Diyarname
Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu ligel şaredarên din ên CHP'ê çû serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û DEvrim Demir ên ji peywirê hatin girtin. Îmamoglu li vir dijî kayûman derket û got, "Rewşa niha me xistiye nava şermê û serê me xistiye ber me."
Îmamoglu ku Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê ye ligel vê serokê TTB'ê (Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê) ye. Ew bi van nasanmeyên xwe ligel heyetek çû Mêrdînê. Di heyetê de Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Gokçe Gokçen û Gul Çiftci, mebûsê CHP'ê yê Rihayê Mahmut Tanal, Şaredarên CHP'ê yên Şaredarê Bajarê Mezin a Edeneyê Zeydan Karalar, Şaredarê Bajarê Mezin a Mêrsînê Vahap Seçer û Şaredarê Semsûrê Abdurrahman Tutdere cih girtin.
Turk û Devrim ligel Hevşeradarên Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun li balafirgehê pêşwazî li heyetê kir. Heyet çû mala Ahmet Turk a li Dêrikê.
Turk li vir got, "Hatina wan em kîfxweş kirin. Bi siyaseta kayûman em nikarin xwe bigihînin demokrasiyê. Em dixwazin edalet û hiqûq pêk bê."
Îmamoglu li vir got, "Evserdana min a şexsî bû lê şaredarên me yên bajarên nêz jî ligel me hatin. Em dixwazin li Tirkiyeyê demokrasiya herêmî xurt bibe. Ji herêmê divê em pêş bikevin. Ger hûn rêveberiyên herêmî xurt nekin, hûn nikarin pêş bikevin."
Ev fotoyên rojê ne û em pêşkêşî we dikin.





