logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin
  2. Siirt Sporê Dêrsim Spor têk bir
  3. Îsal li Başûr çend xwendekar dest bi dibistanê dikin?
  4. Hakkarî Zapspor bêyî bilîze Cizre Belediyespor têk bir!
  5. Kûpaya Tirkiyeyê: Va ne maçên bajarên kurdan
news-details

Xalên Peymana Şam û HSD'ê eşkere bûn, ewê îmze bikin?

  • Dîrok: 18/01/2026
  • Beş: Nûçe

Diyarname
Wezîrê Enformasyonê yê Hikumeta Demî yê Sûriyeyê peymanek li ser hesabê xwe belav kir.
Li gor îdîaya wezîr peymana ji 14 xalan pêk tê û kurd hemû tiştî teslîmê hikumeta demkî ya Sûriyeyê dikin. 
Hê Colanî û Abdî îmze nekirine. Dibêjin sibê Mazlum Abdî wê here Şamê û îmze bike. Heta niha HSD'ê li ser vê peymanê du daxuyanî nedaye.
Va ne ew xal:
1. Agirbest û vekişîn: Agirbesteke bilez û giştî li hemû enî û xetên temasê yên di navbera hêzên Hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê de tê ragihandin. Hevdem ligel vê, hemû yekîneyên leşkerî yên HSDyê wekî gaveke destpêkî ji bo jinûve belavbûnê, dikişin rojhilatê Çemê Feratê.

2. Radestkirina Reqa û Dêrezorê: Parêzgehên Dêrezor û Reqayê ji aliyê îdarî û leşkerî ve bi awayekî temam û bilez radestî Hikûmeta Sûriyeyê tên kirin. Ev yek radestkirina hemû sazî û dezgehên sivîl li xwe digire. Her wiha dê fermanên bilez bên derxistin da ku karmendên niha di nav wezaretên pêwendîdar ên Dewleta Sûriyeyê de bên bicihkirin.

3. Yekxistina saziyan: Hemû saziyên sivîl ên li parêzgeha Hesekê di nav sazî û pêkhateyên îdarî yên Dewleta Sûriyeyê de tên yekxistin.

4. Kontrola çavkaniyan: Hikûmeta Sûriyeyê kontrola hemû deriyên sînorî û bîrên petrol û gazê yên li herêmê dike. Divê hêzên rêxistinkirî parastina pêwîst misoger bikin ji bo vegerandina çavkaniyan ji Dewleta Sûriyeyê re, li gel li berçavgirtina taybetmendiya herêmên Kurdî.

5. Tevlîbûna artêşê: Hemû endamên leşkerî û ewlehiyê yên HSDyê di nav pêkhateyên Wezaretên Parastin û Navxwe yên Komara Erebî ya Sûriyeyê de tên yekkirin. Ev yekbûn dê li ser bingeheke takekesî û piştî temamkirina tedbîrên pêwîst ên lêkolîna ewlehiyê be. Rutbeyên leşkerî, mafên darayî û pêdiviyên lojîstîkî dê li gorî wê bên dayîn.

6. Bermayiyên rejîma berê: Fermandariya HSDyê pabend dibe ku bermayiyên rejîma berê nexe nav refên xwe û kar bike ji bo pêşkêşkirina lîsteyên navên efserên ji bermayiyên rejîma berê yên ku li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ne.

7. Parêzgarê Hesekê: Fermaneke serokatiyê dê were derxistin ji bo destnîşankirina berbijêrekî ji bo wergirtina posta parêzgarê Hesekê, wekî garantiyekê ji bo beşdariya siyasî û nûneratiya xwecihî.

8. Herêma bêçek li Kobaniyê: Dîmenên leşkerî yên giran ji bajarê Kobaniyê (Eyn el-Ereb) tên vekişandin. Hêzeke ewlehiyê ji xelkê bajêr tê avakirin û hêzeke polîsê xwecihî ku ji aliyê îdarî ve girêdayî Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê be, li wir dimîne.

9. Dosyeya DAIŞê: Rêveberiya berpirsiyar a dosyeya girtî û kampên rêxistina DAIŞê û hêzên ku bi ewlehiya van dezgehan hatine erkdarkirin, di nav saziyên Hikûmeta Sûriyeyê de tên yekxistin. Bi vî awayî Dewleta Sûriyeyê bi temamî berpirsiyariya yasayî û ewlehiyê hildigire ser xwe.

10. Postên bilind: Lîsteya berbijêrên ku ji aliyê fermandariya HSDyê ve ji bo postên bilind ên leşkerî, ewlehî û sivîl di nav pêkhateya navendî ya dewletê de hatine pêşkêşkirin, tê pejirandin da ku hevbeşiya niştimanî were misogerkirin.

11. Mafên çandî û "Maktûm": Pêşwazîkirina Fermana Serokatiyê ya hejmar 13 a sala 2026an tê kirin. Ev ferman naskirina mafên çandî û zimanî yên Kurdan û çareserkirina mijarên maf û sivîl ên hilawîstî li xwe digire. Di nav de rewşa kesên netomar (bêwelatîname/maktûm) û gilînameyên mafên milkiyetê yên ku vedigerin dehsalên berê hene.

12. Derxistina PKKê: Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) pabend dibin ku hemû serkirde û endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên ne Sûriyeyî derxin derveyî sînorên Komara Erebî ya Sûriyeyê, bi awayekî ku serwerî û aramiya herêmî misoger bike.

13. Hevkariya bi Amerîkayê re: Dewleta Sûriyeyê pabend dibe ku li dijî terorê (DAIŞ) wekî endameke çalak di Hevpeymaniya Navneteweyî de, bi hevahengiya ligel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, têkoşîna xwe bidomîne da ku ewlehî û aramiya herêmê were misogerkirin.

14. Vegera koçberan: Kar bê kirin ji bo gihiştina lihevkirinan derbarê vegera ewle û birûmet a xelkê herêmên Efrîn û Şêx Meqsûdê ya bo malên xwe.

Not: Wergera xalan me ji Rûdawê girt

 

**

Nûçeyên Eleqedar:

- Ebdî: Emê destkeftiyên xwe biparêzin

- Rojava, 20'ê mehê nûçeyên li ser îro...

- Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Êrîşên li ser Rojava rawestînin!

Parve Bike

Youtube Me

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 09 2026

Îsal li Başûr çend xwendekar dest bi dibistanê dikin?

news
  • 15 09 2026

Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin

news
  • 14 09 2026

Mamoste û xwendekaran bang kir: Vê biryarê rawestînin

news
  • 14 09 2026

Komeleyan got: Ji bo wekheviyê ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdehiya bi kurdî divê

news
  • 12 09 2026

Li Girtîgeha Kobanî şewat çêbû: 9 kes mirin, 17 birîndar hene

news
  • 12 09 2026

Parêzgarê Hesekê bi şêx û rûspiyên Qamişloyê re civiya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

'Antigone' li Stenbolê bi kurdî derket ser dikê!

ad

Ji bo hemû birêveber û karbidestên Kurd 1 T V yê! Tikaye bes bi zimanê kurdî bilîzin!

ad

AKP naxwaze kuştinên kiryar nediyar zelal bibin

ad

‘Ez ji te hez dikim, kurdî hîn dibim’ derket

ad

Li Stenbolê bîenaleke din: Bîenala Tasarimê

ad

Nivîskar J.K Rowling tehdîd kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin

  • 15 09 2026
news

Siirt Sporê Dêrsim Spor têk bir

  • 16 09 2026
news

Îsal li Başûr çend xwendekar dest bi dibistanê dikin?

  • 16 09 2026
news

Hakkarî Zapspor bêyî bilîze Cizre Belediyespor têk bir!

  • 16 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname