyerek an jî serpêhatiyek dibe sedem, ev têgehên rojane û ji rêzê watedar û balkêş dibin. Bi taybetî di zanîstên civakî de ev rewş diyardeyeke balkêş e. Di jiyana rojane de, mirov di nav dan û sitandin û ragihandinên cuda de ye. Ji ber vê yekê derûniya mirov û hal û tevgerên mirov, her dem ne wekî hev in. Bûyerên ku di nav rojê de tên jiyîn, bandorên mezin li ser bîr û derûniya me pêk tînin. Encam û bandorên vê pêvajoyê, bêyî îradeya me, him di hal û tevgerên me de him jî di reng û rûçikên me de xwe didin der. Ragihandina di navbera mirovan bi gelemperî bi axaftinê pêk tê lê hin caran peyv, kêrî vegotina hestan nayê, ev rewşa bêkêriyê ya ragihandinê, hin caran bi awirekî, jestekî, mîmîkekî an jî bi kenekî hêsantir tê vegotin. Ango awir û tevgerên ku xwe di rûyê mirov de didin der, ji ber ku ji dil tên, neynika dil û derûniya mirov e. Ji ber vê yekê peyamên di awir û kenên mirovan de veşartî, vegotina hest û ramanên razber hêsantir dike. Belê ken û awir cêwiyên hev in û neynika dil in. Tiştên ji dil tên di çav û rûyên mirov de xwe didin dest. Ken û awir di jiyana rojane de mîna amûrên ragihandinê tên bikaranîn û pejirandin. Heta hin caran û rewşan de ji axaftinê û vegotinê bibandortir dibin.
Mixabin binçavkirin, tirsandin, winda kirin û kuştin di vî erdnîgariyê de bûyerên rojane û ji rêzê ne. Ji ber vê yekê pir caran ev rewş, bi awayekî zaneyî nayên dîtin û bala kesî nakişîne. Lê ken û awirên xortê ku li Wanê hat binçavkirin bandorek mezin li ser raya gel hişt û bi taybetî di medyaya civakî de mîna fenomenekî civakî bû rojev. Ango bûyerên ku bi dehan salan e her roj di jiyana rojane de diqewimin û bi awayekî zaneyî nayên dîtin û nabin rojev bi saya cîwanekî devbiken pêkan bû.
Têgeha zaroktiyê li gor ruhê demê û rewşa welatan û hereman, wateyên cuda dihewîne. Lêhengê ku di medyaya civakî de wekî “zarokê devbiken” hat danasîn, yek ji zarokên vê erdnîgariya bikul û keser e. Ev lêheng, bi temenê xwe hîn zarok e lê bi hal û tevgerên xwe mîna gire girê mêran tevdigere. Em ji hal û tevgerên wî têdigêhêjin ku di temenekî biçûk de haya wî ji rojeva welêt a siyasî, ji mafên xwe yên demokratîk û zagonî heye. Ji ber vê yekê bi awirekî wêrek û kenekî bitinaz, li der û dora xwe dinêre û di nav hal û tevgereke bêhnfireh de dimeşe. Bi vî halê ji xwe razî, bi awir û kenê xwe yên bitinaz, bi ya min li dijî ken û siyaseta serdestan derdikeve, dibe dengê bêdengan û peyamekî bi vî rengî dide raya gel: Ji ber ku ez jî hemwelatiyê vî welatî me, mafên min ên legal û zagonî hene û min jî ew pêkanîn, ji ber ku ez mafdarim ne hewceye ku ez bitirsim, tiştek bi min nayê, nekevin tatêla min. Hûn jî bi rê û rêbazên demokratîk û legal li dijî bêhiqûqiyê derkevin û li berxwe bidin. Ji ber ku ev helwest, helwesteke demokratîk û legal e, hûn mafdarin ku bi dengekî bilind bikenin û serbilind bin.
Ji bîr nekin mirovahî bi heman şêweyî dikene û dimeyizîne, peyamên ku di ken û nêrînan de veşartî çi çê çi xirab zimaneke hevpar û gerdûnî ye. Baş bizanin ku di wîjdana mirovên ku ji dil ve dikenin de leke, qirêjî û tundî nîne. Ji ber vê yekê lazim e ku peyam û wateya di rû û rûçikê vî cîwanê fenomen de veşartî, ji bona dost û yaran wekî şadûmanî û şanazî; ji bona desthilatdaran jî wek kul û derd were şîrove kirin. Awir û ken alavên ragihandina laşî ne û bi têra xwe kûr û biwate ne, kodên keseyeta mirovan dihewînin. Ji ber vê taybetiya peyama laşî, di dîroka mirovahiyê de mirovên zana û têgihiştî çav, awir û kenê mirovan mîna neynika dilan pejirandine. Ev ragihandina laşî ya taybet, di nav gel de bi cih û war bûye û di gotinên pêşiyan de bi awayekî parzûnkirî û bi gotineke têra xwe bi hunerî hatiye ziman:
Çi ji çav tê, ew ji dil e,
Dil bi xem be, çav jî şil e.
[1] John Morreall, Gülmeyi Ciddiye Almak, çev.: Kubilay Aysevener, Şenay Soyer, İris Yayincilik, İstanbul, 1997, s. 5.
[2] Feyza Ceyhan Coştu, Gulme Uzerine Bir Deneme: Bergson ve Freud, Felsefe Dunyası Dergisi, Sayı: 71, Yaz 2020, ss. 135-154.
[3] Sanders B. (2001). Kahkahanın Zaferi. Çev. K. Atakay. İstanbul 2001.
[4] Platon (2010). Devlet. Çev. S. Eyuboglu & M. A. Cingoz. İstanbul 2010.


