Diyarname
Tiştek ecêb qewimî: Rêwiyekî bi navê F.H. ku ji Misrê dihat, li Balafirgeha Sabiha Gokçen a Stenbola Tirkiyeyê rastî lêgerînê hat. Di encamê de di çenteyê wî de 17 heb tîmsehên Nîle û 10 varanên Nîlê hatin dîtin.
Wezareta Çandinî û Daristanê ya Tirkiyeyê li ser vê yekê daxuyanî belav kir. Kesê ev tişt pêre hatine dîtin, dê ev sewal bibira Hatayê. Ji tîmsehan 5 heb telef bûbûn, 12 zindî bûn. ji varanên Nîlê jî 5 telef bûbûn 5 zindî bûn. Li gor daxuyanî Beşa Parastina Parkên Neteweyî û Xwezayê ew sewal girtine bin kontrolê.


