Diyarname
20'ê vê mehê Herêma Kurdistana Federe jî têde li hemû Iraqê serjimarî hebû. Bajar bi bajar serjimarî çêbû û hem hejmara serjimariya Iraqê, hem jî ya Herêma Kurdistana Federe eşkere bû.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî bi daxuyaniyek encama serjimariyê eşkere kir.
Li gor vê:
- Hejmara şêniyên li Herêma Kurdistana Federe 6 mîlyon û 370 hezar û 668 kes e.
- Ji vê reqemê 3 mîlyon û 200 hezar û 506 kes mêr in ku ev yek teqabulî sedî 50,4 tê. Her wiha 3 mîlyon û 170 hezar û 162 kes jî jin in ku ev yek rastî 49,6'ê tê.
- Sedî 84 kurd li bajaran, sedî 16 jî li gundan dijîn.
- Li Herêma Kurdistana Federe mîlyonek û 379 hezar û 163 malbat hene. Li her malbatê di navbera 4 an 6 kesan mirov hene.
- Li aliyê din sedî 14'ê gelê Herêma Kurdistanê xelkê Iraqê ne.
REWŞA TEMAMÊ IRAQÊ
- Herêma Kurdistanê jî têde Serjimariya Iraqê jî bûye 45 mîlyon û 407 hezar û 495 kes.
- Li temamê Iraqê 7 mîlyon û 898 hezar û 588 malbat hene.
- Li Iraqê 22 mîlyon û 784 hezar û 62 mêr hene ku ev teqabulî sedan 50.1'ê tê. Her wiha 22 mîlyon û 623 hezar û 833 jin hene ku ev yek jî tê wateya sedî 49.9.
- Li Iraqê sedî 70.3 mirov li bajaran û ji sedî 29.7 jî li gundan dijîn.


