___Brahîmê Alûcî___
Destpêk
Frantz Fanon, derûnbijîşkê (psychiatrist) Martînîkî, yek ji lêkolerên herî girîng ê sedsala 20an e ku li ser bandorên derûnî û giyanî yên kolonîyalîzmê xebitiye. Di nivîsên xwe de, Fanon destnîşan dide ku kolonîyalîzm ne tenê pergaleke siyasî an aborî ye, lê ew pergaleke şidetê ye ku li ser laşên mirovan tê sepandin û zihniyeta wan vediguherîne. Di vê beşa nivîsê de, em ê dahûrîneke Fanonî li ser rewşa kurdan û laşê kurdî bikin. Em ê binêrin ka çawa konseptên Fanon ên wekî laşê kolonîzekirî (colonized body), trawmaya nifşî (intergenerational trauma) û şidet wekî amûra azadiyê dikarin ji bo têgihiştina dîroka kurdî û rewşa derûnî û giyanî ya civaka kurdî bêne bikar anîn.
Laşê xwemalî û Laşê Înkarkirî
Merleau-Ponty, fîlozofê fenomenolojîst, behsa laşê xwemalî dike - laşê ku ez bi wî re li cîhanê me ku ez bi wî re tişt û heyber û mirovan têdigihêjim û tevdigerim ku ew ne tenê tişteke (heyber) ku ez xwediyê wê me lê ew ‘ez’ bi xwe mim. Laş ne tenê tişt (object) e lê erk (subject) e. Ez bi laşê xwe me, ez laşê xwe me.
Lê Fanon dibêje ku ji bo mirovên reş, laş ne laşê xwemalî ye - ew laşê înkarkirî ye. Lewre di çavên spî de, laşê reş ne laşê normal e. Ew zêde seksîkirî (hîperseksuelkirî) ye. Mêrê reş di xeyala spî de wekî kîrê mezin (giant phallus) tê xeyal kirin. Ew ne wekî mirov, lê wekî hêzeke seksî, wekî heywanek, wekî gefekê tê dîtin. Ev ne rast e - ev veguheztineke rengvedanî ye, xeyaleke çewt e - lê ev xeyal bandoreke rastîn li ser jiyana mirovên reş dike.
Jinê reş di xeyala spîyn de jî hatiye seksîkirin, lê bi awayekî cuda. Ew wekî ekzotîk e - cuda ye, balkêş e. Lê di heman demê de, ew ji standardên bedewiya spî - ku porê sivik, çermê spî, lûtikên tenik in - dûr e. Lewma jinê reş her car hes dike ku ew "ne bedew e" ku ew "ne destnîşankirî ye". Ew hewl dide ku xwe vebiguhîne - porê xwe sivik bike, çermê xwe spîtir bike - da ku nêzî standardên bedewiya spîyan bibe.
Li Kurdistanê jî em dikarin behsa laşê kolonîzekirî (colonized body) bikin. Lê forma wê cuda ye ji laşê reş. Ji bo kurdan, mesele ne rengê çermî ye - kurd "spî" ne di wateya rengê çermî de. Lê laş bi awayên din kolonîze dibe, bi awayên din tê înkar kirin, bi awayên din tê kontrol kirin:
Yek: Kolonîzekirina bi Şidetê
Laş, bi şidetê kolonîze dibe. Dîroka kurdan bi şidetê li ser laşê kurdan bûye loda kul û birîna - îşkenceyên di girtîgehan de kuştinên di kolanên de, qirkirinên di gund û bajaran de. Fanon dinivîse ku kolonîyalîzm ne tenê pergaleke siyasî ye - ew pergaleke şidetê ye ku li ser laşên mirovan tê sepandin. Dewlata kolonîyal dixwaze nîşan bide ku ew li ser laşê te/we desthilatdar e ku ew dikare laşê te/we biêşîne, bişikîne, bikuje û hwd.
Di îşkenceyan de, laş dibe cihê ku tê de desthilatdariya dewletê xuya dibe. Îşkencekar bi êşandina laşî hewl dide ku vîn û îradeya mirovî bişkîne ku ji dev laşê xwemalî berde. Fanon ku wekî derûnkolînerekî bi kesên ku hatinin îşkence kirin kar kiriye, dinivîse ku îşkence ne tenê êşa laşî ye - ew êşa derûnî û giyanî ye ku domdar e û di xewnê de vedigere ku mirov vebiguherîne. Gelek kurd di îşkenceyên giran de debasbûnin û ev îşkenceyan ne tenê laşên wan, lê derûn û giyana wan jî şikandine, wan di rewşa trawmaya domdar û mayinde de hiştine.
Du: Kolonîzekirina bi Nasyona Serbazî
Laş bi nasyona serbazî kolonîze dibe. Li gelek cihan, mêrên kurd mecbûrî serbaziyê dibin - di artêşa tirkî, di artêşa îranî, di artêşa îraqî de. Ev serbazî ne bijartin e - ev mecbûrî ye. Mêrê kurd divê çek hilgire û li dijî dewleta ku gelê wî nas nake şer bike. Laş, di vê rewşê de dibe amûr (instrument) - dibe heyberek ku dewlet bi kar tîne. Ev ne tenê bikaranîna laşî ye - ev şikandina nasnameyê ye. Serdest dixwazin ku bindest li dijî xwe, li dijî gelê xwe, li dijî bawerî û nirxên xwe tevbigere.
Sê: Kolonîzekirina bi Janên Hevpar
Laş bi êşên hevpar kolonîze dibe. Sedam li Helebçeyê (1988) ku 5000 mirovan di yek rojê de kuştin, ev ne tenê êrîşek a serbazî bû - ew êrîş li ser laşê hevpar ê kurdan bû. Peyam ev bû: "Em dikarin we her car, li her derê, bi her awayî bikujin." Ev tirseke hevpar e ku bi wê re dewlet dixwaze gel di bin kontrola xwe de bigire. Û ev êrîş li ser laş e li ser hebûna hevpar e - qirkirin (genocide) e.
Fanon dinivîse ku dema laş bi vî awayî têk diçe, mirov di rewşeke bêkesîtî û bêşexsiyetiyê (depersonalization) de ye - ew xwe wekî laş, wekî ezî (ego) yek û yekgirtî hest nake. Ew hes dike ku laşê wî ne yê wî ye ku ew di derveyî xwe de ye ku ew xwe nabe kontrol kirin. Ev yek ji nîşanên veqetandinê (dissociation) e ku di trawmayên mezin de diqewime.
Laşê Berevanî û Berxwedaniyê
Lê laş ne tenê cihê trawmayê ye - ew cihê berevanî û berxwedaniyê jî ye. Fanon gelek caran balê dikşîne ser vê xalê: Laş dikare bibe amûra şoreşê, amûra vegirtina desthilatê li ser jiyana hebûn û xwebûna xwe. Dema gerîla çeke xwe hildigire û diçe ser çiyayan, ew bi laşê xwe dibe şoreşger. Dema jin laçik û hirbiya xwe ji serê xwe derdixe û dibêje "na, ez nikarim wisa bijîm," ew bi laşê xwe berevanî û berxwedanê nîşan dide. Dema koçber bi laşê xwe sînoran derbas dike, di rewşên zor û zehmet de bi rê ve diçin, ew bi laşê xwe ji bo jiyaneke din, ji bo azadiyê têdikoşin.
Rojava nîşaneke balkêşê bo laşê berevanî û berxwedaniyê. Jin bi çekan ketine şer, laşên xwe danîne pêş. Ev ne tenê şer e - ev ragihandin e ku "em ne qurban in, em şoreşger in, em bi laşên xwe azadiyê diparêzin." Wêneyên jinên YPJ yên ku bi çekan li dijî DAIŞê şer dikirin, li tevahiya cîhanê bûn sembol. Lê divê em hişyar bin ku van jinan ne wekî şoreşger û şervanên ekzotîk (exotic warriors) binêrin, lê wekî mirovan ku ji bo azadiya xwe, ji bo civaka xwe, ji bo siberoja xwe têdikoşin.
Trawmaya Nifşî - Veguhestina Derhişî ya Êşê - Ji Trawmaya Takekesane heta Trawmaya Hevpar (Civakî)
Freud di nivîsên xwe yên dawî de behsa hêza mirinê dike. Ew dibêje ku di hundirê her mirovî de du hêz hene ku bi hev re têdikoşin: Eros - hêza jiyanê, xwestina pêkhatinê, xwestina hevgirtinê - û Thanatos - hêza mirinê, xwestina vegerê berbi rewşa bêjiyanê. Di rewşên normal de, ev her du hêz di hevkêşeyê de ne. Lê dema trawma mezin diqewime, Thanatos xurt dibe, dest pê dike xwe nîşan bidin bi awayên cuda - bi xwekuştinê, bi şidetê, bi windakirina xwestina jiyanê.
Lê Freud behsa trawmayên takekesane dikir. Fanon û piştî wî gelek lêkolerên din behsa trawmaya hevpar (collective trauma) dikin. Ev ne tenê trawmaya ku takekesek dîtiye - ev trawmaya ku civakek, gelek, komek dîtiye. Û ev trawma ne tenê li ser kesên ku rasterast ew rûdan dîtine bandorê dike, lê li ser tevahiya civakê, li ser nifşên pêş jî bandorê dike/dihêle.
Veguhestina di Navbera Nifşan de
Trawma bi veguhestinê di navbera nifşan (intergenerational transmission) de derbas dibe. Dêûbavên ku trawmayê dîtine, herçend naxwazin jî lê bi awayên derhişî trawmayên xwe berbi zarokên xwe ve vediguherînin. Diya ku zarokê xwe di şer de winda kiriye, nikare dema zarokê xwe yê din mezin dike bêtirs be. Ew her ditirse, her ragêş e, her li benda xeletiyê ye. Ev tirs ji zarokê re derbas dibe û zarok jî dest pê dike ku cîhanê wekî ciheke xeternak bibîne.
Bav ku di girtîgehê de hatiye îşkence kirin, di derûn û giyana xwe de şikestî ye. Ew nikare erka bavîtiyê (paternal function) bi awayê siruştî bîne cih. Li gorî Lacan, bavê sembolîk (symbolic father) ew e ku qanûnê temsîl dike ku sînordar dike ku zarok ji dayikê veqetîne û bikeve civakê. Lê bavê ku îşkence dîtiye ku rûmeta wî hatiye şikandin ku ew xwe wekî şikestî û wekî têkçûyî (defeated) dibîne, çawa dikare vê erk û fonksiyonê bîne cih? Ew xwe bêhêz dibîne, xwe bêarmanc dibîne. Û zarok vê hestê hîs dike û dikişîne, ev hest dibe beşek ji ezî (ego) û xwebûna wî.
Trawmaya Hevpar a Kurdî
Li Kurdistanê, em bi salan trawmaya hevpar dijîn. Ji qirkirina Dêrsimê (1937-38) ku tê de bi dehan hezar mirov hatin kuştin heta qirkirina Enfalê (1988) ku tê de 182,000 kurd hatin kuştin û hezaran gund hatin vêran kirin. Şerên domdar li Rojhilat. Êrişên li dijî Rojava. Koçberiya bi milyonan kurdan ku ji welatên xwe derketin, di kampan de dijîn, di rewşên bêrûmet de dijîn. Ev trawmayan ne tenê li ser kesên ku wan rasterast dîtin bandor kirine - ev li ser tevahiya civaka kurdî bandor kirine. Zarokên ku niha têne dinyayê, herçend wan ev rûdanên trawmatîk nedîtibin jî bi vê trawmayê mezin dibin. Ew di çîrokên dêûbavan de wan dibihîzin, ew di dengên şikestî yên bavan de van hest dikin, ew di bêdengiya malên de ku mirov ji tirsê dipeyive van trawmayan têdigihêjin.
Ev trawma di derhişiya hevpar (collective unconscious) de ye. Ew ne di hişmendiyê de ye her car, lê ew li wir e, di derê hiş de, di kûrahiyê de. Ew xwe bi awayên cuda nîşan dide - bi xewnan, bi xofan, bi hestan, bi tevgerên laşî. Ev tirs ji ku tê? Ev tirs ji trawmaya hevpar tê, ji bîra hevpar tê ku dibêje "bavûkalên me qirkirin, dikarin me jî qirbikin."
Nexweşiya Civakî
Fanon dinivîse ku trawmaya kolonyal nexweşiya civakî ye. Ne tenê kesên cuda nexweş in - tevahiya pergala civakî, bi awayekî nexweş hatiye organîze kirin. Civakek ku di bin bindestkirin û trawmayê de ye, nikare wekî civakeke siruştî û normal kar bike. Têkiliyên di nav wê de şikestî ne, hêviyên wê lawaz in, baweriya wê bi hebûn û xwebûna xwe û bi siberojê kêm e.
Li Kurdistanê jî em vê nexweşiya civakî dibînin. Rêjeyek bilind a nexweşiyên derûnî - depresyon, rageşî (anxiety), NSPT – Nexweşiya Stresê ya Piştî Trawmayê (PTSD – post-traumatic stress disorder), nexweşiyên laşî û somatîk ku bingeha wan derûnî û giyanî ye. Rêjeyek bilind a xwekuştinan, nemaze di nav ciwanan de. Bikaranîna zêde ya alkol û madeyên din wekî awayê revîna ji êşê. Şidetên di nav malê de, di navbera mirovan de - lewre şidet ku ji derveyî tê, carinan dikeve hundurê civakê û di nava xwe de jî dest pê dike ku xuya dibe.
Lê divê em jî hişyar bin ku hemû van patolojiyan - nekin nexweşî. Fanon hişyar dike: Dema civakek di bin zilmê de ye, hin bertek û helwestên ku wekî nexweşî ye xuya dikin, di rastiyê de ev bertek û helwestên normal in li hemberî rewşeke nenormal. Takekes ku di bin îşkenceyê de dilxweş dibe, ne nexweş e - ew bi awayê normal berbi rewşeke ne normal xwe-radigire. Civakek ku di bin qirkirinê de ye û hêviya wan a hevpar heye, ne nexweş e - ew bi awayê mirovane berbi mirinê xwe-ragiriyê dike.
Lewma divê em van nîşanan wekî nîşanên nexweşiya takekesane nebînin, lê wekî nîşanên nexweşiya civakî bibînin ku ji bindestkirin û trawmaya hevpar tê. Çare ne dermanên derûnî û giyanî yên takekesane ye (herçend ew jî carinan pêwîst bin) - çare veguhertina civakî ye, azadiya civakî ye, çareserkirin a trawmaya hevpar e.
Şidet
Yek ji xalên herî nakok ên bîra Fanon ku behsa wî ya derbarê şidetê ye. Ew dinivîse ku şidet ne tenê stratejiyeke siyasî ye da ku kolonîyalîst were derxistin, lê ew her pêvajoyek a katarsîsê (cathartic process) jî ye, paqijkirina derûnî û giyanî ye. Fanon dibêje ku kolonîyalîzm xwe bi şidetê saz dike, bi şidetê domdar dibe. Kolonîyalîst bi zorê hatiye, bi zorê bûye desthilatdar, bi darê zorê gel bindest kiriye. Ev şidet ne şideteke yekcar e - ev şideteke hêja ye, ya domdar e ku her roj diqewime, di her warî jiyanê de xuya dibe.
Di bin vê şidetê de, bindest ne tenê bi laşî lê bi derûnî jî têk diçe. Ew di rewşa hêrsa kombûyî de ye. Ew hêrs dibe lê nikare hêrsa xwe der bike. Ew dixwaze êrîş bike lê nikare. Ev hêrsa domdar dikeve hundirê mirovî. Ew dibe beşek ji eziyê, navxweyî dibe û diherike, lê nikare derkeve. Fanon dibêje ku ev hêrsa domdar carinan dibe şideteke ku vedigere ku mirov li dijî xwe, li dijî malbata xwe, li dijî civaka xwe bikar tîne. Bindest ji ber ku nikare li dijî kolonîyalîst şer bike, bi hevdu re şer dikin, hevdu dikujin, hevdu diêşînin. Ev ne ji ber ku ew xerab in - ev ji ber ku nikarin hêrsa xwe li cihekî der bikin.
Veavakirina Kirdayetiyê
Fanon dibêje ku dema bindest çekê xwe hildigire û li dijî kolonîyalîst têdikoşe, heyberek vediguhere di hundirê wî de. Ev ne tenê veguheztinek a desthilatdariya siyasî ye - ev veguheztinek a derûnî û giyanî ye. Ji bo cara yekem di jiyana xwe de, bindest dibêje "na" û vê "na"yê bi kar vedixe. Ew êdî heyber (object) nîne ku mirovan pê re her bi heyberî tevbigerin - lê bûye erk û kirde (subject), bûye takekesê ku biryaran dide ku tevdigere ku çîroka xwe vedibêje.
Ev veavakirina kirdayetiyê ku ji destê wî hatibû stendin bi ji nû ve bi dest dixe. Fanon dinivîse: "Li asta takekesî, şidet dermanek a paqijker e. Ew bindest ji girêk û kompleksên xwe yên xwe-kêmdîtinê azad dike, ji bêhêvîtiya xwe azad dike." Ew di şer de hest dike ku ew xwedî mirovbûna xwe ye ku ew dikare biryaran bide ku ew dikare li dijî zilmê raweste. Ev hesta kirdayetiyê ye ku ji wî re bi salan hatibû standin û înkar kirin.
Xetereyên Şidetê
Lê divê em gelek hişyar bin li vir. Fanon ne dibêje ku şidet bi xwe çareseriya her heyberî ye, an jî ku şidet her car rast e, an jî ku şidet divê bibe rêbaza yekem. Ew tenê dibêje ku dema mirov di rewşeke ku her aliyê wê bigire şidet e ku tu rêyek a din nîne, şidet dikare bibe rêyek a vegirtina kirdayetiyê. Lê ew her hişyar dike ku şidet xeterên mezin bi xwe re tîne.
Xetera herî mezin ev e ku şidet dikare bibe armancek bi xwe (end in itself) û êdî nebe amûrek ji bo azadiyê. Dema mirov dest bi şer dike, hêsanî ev e ku mirov di nav logîka şer de bimîne ku her heyber bi şidetê were çareserkirin ku di navbera dost û dijmin de pir cuda nebin ku mirovatî winda bikin. Fanon di dawiya jiyana xwe de, dema ew dibîne ku gelek tevgerên azadixwaz piştî serketinê dikevin nav diktatoriyan û şidetên hundirîn, gelek nîgeran dibe.
Berxwedana Kurdî
Li Kurdistanê, dîroka me bi şer û berxwedaniyê tijî ye. Ji serhildanên sedsala 19an heta niha, em bi salan têdikoşin. Şêx Seîd, Komelayê Xoybûn, Komara Mehabad, Barzanî, Talabanî, serhildanên 90î, Şêrgele, Rojava - ev her demên xebatê ne ku tê de kurd hewl dane ku bi çek azadiya xwe bistînin.
Ev xebat ne bi tenê xebata serbazî bûye - ev xebata derûnî û giyanî jî bûye. Gerîla ku dikeve çiyayan, ew ne tenê li dijî artêşê şer dike - ew li dijî wêneya xwe (image) jî şer dike, li dijî wê wêneya ku dibêje "tu lawaz î, tu kole yî, tu nikare xwe biparêzî." Dema ew çekê xwe hildigire û dibêje "ez ê li vir rawestim û şer bikim," ew di rastiyê de dibêje "ez jî heme, ez jî nirxdar im, qedr û qîmeta jiyana min jî heye." Ew bi laşê xwe, bi çeka xwe dibêjin "ez dikarim, ez ê bikim, ez ê xwe biparêzim û civaka xwe biparêzim." Ev ne tenê şer e - ev ragihandin e, ev veavakirin e ya kirdayetiyê ye.
Pirsgirêkên Şidetê yên Domdar
Lê em her dibînin ku şidet dikare bibin pirsgirêk jî. Dema şer domdar dibe, dema nifş bi nifş di şer de mezin dibin, şidet dibe heybereke xwezayî û normal. Zarok bi dengê gulan mezin dibe, bi çîrokên kuştinê mezin dibe, bi hêviya heyfhilanînê mezin dibe. Ev zarok dema mezin dibe, ew ne cîhaneke aştiyê nas dike lê cîhaneke şer nas dike. Ew fêr bûye ku pirsgirêk bi şidetê têne çareserkirin ku hêza rast e ku aştî û lawazbûn xelet e.
Di nav reftar û tevgerên xebatê de jî carinan ew ên ku berxwedan danin dest pê kirine, piştî wê dikevin nav struktûrên ku wekî dewlata ku li dijî wê xebitîne xuya dikin. Çanda şer, çanda fermanberiyê, çanda guhdariyê li şûna çanda demokrasiyê çanda gotûbêjê çanda pirsgirêk-çareseriyê tê. Leh dibe periştina kesayetiyê. Rêber dibe bavê sembolîk û her kes divê wî bihêje. Ev ne azadî ye - ev veguherandinek e ya forma bindestkirinê ye.
Azadkirina Hiş û Zihn
Fanon gelek baş van xeteran dizanî. Ew hişyar dike: "Azadiya netewî, vegera hişmendiya netewî, avakirina neteweyan, hemû van termên wiha ku mirov hişyariyê ji nifşê dişîne, carinan tenê gotinên vala ne. Em dizanin ku gelek gelên Afrîkî azad bûne, lê piştî wê ew ketin bin desthilatdariyên nû yên ‘xwe’ yên navxweyî (hundirîn)." Lewma ew bal dikşand ku ne bes e ku kolonîyalîst were derxistin - divê azadkirina hiş û zihn jî bibe. Ne bes e ku dewlet vebiguhere - divê civak jî vebiguhere, divê mirov jî vebiguhere.
Ji bo me kurdan jî ev pir girîng e. Em bi salan têdikoşin, lê divê em jî bipirsin: Em ji bo çi têdikoşin? Tenê ji bo dewleta kurdî? Yan jî ji bo civakeke azad, demokratîk, wekhev ku tê de jin û mêr, zarok û pîr, hemû ol û bawerî di wekheviyê de dijîn? Eger em tenê dewletê vebiguhezînin lê civak wekî berê bimîne –em ê çi biserbixin? Wê demê em ne ji kolonîyalîzmê azad bûne, lê em tenê veguherandina forma bindestkirinê kiriye.
Rojava hewleke balkêşê da ku van her du aliyan bi hev re bîne - hem azadiya netewî, hem jî veguhestina civakî. Lê rêya wan bi kelem û zehmet e, dijwar e. Lewre dema mirov bi salan di bin bindestiyê de dijîn, dema mirov trawmaya hevpar dîtine, hêsan nîne ku xwe vebiguhezîne ku zihniyetê (mentality) biguhezîne. Pirsgirêk ne tenê di qanûnan de ye - pirsgirêk di hundirê mirovan de ye, di awayê ku ew cîhanê dibînin, di awayê ku ew bi hev re tevdigerin.
Encam
Bîra Frantz Fanon ji bo têgihiştina rewşa derûnî û giyanî ya civaka kurdî pir girîng e. Ew me fêr dike ku kolonîyalîzm ne tenê pergaleke siyasî ye, lê pergaleke ku laşên mirovan kontrol dike, hiş û zihnên wan diguherîne û trawmayên ku ji nifşekî berbi nifşê din derbas dibin çêdike.
Laşê kurd - wekî laşê kolonîzekirî - bi şidetê, bi mecbûrî, bi êşên hevpar hatiye kontrol kirin. Lê laş her cihê berxwedaniyê jî ye. Ji gerîlayên li çiyayan heya jinên YPJ yên li Rojavayê kurd bi laşên xwe ji bo azadiyê têdikoşin.
Trawmaya hevpar ya kurdî - ji Dêrsimê heta Enfalê, ji serhildanên 90î heta êrişên îro - li ser civaka me bandoreke kûr kiriye. Ev trawma ne tenê di nifşa ku wan rûdanan dîtine de dimîne, lê di navbera nifşan de derbas dibe û zarokên îro jî bi vê êşê mezin dibin.
Lê peyama Fanon ne tenê peyama trawmayê ye - ew peyama hêviyê ye jî. Ew me fêr dike ku berevanî û berxwedanî dikare vegera û kirdayetiyê bîne ku mirov dikare ji rewşa heyberê (object) derbas bibe têkeve rewşa erk û kirdeyê (subject). Lê ew me hişyar dike jî: Azadî ne tenê veguheztina desthilatdariya siyasî ye. Azadiya rastîn pêdiviya wê bi azadkirina hiş û zihnê heye, pêdiviya veguhestina civakî heye, pêdiviya çareserkirina trawmaya hevpar heye.
Ji bo civaka kurdî, ev tê wateya ku em divê ne tenê ji bo dewletê têbikoşin, lê ji bo civakeke azad, demokratîk, wekhev têbikoşin ku tê de trawmaya nifşan were nas kirin û çareserkirin ku tê de laşên me ne cihê kontrolê lê cihê azadiyê bin ku tê de em ne wekî qurbanên dîrokê lê wekî avakerên siberoja xwe bijîn.
Rêya berbi azadiyê ne tenê rêya siyasî ye - ew rêya derûnî ye, rêya veguhestina navxweyîn (hundirîn) e. Û ev rê bi siberojeke ku em bi hev re ava dikin, bi têgihiştina êşên me, bi çareserkirina trawmayên me û bi veavakirina civakeke ku tê de her kes bi heqê xwe yê mirovbûnê heye.
Dê berdewam bike…
Çavkanî
- Fanon, Frantz (1952). Peau Noire, Masques Blancs / Black Skin, White Masks (Çerma Reş, Maskên Spî). Nivîsa bingehîn a Fanon li ser bandorên derûnî yên nijadperestiyê û kolonîyalîzmê.
- Fanon, Frantz (1961). Les Damnés de la Terre / The Wretched of the Earth (Nefretiyên Erdê). Xebata herî navdar a Fanon ku tê de ew li ser şidet, azadkirina netewî û veguhestina civakî dinivîse.
- Fanon, Frantz (1959). L'An V de la Révolution Algérienne / A Dying Colonialism (Sala V ya Şoreşa Cezayîrî). Dahûrîna Fanon ya li ser şoreşa Cezayîrî û guheztinên civakî yên di nav şer de.
- Merleau-Ponty, Maurice (1945). Phénoménologie de la Perception / Phenomenology of Perception. Ji bo têgihiştina konseptê laşê xwemalî (lived body).
- Freud, Sigmund (1920). Jenseits des Lustprinzips / Beyond the Pleasure Principle. Ji bo têgihiştina hêza mirinê (death drive) û trawmayê.
- Lacan, Jacques. Nivîsên derbarê bavê sembolîk (symbolic father) û fonksiyona bavî (paternal function).
Termên Sereke
Laşê Kolonîzekirî (Colonized Body) Laş ku ji aliyê pergala kolonyal ve tê kontrol kirin, şikandin û înkar kirin. Ne tenê laşeke fîzîkî, lê nasnameya mirovî bi tevahî di bin desthilatdariyê de ye.
Laşê xwemalî (Lived Body) Li gorî Merleau-Ponty: Laşê ku em bi wî re li cîhanê ne ku em bi wî re heyberan têdigihin. Laş ne tenê heyberek e ku em xwediyê wî ne, lê ew em in - ezî û laş yek in.
Trawmaya Nifşan (Intergenerational Trauma) Êşên derûnî yên ku ji nifşekî berbi nifşa din derbas dibin. Dêûbavên ku trawma dîtine, bi awayên derhişî van êşan berbi zarokan ve vediguherînin.
Katarsîs (Catharsis) Paqijkirina derûnî, derxistina hêrs û êşên kombûyî. Fanon dibêje şidet dikare bibe proseseke katarsîsê ji bo bindestkirî.
Bavê Sembolîk (Symbolic Father) Li gorî Lacan: Temsîlê qanûnê, sînorê û kêşa civakî. Ew fonksiyona ku zarok ji dayikê veqetîne û dikeve civakê.
Hêza Mirinê (Death Drive - Thanatos) Li gorî Freud: Hêza ku di hundirê mirovî de heye û berbi windabûnê, bêjiyanê vedikşîne. Berbi hêza jiyanê (Eros) rawestiya.
Veqetandin (Dissociation) Rewşeke derûnî ku tê de mirov hes dike laşê wî ne yê wî ye ku ew ji xwe veqetiyaye. Carinan di trawmayên mezin de diqewime.
Azadkirina Zihnê (Decolonization of the Mind) Ne bes e ku kolonîyalîst were derxistin - divê zihniyeta kolonyal jî ji hundirê mirovan were derxistin, divê awayê ramandinê biguhere.
Nexweşiya Civakî (Social Pathology) Ne tenê kesên cuda nexweş in - tevahiya pergala civakî bi awayekî nexweş hatiye organîze kirin. Encama trawmaya hevpar û bindestkirinê ye.
Derhişiya Hevpar (Collective Unconscious) Bîrên hevpar, trawmayên hevpar ku di binê hişmendiyê de ne lê li ser civakê bandorê dikin. Di xewnan, hestan, tirsan de xwe nîşan didin.
Laşê Berxwedaniyê Laş ne tenê cihê trawmayê ye - dikare bibe amûra şoreşê, amûra vegirtina desthilatê li ser jiyana xwe.
*
Têbinî: Ev beşa diduyan vê vê rêzeyê ye. Beşa yekê ya vê nivîsê jî ev e:
Dahûrîna Derûnkolînerî (Psychoanalysis) ya Frantz Fanon bi Neynika Kurdî
***
Nivîsên Brahîmê Alûcî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Dahûrîna Derûnkolînerî (Psychoanalysis) ya Frantz Fanon bi Neynika Kurdî
- Lêborîn û bexşandin; travma û derûnterapî
- Lêborîn û Bexşandin; Bi nêrîneke derûnkolînerî û civakî
- Vegera Yê Tepisandî Û Mekanîzmayên Bergiriyê
- Jêbirin û jiholêrakirina nasnameya bindestan
- Hişê Çêkirî (Artificial Intelligence) û pirsên herî zêde tên pirsîn
- Şerê Derûnî (Psychological Warfare)
- Çawa çîrok dibin bawerî?
- Hêza nerm û hêza hişk, du rêbazên siyaseta navneteweyî
Parve Bike