Diyarname
Komeleya Nivîskarên Sînemayê 16'emmîn Lijneya Xwe ya Giştî ya Asan li Kadikoy Sînematekê li dar xist. Di kongreyê de rêveberiyeke nû hat hilbijartin.
Di kongreya SİYAD'ê de li ser xebatên komeleyê, asta nivîskarên sînemayê ku hatiye vir hatin nîqaşkirin û di rêziknameya Siyadê de jî hin guherîn pêk anîn.
Piştî axaftinan Esin Kuçuktepepinar, Muge Turan, Olkan Ozyurt, Ekrem Bugra Bute û Gozde Hatunoglu ji so rêveberiya SİYAD’ê hatin hilbijartin. Yeşim Burul, Janet Bariş, Asli Ildir, Evrim Kaya û Firat Ataç jî bo endamên yêdek hatin hilbijartin. Nil Kural, Necla Algan û Erman Ata jî ji bo Lijneya Raçavkirinê, Erkan Aktug, Abbas Bozkurt û Melis Behlil ji bo endamên yedek ên Lijneya Raçavkirinê hatin hilbijartin.
Piştî hilbijartinê rêveberî hev civiya û Esin Kuçuktepepinar carek din ji bo serokatiya komeleyê hat hilbijartin. Muge Turan bû cîgira serok, Olkan Ozyurt sekreterê giştî. Her wipa Ekrem Bugra Bute bû sayman (sekreterê malî) û Gozde Hatunoglu bu endama lijneya rêveberiyê.
Seroka Siyadê Esin Kuçuktepepinar piştî hilbijartinan axivî û diyar kir ku di vê dinyayê de li dijî vê parçebûna ecêb û dualîbûna bê wate, Siyadê wekî saziya dîrokî em li dora hunera sînemayê tîne ba hev. Kuçuktepepinar wisa got, "Di vê dema ku em cara diduyan ji bo rêveberî hatin hilbijartin de armanca me ew e em li derveyî vizyona heyî, li hemberî metrajdirêj, kurte, belgefîlm, li hemberî hemûyan bi heman pîvanê nêz bibin û çanda sînemayê pêş bixin. Armanca me ew e em kevneşopiya Siyadê ber bi pêş ve bibin, em zêdetir cih bidin rexneya serbixwe, ji bo vê em rêya xwe didomînin."


