logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Îshak Tepe mir
  2. Festîvala Kurteçîrokan bi beşdariya 45 nivîskaran dest pê kir
  3. Bijî serê heshesok
  4. Fîlmê 'Filistîn 36' hat nîşandayîn
news-details

Dîkê zû azan bide serê wî tê jêkirin!

  • Dîrok: 10/07/2024
  • Beş: EURO 2024

___Cemil Oguz___
Çîroka dîkê ku zû azan dide tê zanîn: Serê wî tê jê kirin û bi dilxweşî goştê wî tê xwarin. Îro dîkên Fransayê jî zû azan dan, lê pêşî Yamal, dûre Olmo serê wan jê kirin û bi ziktêrî berê xwe dan fînalê.
Di Euro 2024'an de ji roja roja nîv fînalê bû. Îro maça yekemîn a nîv fînalê hebû. Du tîmên mezin, du favorî hebûn; yek jê Fransa bu ku salên dawî gelek derketibû fînalê. 
Di vî warî de ji bo Fransayê îstatîstîkên baş hebûn: Sal 2016'an, di fînala Euro 2016'an de Fransa û Portekîz derketin pêşberî hev: Portekîzê di deqîqeyên zêdek, deqîqeya 109'an de Fransa têk biribû.
Di Kûpaya Cîhanê ya 2018'an de Fransa li fînalê bû û reqîb Hirvatistan bû: Fransa bi 4-2 bi ser ket.
Sal 2022, dîsa Kûpaya Cîhanê, vê carê Fransa û Arjantin li fînalê bûn; Messiyê dixwest vê kûpayê jî li dîroka xwe bike, helbet tîma wî Arjantîn bi ser ket. Di vê navê de Fransa tenê di Euro 2020'yan de di çarîk finalê têk çûbû.
5 ZANÎNGEHAN DIGOT FRANSA
Li aliyê din 5 zanîngehên navdar bi îstatîstîkan eşkere kiribûn ku bi sedî 19 wê Fransa vê kûpayê bigire. Yanê Fransa bi sedî 19 di rêza yekemîn de bû, Spanya wekî çaremin derketibû.
HEJMARA DERKETINA FÎNALÊ
Lê li aliyê din Spanyaya lîstikvanên ciwan, ên xwîna wan zêdetir dikele xistibûn maçê; dixwest vegere serdema xwe ya serketî, ya salên xwe yên 2008-2012yan ku du caran di vê tûrnûvayê de bi ser ketibû.
Heta niha Spanya 5 caran derketibû fînalê û 3 caran bi ser ketibû. Fransa 3 caran derketibû fînala vê tûrnûvayê du caran bi ser ketibû.
'NO PASARAN' BÛ 'PASARAN'
Îro rojnameya fransiz L'Êquipe manşeta "No Pasaran" bikar anîbû. "No Pasaran" (Wê nikaribin derbas bibin) di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de diruşma Fransayê bû ku ji bo biryardariya parastina mewziya xwe nîşan bidin ev diruşm bikar anîbû. Rojnameyê jî bal kişandibû ser ê yekê, ser vê bi biryariyê. Lê li aliyê din tê zanîn ku di nav Şerê Navxweyî ya Spanyayê de Komarparêzan jî dijî nijadperestan ev diruşmm bikar anîbû. Û piştî sernavê rojnameyê meraq ew bû ku dê kîjan tîm rê neda tîma din? Wê ji bo kîijan tîmî "No-Pasaran" biba "Pasaran"?

DÎKAN ZÛ AZAN DA
Belê rewş wisa bû lê serketî ne bi îstatîstîkan, li sehayê diyar dibû. Li Allianz Arenaya Munihê her tişt ji bo nîv fînalê amade bû. Alîgirên her du tîman jî bi coş bûn. Gayên Spanyayê êrîş dikirin, dîkên Fransayê nikil lê didan.
Li sehayê Spanyaya ku di vê Euro 2024'an de qet têk neçûbû, dest ji wê jî berde qet wekhev jî nemabû, di hemû maçên xwe de bi ser ketibû hebû.
DÎKAN NIKIL LÊ DA
Maçê dest pê kir û Fransayê hê destpêka maçê, di deqîqeya 8'an de bi Kolo Muani nikila xwe ya yekemîn lê da: 1-0. Golê serdestiya psikolojik dabû destê fransizan, bi vê serdestiyê dilîstin, lê li Spanyayê zarokek hebû, zarokê 16 salî, zarokê ku navê wî Yamal bû… Yamalê heta niha di Euro 2024'an de tenê asîst dabûn, gol neavêtibû, di deqîqeya 21'ê de vê carê li nêzî xêza pêş kelehê lîstikvanên fransiz rêz kirin, ji nav wan re valahiyeke delal dît û gog bi fûzeyek şand nav tora fransayê: 1-1. Dîkên ku bi lez azan dabûn poşman bûn, loma Spanyayê di deqîqeya 25'an de dest avêt gewriya wan. Dani Olmo ku di gelek maçan de paşê ketibû maçê gol avêtibû, encam guhartibû, îro di nav 11'yên pêşî de bû û xweş lêda; Bi siûd bû, gog li lîstikvanê fransiz jî ket û encam hat 2-1'ê.
Mbappeyê ku asîstê gola yekem kiribû dixwest ji dêvla matadoran ew tîran biavêje gayan, dixwest defansê Spanyayê tevlihev bike, Dembeleyê dixwest xwe nîşan bide hebû, lê têre nedikir ji ber ku ev Spanya tîmek din bûn; astek ji wan bilindtir bû.
DANSA SPANYOLAN
Spanyolan dest bi flamenkoyê kiribûn; pas didan, bi pasan flamenko dilîstin. Li aliyê çepê sehayê Williams, li aliyê rastê Yamal her di êrîşê de bûn. Rodri nava sehayê kilît kiribû, Morata, Fabin, Olmo rabûbûn dîlanê.
Nîveka yekemin bi 2-1'ê bi dawî bû. Di nîveka dyemîn de encam neguherî û Spanya bû yekemîn fînalîstê Euro 2024'an. 
YAMAL KET NAVA DÎROKÊ
Lîstikvanê Spanyayê Lamine Yamal hê 16 salî ye.13'yê mehê dikeve 17 saliya xwe û 14'ê mehê maça fînalê heye. Yamalî bi gola ku îro avêt bû, "Lîstikvanê herî ciwan ê di Tûrnûvaya Şampiyoniya Ewropayê de golê diavêje" û bi vê ket nava dîrokê. Ev rekor di destê lîstikvanê Swîsreyî Johan Vanlanthen (18 sal û 141 roj) de bû ku di sala 2004'an de avêtibû.
EXTIYARÊ NÎV FÎNALÊ
Lîstikvanê Spanyayê Navas di 38 saliya xwe de ket maçê, ku bi vî temenî bû lîstikvanê herî extiyar ê nîv final lîstiye. Hêjayî gotiniyê bavê Yamal ê 16 salî 35 salî ye û ji Navas biçûktir e.
SPANYA Û ALMANYA 3 CARAN BI SER KETINE
Spanyayê (1964, 2008 û 2012) wekî Almanyayê (1972, 1980, 1996) 3 caran ev kûpa biriye mala xwe. Spanyaya ku niha derket fînalê, bi ser bikeve dê rekorê bigire destê xwe. Fransa û Îtalya her yek 2 caran, Yekîtiya Sovyekê, Çekya, Portekî, Hollanda, Danimarka û Yewnanistan her yek carek ev kûpa bi dest xistiye.
FÎNAL 14'Ê MEHÊ YE
Spanya bû yekemîn fînalîst. Fînalîstê din 10'ê mehê saet 22.00'an de bi maça Îngilistan û Hollandayê diyar dibe. Kîjan tîm bi ser bikeve di fînalê de wê bibe reqîbê Fransayê. Maça fînalê wê 14'ê mehê bê lîstin.

**

Hemû notên li ser EURO 2024'an di vê lînkê de ne:

- EURO 2024

- Don Kîxotî jî nikaribû ew qas êrîşan bike!

Parve Bike

Youtube Me

Li ber siya spîndarê

news

Hinarên kurdan, îstatîstîk û agahiyên girîng

news

Li ser konsera Koma Amed û Ciwan Haco 2 pirs

news

Omer Dilsoz: Lihêfka bêdengiyê

news

H. Kovan Baqî: Gotinên te stêrk in Nowalîsa

news

Diyarname Nûçe: Pirtûkeke nû a Îrfan Amîda Zenge şev #podcast #diyarname20salîye

news

Diyarname nûçe:Bi hezaran kitabê kurdî hêvî wendoxanê xwu yê #podcast #diyarname #diyarname20salîye

news

Hogir Berbir: Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

news

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Diyarname:Pirtûkeke helbestan, “Sola Qetiyayî” derket #diyarname #diyarname20salîye

news

Dilşêr Bêwar: Ez baş im

news

Yeqîn H.: Bîr

news

Kobanî û Cebelîtarik

news

Mesûd Qeya: Ro li ava ye

news

Omer Dilsoz: Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

news

Festîvala FîlmAmedê bi xelatdayînê bi dawî bû #diyarname20salîye #podcast #diyarname

news

Film: Fîlmê Adîle Naşît tê

news

Dor 60 helbestên li ser evînî

news

Rewşa Îsmaîl Beşîkçî, 28.09.2025

news

Diyarname: Koma Amed li Amedê konserê dide #diyarname20salîye #diyarname #books

news
EURO 2024 - Nivîsên Dawî
news
  • 14 07 2024

Û spanyolan carek din hêviya îngilîzan di gewriya wan de hişt

news
  • 11 07 2024

Navê fînalê eşkere bû: Spanya - Îngilistan

news
  • 10 07 2024

Fînalîsto diyin eyro eşkera beno

news
  • 10 07 2024

Dîkê zû azan bide serê wî tê jêkirin!

news
  • 06 07 2024

Îngilîzan bi penaltiyan bilet bi dest xist

news
  • 05 07 2024

Spanyolan alman şandin mal

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Asyaya me

  • Kadir Stêra
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
news

Kîjan rastî?

  • Dilşêr Bêwar
news

Pelê darê û nefesa bê

  • H. Kovan Baqî
news

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • Kazim Polat
news

‘Helal Et’, ‘Helal Kurdçe’

  • Cemil Oguz
news

Lihêfka bêdengiyê

  • Omer Dilsoz
news

Gotinên te stêrk in Nowalîsa

  • H. Kovan Baqî
news

Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

  • Hogir Berbir
news

Ez baş im

  • Dilşêr Bêwar
news

Bîr

  • yeqîn h.
news

Ro li ava ye

  • Mesûd Qeya
news

Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

  • Omer Dilsoz
Ev jî hene
ad

1700 kesî xwe tazî kir

ad

Salek û 3 meh cezyê hepsê li rojnameger Mehmet Ali Ertaş birîn

ad

Pepûka li ser dara payîzê

ad

Zarok bi mafên xwe zarok in!

ad

Messi û Ronaldo di heman tîmê de wê bilîzin!

ad

'Fîlmekîmî' bi gelek fîlmên xelatgir amade ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Îshak Tepe mir

  • 09 11 2025
news

Festîvala Kurteçîrokan bi beşdariya 45 nivîskaran dest pê kir

  • 09 11 2025
news

Bijî serê heshesok

  • 09 11 2025
news

Fîlmê 'Filistîn 36' hat nîşandayîn

  • 08 11 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname