Diyarname
Di nav bernameya Yenîsahne ya Batmanê de vê mehê lîstikên şanoyê, gotûbêj û pêşangehek fotoyan heye.
Vê mehê li Yenisahneyê lîstikên şanoyên yên wekî "Ne wisa, ne jî wilo", "Qral û Travîs", "Bûka Lekî", "Masîreşka Biçûk", "Xwezgînî", "Karmakarişik", "Tirş û Tehl" û "Jixweberî" derkevin pêşberî şanohezan.
Ji bilî van roja 12'yê mehê pêşangeha fotografan a Muşerref Gonulaçar, saet 14'an de vedibe. 23'yê mehê jî li Yenisahneyê çalakiya gotûbêj û îmzeyê heye. Meral Çiçeklidal dê beşdarî çalakiya ku saet 15'an de li dar bikeve bibe.
Ji bo têkilî: 0545 234 0466



