Diyarname
Li eyaleta Kalîfornia ya DYA'yê roja 7'ê mehê agir bi daristanê ket û heta 8'ê mehê 30 hezar kes ji wir hatin dûrxistin.
Agir li herêma Hollywoodê ya Los Angelesê ku li eyaleta Kalîforniayê ye çêbû. 3 hezar kes ji Los Angelesê hatin dûrxistin. Her ku çû bandora şewatê zede bû, asta dîtinê kêm bû, rê hatin girtin. Bayê ku bi leza 50 kîlometreyî dihat agir gurtir kir.
Waliyê Kalîforniayê Gavin Newsom piştî ligel tîmên agirkujiyê axivî rewşa awarte ragihand. Şewatê bandor li xaniyên navdarên Hollywoodê jî kir.
Hejmara kesên ji herêmê hatin dûrxistin derket 30 hezarî.
Ji ber vê yekê çalakiyên çandî yên wê herêmê hatin betalkirin. Ji van bernameya SAG'ê (Screen Actors Guild Awards) 8'ê mehê dê li dar biketa merasim hat betalkirin. Bi SAG'ê xelatên performansên serketî têne belavkirin ku yên li vir bi ser dikevin di Oscarê de jî dibin xwedî siûda serketinê.
Ligel vê çalakiya mezin, hat gotin ku gelek çalakiyên din ên çandî hatine betalkirin.


